STENBOL - Şaxa DAD’ê ya Stenbolê, qurbaniyên Serhildana Koçgiriyê bi bîr anîn.
Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê, di salvegera 100’emîn a Serhildana Koçgiriyê de kesên ku di serhildanê de hatin qetilkirin, li navenda xwe bi bîr anîn. Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avcı û Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re find hatin pêxistin û klam hatin gotin.
‘KOMKUJIYEKE LI NIRXÊN NETEWÎ HATIYE KIRINE’
Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Stenbolê Nergîs Guzel, di bîranînê de axivî û diyar kir ku Komkujiya Koçgiriyê, komkujiyeke li bawerî û nirxên netewî hatiye kirine.
‘EM Ê TÊBIKOŞIN’
Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci jî di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên hişmendiya komkujer a li dijî gelan didome û wiha got: “Heta kesên ev komkujî pêk anîne hesab nedin em dizanin ku wê komkujiyên nû bên kirin. Ji bo ku em rihê berxwedanê mezin bikin tişta dikeve ser milê me em ê bikin.”
Piştî axaftinan ji bo kesên di Serhildana Koçgiriyê de hatin qetilkirin loqme hat belavkirin.