AMED - Li Tirkiyê ji tayînkirina 20 hezar mamosteyên bi peyman, 25 mamoste ji bo rûsî, 210 mamoste ji bo elmanî, 503 mamoste ji bo erebî, hezar û 938 ji bo îngîlîzî kontenjan hat veqetandin lê ji bo kurdî tenê 3 kontenjan hat veqetandin.
Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) ya Tirkiyê dabeşkirina beşan û kontenjana ji bo tayînkirina mamosteyan eşkere kir. Li gorî bernameya tayînkirina mamosteyan a 2021’an; wê 20 hezar mamosteyên bi peyman werin tayînkirin.
JI BO KURDÎ TENÊ 3 MAMOSTE HATIN TAYÎNKIRIN
Lîsteya tayînkirina mamosteyên bi peyman ku wê li beş û kontenjanan werin belavkirin di malpera Wezaretê de hat weşandin. Li gorî vê lîsteyê di beşa “Ziman û zaravayên dijîn” de 2 mamoste ji bo zaravayê kurmancî yê kurdî û mamosteyek ji bo zaravayê zazakî yê kurdî bi giştî 3 mamoste wê werin tayînkirin.
TAYÎNKIRINA ZIMANÊN BIYANÎ
Li gorî lîsteya hatiye weşandin; 25 mamoste ji bo rûsî, 210 mamoste ji bo elmanî, 503 mamoste ji bo erebî, hezar û 938 ji bo îngîlîzî kontenjan hat veqetandin
DI SÊ SALAN DE 4 TAYÎNKIRIN
Ji bo kesên ji beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne; di sala 2018’an de 3 mamoste hatin tayînkirin, di sala 2019’an de qet tayînkirin çênebû û di sala 2020’an de jî tenê kesek hat tayînkirin.
BI HEZARAN MAMOSTE LI BENDÊ NE
Bi hezaran mamosteyên ji beşên kurmancî û zazakî yên kurdî ku ji lisans û lîsansa bilind mezûn bûne hene û li benda tayînkirinê ne.