COLEMÊRG - Di serdegirtinên malan de, 6 ciwan hatin binçavkirin.
Li navenda Colemêrgê, polîsên hêzên taybet bi ser gelek malan de girtin. Polîsan deriyên malan şikandin û di lêgerînê de alavên malan belav kirin. Di serdegirtinê de, ciwanê bi navê Mûrat Yaşar, Hîkmet Namoglû, Bariş Kiskan, Îsmaîl Korkmaz, Sedat Denîz û Huseyîn Orhan hatin binçavkirin.
Ciwanên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.