Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin

img
STENBOL - Hat îdeakirin ku rûyê Harûn Çapkan ê li navçeya Esenlerê di maşîneya polîsan de îşkence lê hatiye kirin li deriyê maşîneyê ketiye û werimiye. Çapkan ê derbarê polîsan de gilî kir, bi hinceta “dijderketina polîsan” derket pêşberî dadgehê.
 
Harûn Çapkan ê li navçeya Esenler a Stenbolê dijî, di 2’yê Adarê de dema ji berberê nêzîkî mala xwe derket, polîsan ew bi hinceta “rûpoş nedaye ber devê xwe” binçav kirin. Çapkan, diyar kir ku dema polîsan ew bir  Qereqola Karabayirê tundî lê kirine û derbarê polîsan de gilî kir. Lê roja din Çapkan bi ideaya “dijderketina polîsan” ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çapkan, tiştên ku dema binçavkirinê de polisan anîne serê wî ji ajansa me re vegot.
 
Çapkan, diyar kir ku dema ji berberê nêzîkî mala xwe derketiye polîsên Yûnûs wî sekinandine û pirsa çima rûpoş ne daye ber devê xwe jê kirine. Çapkan piştî ku bersiva “nasnameya min di erebeyê de ye, rûpoşê min jî li cem berber e hûn bixwazin ez bînim” dide, polîs jê re dibêjin “tu çawa bi me re diaxivî” û heqaret lê dikin. Çapkan, anî ziman ku ji ber bertek nîşanî vê rewşê daye polîsan ew binçav kirine.
 
DE MAŞÎNEYA POLÎSAN DE ÎŞKENCE
 
Çapkan, destnîşan kir ku polîsan destê wî bi pişt wî ve kelemçe kirine û bi vî awayî wî li maşîneyê siwar kirine û wiha got: “Li vê derê jî dest bi xebera kirin. Dema min bertek nişan dan û ji wan re got xebera nebêjin, li min xistin. Min bi elektroşokê îşkence kirin û xwestin bin piyê wan maç bikim. Pişt re ez ser hişê xwe çûm û min çavên xwe li qereqolê vekir.
 
GILÎ KIR BÛ SÛCDAR
 
Çapkan, destnîşan kir ku dema hatiye ser hişê xwe polîsan gilî kiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber li qereqolê qemere hebûn tundî nekirin. Piştî rojekê ez li wir girtim gazî îfadeyê kirin. Di îfadeyê de gotin min êrîşî polîsan kiriye. Destê min bi paş ve kelemçekirî ez çawa bikarim êrîş bikim. Min ev qebûl nekir û got ên êrîş kirin ew bûn.”
 
RÛYÊ XWE LI MAŞÎNEYÊ XISTÎ YE
 
Çapkan, da zanîn ku wî derxistin Edliyeya Bakirkoyê û berî ku biçe edliyeyê polîsan ew birine nexweşxaneyê û li wir rapora derbê girtî ye. Çapkan, bi lêv kir ku piştî dozger îfadeya wî girt bi îdeaya “dijderketina polîsan” sewqî dadgehê kir û wiha lê zêde kir: “Dadgehê jî bi şertê di hefteyê de 2 roj îmze biavêjim ez berdam. Min gilî kir ez bûm sûcdar. Ev jî têra wan nekir, gotin te rûyê xwe li maşîneyê xistiye ji ber wê werimî ye.”
 
‘EZ BÊDENG NABIM’
 
Çapkan, desnîşan kir ku ji ber nasnameya wî ya kurdbûnê polîsan tundî lê kiriye û ev tişt got: “Ji ber em kurd in wiha nêzîkî me dibin. Ez ê mafê  xwe bigerim, bêdeng nabim. Ev zilme. Mirovek sûcdar be jî divê encama wê wisa nebe. Min rapora derbê girt û li dozgeriyê gilî kir. Ji bo ku polîs ceza bistînin tişta ji destê min bê ez ê bikim.”
 
Dayika Çapkan, Sabîha Çapkan jî bertek nîşanî tundiya ku polîsan li kurê wî kiriye da. Çapkan, anî ziman ku heke îhlalek hebe divê cezayê wê bê birin lê ji ber ku kurd in tundî li wan tê kirin. 
 

Sernavên din

04/03/2021
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin