ÊLIH - Li navçeya Sasonê ya Êlihê serwîsa dibistanê di kendal de gindirî û 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 24 kes birîndar bûn.
Li gundê Kaçirîng ê girêdayî navçeya Sasona Êlihê serwîsa dibistana gund di kendal de gindirî. Di qezaya trafîkê ku pêk hat de 2 xwendekaran li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 7 jê giran 24 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndaran sewqî nexweşxaneyan kirin. Beriya tîmên tenduristiyê biçin cihê bûyerê, birîndar ji aliyê gundiyan ve ji kendal hatin derxistin.
Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê tên tedawîkirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.