AMED - Dozger xwest bi îdiaya ku rojnamevan Hakki Boltan heqaret li Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Erdogan kiriye, 6 sal cezayê zîndanê lê were birîn.
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamevanan a Azad (ÎRA) Hakki Boltan ji bo Midurê Nivîsgeha Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di jêrzemînek Cizîra Şirnexê bi şewitandinê hat qetilkirin, daxuyanî dabû. Bi îdiaya ku Boltan “Heqaret li Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûoglû kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Boltan li Dadgeha Cezayê Asliye ya 12’emîn a Amedê hat lidarxistin. Boltan beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Resûl Tamûr amade bûn.
Dozger biryara xwe ango mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û xwest Boltan bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” ji salekê heta 4 salan û bi îdiaya gotinên li Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû kiriye ji sê mehan heta 2 salan cezayê zîndanê lê were birîn.
Parêzer Resûl Tamûr ji bo dikaribe li dijî mutalayê parastinê bike dem xwest.
Dadger daxwaza Tamûr qebûl kir û danişînê taloqî 29’ê hezîranê kir.