Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e

img

STENBOL - Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku par di karê înşeatan de 355 karker jiyana xwe ji dest dane. Karabûlût, destnîşan kir ku bi tevdîrine biçûk dê pêşî li ber van cinayetan bê girtin û got: "Ji bo em nemirin, ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareyeke me tune ye."

Yek ji sektorên ku herî zêde cinayetên karî lê çêdibin, sektora înşeatê ye. Par herî kêm 355 karkerên înşeatê di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran 156 jê ji înşeatan ketine û 66 jê jî înşeat bi ser wan ketine. Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, cinayetên karî yên li înşeatan diqewimin nirxandin. 
 
MAFÊ JIYANÊ TÊ XESPKIRIN 
 
Karabûlût, bilêv kir ku piştî karkerên çandiniyê yên demsalî herî zêde karkerên înşeatê jiyana xwe ji dest didin. Karabûlût, diyar kir ku kesên di van her du sektoran de jiyana xwe ji dest didin hemû jî kesên xizan in. Karabûlût, destnîşan kir ku di vê sektorê de qanûnan nayê şixulandin, tenê li ser kaxezan hene û got: "Ligel mafên sereke yên karkeran, mafê wan ê jiyanê jî tê xespkirin." 
 
‘SEDEM, QEZENCA ZÊDE' 
 
Karabûlût got: "Par herî kêm 355 karkerên înşeatê jiyana xwe ji dest dan. Bi tevdîrine biçûk, pêşî li ber van mirina dihat girtin. Car heye ji ber nebûna zincîreke 2 metreyî û car heye jî ji ber xwarineke erzan karker jiyana xwe ji dest dide. Heger tevdîr bihatana girtin ê nemirana. Sedema negirtina tevdîran jî, qezenca zêde ya patrona ye. Ev pergal, pergaleke derî mirovahiyê ye. A ku pêşî li ber vê bigre, rêxistinbûyîn e. Em jî ji bo vê tevdigerin." 
 
DEWLET KONTROL NAKE
 
Karabûlût, diyar kir di vî warî de hin tevdîr hene divê dewlet bi xwe wan bigire û got: "Yek jê kontrolkirin e. Bike jî, ceza nabire. Hema bibêje hemû qanûnên xwe binpê kirine, tenê li ser kaxezê hiştine. Her ku em têdikoşin, ew jî wekî ku tiştekî dikin tevdigerin. Em gilî dikin, lê dibêjin 'em kontrol dikin.' Ji bo karker xwe birêxistin nekin her tiştî dikin, lê li hemberî kardêran tu astengî tune ne." 
 
'TENDURISTIYA ME NE XEMA WAN E' 
 
Karabûlût, destnîşan kir ku ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha tevî rêxistinên kedê dibêjin, 'bila karên pir ne mecbûrî bên sekinandin, bila derxistina ji kar bê qedxekirin, bila destûra biheq hebe' û got: "Lê guh li van daxwazên me nekirin. Di vê pêvajoyê de înşeatek jî nehat sekinandin. Bi awayekî bêperwa dewam kir. Karker di navbera dubendiya 'betaliya nexweş' de hatin hiştin. Di dema şewbê de tu wateyeke xebateke înşeatê tune ye. Lê belê guh li tenduristiya me nakin. Hebe tunebe, kar û qezenca wan e." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Karabûlût di dawiya axaftina xwe de got: "Di dema xebatê de ji bo em nemirin, ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareya me tune ye. Em bi dirûşmeya 'Jiyan û jiyîn' karê xwe yê rêxistinbûyînê didomînin." 
 
MA / Kadîr Guney

Sernavên din

07/03/2021
14:11 5 sal in bersûcên Fatma ya 13 salî nayin dîtin
12:34 Amed ji bo mîtînga 8’ê Adarê amade ye
12:03 Li Girtîgeha Tarsûsê, dest danîn ser helbesta greva birçîbûnê
10:06 Papa derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê 101 roj in berdewam dike
09:04 Girtîgeh ji bo çûna nexweşxaneyê şert danî ber girtiyan: Dest ji grevê berdin
09:04 ‘Em ê bi nasnameya xwe ya LGBTÎ+î dakevin Taksîmê
09:03 Li Wanê jin ji bo 8'ê Adarê amade ne: Ê dengê me bigihê ezman
09:03 Esnafên jin ên Mazgêrdê: Daxilî nav jiyana xebatê bibin
09:02 Li Behra Reş cotkar dest ji çandiniyê berdidin
09:02 ‘Daraz di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike'
09:01 Ji bo betalkirina rêziknameya derbarê hikûmxwaran de serî li Şûraya Dewletê da
09:01 Penaberê afganî û xwendekarê tibê ji bo debara xwe hemaltiyê dike
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2021'Ê
06/03/2021
20:32 Îro 11 hezar û 770 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:12 ANYAKAY-DER: Dewlet kesên li mafên xwe digerin krîmînalîze dike
17:09 Hevdîtina jinan a mezin dest pê kir: Dilê me ji bo azadiyê lê dide
17:02 Hevserokên MEBYA-DER'ê 8 rojin li Midûriyeta Polîsan tên girtin
16:23 Li Wanê daxuyaniya roja 100’emîn: Tecrîd bila bê rakirin
16:20 Jinan li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê li dar xist:
Ji bo Ocalan û jin azad bibin emê têbikoşin
16:09 Ber bi 8'ê Adarê ve: Di sedsala 21'emîn têkoşîn mezin dibe
15:58 Efser: Helîkoptera li Şirnexê ket jî wekî qeza nîşan dan
15:47 Perîhan Pûlat bi qurnefîlan hat bibîranîn
15:46 ÎHD: Rewşa 61 jinên girtî giran in
15:29 ‘Ma di destên dayikan de çek hebûn?’
15:03 Leyla Guven: Em ber bi azadiyê ve dibezin
14:35 Rewşa girtiyên jin ên nexweş girantir dibe
14:34 MED TUHAD-FED: Bila tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên winda pirsîn
13:22 Wezareta Perwerdehiyê ji bo kurdî tenê 3 mamoste tayîn kir!
12:23 Papa bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstasî re hevdîtin kir
12:16 Xizmên Windayan li kujerên Bedriye Gumuş pirsîn
12:07 Dede: Heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin em ê têbikoşin
12:06 Ji Ayla Akat Ata peyama 8’ê Adarê: Wê dengê me bi dengê jinan re olan bide
11:46 Esnafên Amedê: ‘Asayîbûyîn’ wê nekare kavilê salekê rake
11:02 Ji bo vegerin karê xwe di nobetê de ne
11:02 Di 28 salan de 38 helîkopter ketin an hatin xistin
10:40 Sarisaç ê li ber walîtiyê çalakî li dar xist: Em ê paş ve gav neavêjin
10:28 Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê destûr hat dayîn
10:19 Çîroka dayika Ferîde
10:12 ‘Zilam’ zextê li Bazara Semtê ya Jinan dikin
10:00 48 jinên rojnamevan 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:33 50 car hat binçavkirin û 3 caran ket girtîgehê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê 100 roj in berdewam dike
09:07 Bijîşk Şîn: Ê rehawet hejmara pêketiyan zêde bike
09:07 'Ê ku dibêjin xizanî tune, bila werin li halê me binêrin'
09:06 ‘Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike'
09:04 Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin
09:04 Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye
09:03 Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin
09:02 '20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
09:01 'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'AN
05/03/2021
23:56 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 3 kesên din jî hatin girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 28 hezar û 901
16:39 Jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin: Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne
16:25 Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir
16:25 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Can hat binçavkirn
16:18 Wezareta Edaletê: Tecrîd nayê pirsîn
15:53 Papa Francis li Bexdayê ye
15:48 Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin
15:16 Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye
15:08 Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê
14:35 Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike
14:31 Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye
14:16 Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman
14:07 Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket
13:52 Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê
13:48 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin
12:54 Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin
12:34 Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin
11:46 Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin
11:35 Gergerlîoglû serî li AYM’yê da
11:13 Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99'emîn de ye
09:00 Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin
09:00 Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin