Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî

img

NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarên herêmê kiryarên taciz, tecawiz û êrîşên cinsî bi polîtîkaya bêcezatiyê tên parastin. 

Li gor daneyên sala 2020'an ên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), 94 jin bi taciz û tecawizê re rû bi rû mane û 49 zarok jî bi êrîşa cinsî re rû bi rû mane. Ev yek, nexasim li bajarên herêmê wekî polîtîkaya şerê taybet tê kirin û piraniya kiryarên van êrîşên zayendî, taciz û tecaziwê jî polîs, esker û cerdevan in. 
 
Ji meha Çile ya 2020'an heya niha li bajarên herêmê gelek bûyerên bi vî rengî çêbûne û hema bibêje kiryarên wê hemû polîs, esker û cerdevan in. Lê belê ev kiryar bi polîtîkaya bêcezatiyê tên parastin. 
 
KIRYAR POLÎS 
 
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, di 25'ê Sibata 2021'ê de polîs Y.Y., dest avêtibû zarokeke 12 salî. Polîs Y.Y. li mala mamosteyan dima. Gava zaroka 12 salî xwarin biriye odeya wî, bi awayekî tazî ji odeyê reviyabû. Xebatkarên mala mamosteyan zarokê zevt kiribûn û ew parastibûn. Piştî ku zarokê tiştên ku hatibûn serê wê gotibûn, Polîs Y.Y. hatibû girtin.
 
KIRYAR CERDEVAN E 
 
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 18'ê Sibata 2021'ê de cerdevan H.B. û R.Ç. bi hinceta ku jinek taciz kiribûn hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî îfadeya li fermandariya cendirmeyan her du cerdevan hatibûnberdan û çekên wan hatibûn desteserkirin. Her du cerdevan bi awayekî negirtî tên darizandin. 
 
Di 26'ê Çileya 2021'ê de polîs Enes T. ê şaxa Hêza Çevîkê ya Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, tecawizî karmenda sivîl a li midûriyeta polîsan G.A.U. kiribû. Piştî ku G.A.U.'yê gilî kiribû bûyer hatibû bihîstin. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiyabû, polîs Enest T. ji peywirê hatibû girtin. 
 
KIRYAR ÇAWÎŞÊ PISPOR 
 
Li Êlihê jî çawîşê pispor Mûsa Orhan, tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû. Îpek Erê jî ji ber vê di 7'ê Tîrmeha 2020'î de xwe kuştibû. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiyabû, kiryar Orhan hatibû girtin, lê belê piştî çend rojan jî hatibû berdan. Orhan, bi awayekî negirtî tê darizandin. 
 
Di 15'ê Tîrmeha 2020'î de li Şirnexê jî çawîşê pispor Aslan A., dest dirêjî zaroka 13 salî kiribû. Aslan, hatibû girtin, lê belê di danişîan duyem de hatibû berdan. 
 
ESKER, POLÎS Û CERDEVAN 
 
Li navçeya Kercosê ya Êlihê jî derketibû holê ku esker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesan tecawizî zarokeke 15 salî kiribûn. Bûyer di 12'ê Kanûna 2020'an de piştî ku keçika 15 salî gilî kirbû hatibû bihîstin. Dozgerî, walîtî û midûriyeta polîsan xwestibûn ser bûyerê binixumînin. 
 
Di 31'ê Tîrmeha 2020'î de jî li Wanê zarokekê li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfade dabû ku çawîşê pispor Tûfan A. ê li Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Xarpêtê dimîne, tecawizî wê kiriye. Tûfan A. bi awayekî negirtî tê darizandin. Danişîna dozê dê di nêz de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê bê lidarxistin. 
 
Li gundê Xanika ê navçeya Midyad a Mêrdînê jî cerdevan Abdulkerîm Î. tecawizî Nûrcan Fîdan a 20 salî kiribû. Fîdanê ji ber vê di 2'yê Tîrmeha 2013'an de bi tifinga li malê xwe kuştibû. Çendî ku malbatê gilî kiriye jî, lê belê hê jî cerdevan nehatiye binçavkirin û girtin. 
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî çawîşê pispor E.T. di 2013'an de giliyê Ayşe Çeçen a 17 salî kiribû. Piştî bûyerê Çeçenê biribûn sitareya jinan, lê belê malbata wê ew ji wir girtibû û kuştibû. Ne malbata Çeçenê ne jî çawîşê psipor E.T. nehatin cezakirin. Di doza hat kirin de jî bersûc hemû beraat kirin û dosye hat girtin. 
 
Li navçeya Kercosê ya Êlihê cerdevan Mehmet Alî K. dest dirêjî zaroka 7 salî kiribû. Danişîan biryardayînê çend roj berê hatibû lidarxistin. Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê 23 sal ceza li Mehmet Alî K. birîbû. 

Sernavên din

04/03/2021
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin