WAN - TUHAY-DER’ê têkildarî 100’emîn roja çalakiya greva birçîbûnê, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li her derê welat belavbûye û xwest tecrîd bê rakirin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin û 100 rojin didome, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, endam û rêveberên TUHAY-DER’ê û gelek partiyî beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêveberê TUHAY-DER’ê Adil Koçak axivî û diyar kir ku tecrîd li welatî bûye “navenda polîtîkayên zext û mehandinê.”
GIRTÎGEH BÛNE “KAMPÊN GIRTIYAN”
Koçak, da zanîn ku polîtîkaya dewletê ya Îmraliyê sedemê bêçareserî, mehandina civakê ye û anî ziman ku girtîgeh vegerandinê “kampên girtiyan.” Koçak, bal kişand ser sînorkirina xebatên civakî, ji holê rakirina derfetên tedawiyê û wiha got: “Cezayên dîsîplînê bi awayekî kêfî tên dayîn û girtiyên siyasî yên cezayê wan xelasbûne nayên berdan. Divê li dijî van polîtîkayan bersiva çalakiya grevên birçîbûnê bi lez bê dayîn, daxwaz bên qebûlkirin tecrîd bê rakirin û şertên girtîgehan bên rastkirin.”
‘TECRÎD LI WELAT BELAVBÛYE’
Koçak qala “Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan” a hikumetê aşkera kir jî, kir û destnîşan kir ku heke ev plan were sepandin divê ewil bersiva bangan bê dayîn. Koçak, anî ziman ku tecrîd li tevahî pirsgirêkên li welat belav bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê pêkanîna tecrîdê demildest belav bibe û hiqûq û makeqanûn bên pêkanîn.”