* Îbrahîm Rashîdê afxanî ku li zanîngeheke Îzmîrê xwendekarê fakulteya tibê ye, ji bo debara xwe bike hemaltiyê dike.
* OHD'ê ji bo betalkirina Rêziknameya Derbarê Nirxandina Navendên Çavdêrî û Senifandinê û Hikumxwaran serî li Şûraya Dewletê da. OHD'ê di serlêdana xwe de destnîşan kir ku rêziknameya navbirî dijî qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî ye.
* Berdevka Platforma Jinê ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, destnîşan kir ku jin bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xistin, lê belê daraz hîn jî di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike û got: "Şert e ku hiqûq li dijî ferzkirina ehlaqê giştî li ber xwe bide."
* Serokê Tum Koy-Sen a Şaxa Ordûyê Zekaî Sagra, anî ziman ku cotkar ketibûn etra mesrefan, lê belê bi ser ziwabûn jî li pirsgirêkên wan zêde bûne û ji ber vê cotkar dest ji çandiniyê berdidin.
* Li navçeya Mazgêrdê jinên xwedîdikan, rolên li jinan hatine ferzkirin red kirine û daxilî nav jiyana xebatê bûne. Esnafên jin, bang li jinan kirin ku daxilî nav jiyana xebatê bibin.
* Jinan diyar kir ku amade ne ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê. Jinan, destnîşan kirin ku dê rojeva wan a sereke tecrîd be û gotin: "Ê dengê me bigihê ezmanan."
* Pêkhateyên Meclîsa HDK LGBTÎ+ anîn ziman ku dê di 8'ê Adarê de li Taksîmê di korteja Trans+ de cih bin.
* Rêvebiriya Girtîgeha Bandirma a Jimare 1 a Tîpa T'yê, ji bo çûna nexweşxaneyê û ji bo hevdîtinê şert daniye ber girtiyan. Şertê rêvebiriya girtîgehê jî destjêberdana greva birçîbûnê ye.
*Platforma Jinan a Dîlokê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, wê li bajêr meşekê li dar bixe. (14.00)