AMED - Wê îsal Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Strana Newrozê jî eşkera bû.
Bernameya Newroza îsal, li Amedê hat eşkerekirin. Ji bo Newrozê ku wê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" li 30 bajêr û 61 navçeyan bê pîrozkirin, danasîna strana ku ji bo Newrozê hatiye gotin û klîba wê jî hat çêkirin. Gotinên stranê yên Mihemedê Pirosî ne. Hunermend Dîlan Yîgît, Jiyan Savci, Cejna Sarûhan, Kadîr Çat, Ûmût Botan, Mûrat Bakrak, Devrîm Ozluk, Mêrxas Viyan û Merve Admîş distrên.
Gotinên strana "Dîsa li Newroza" wiha ye:
"Bipirsin ji dilê dîrokê
Ji demsalan ji şev û rokê
Ji hespê xwîn giha çokê
Da rastiyê danê ser kokê
Newroz neyara tariyê ye
Tîra ser singa şevê ye
Bo zalim hesta revê ye
Soza li ser eniyê ye
Sed caran mizgînî, dîsa ducanî ye xweza
Nifşê Rustemê Mezin li vê axê nû za
Bi şîrê xwe mêjand Hurema maka Zagrosa
Vînek ji agir gur bû dîsa li Newroza
Hatin Kawayê her demê
Pêlek ji bayê serdemê
Weke Sûr û Dimdimê
Ketin govend û semê
Zivirî ew çerxa felek
Wek hezar salan carek
Dem dema ceng û tolek
Kurd li dor Rojê bûn xelek
Sed caran mizgînî, dîsa ducanî ye xweza
Nifşê Rustemê Mezin li vê axê nû za
Bi şîrê xwe mêjand Hurema maka Zagrosa
Vînek ji agir gur bû dîsa li Newroza"