Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin

img
KOCAELÎ - Hilbijêrên Kocaeliyê diyar kirin ku vîna 90 hezar kesên deng dane Gergerlîoglû hatiye destserkirin û wiha gotin: “Em vê biryara siyasî nas nakin. Em li cem parlementerê xwe ne, em ê bi hev re têbikoşin.”
 
Piştî ku Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê biryara cezayê derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu de hatibû dayîn xwend, wekîltiya wî hat betalkirin. Derbarê xistina parlementeriya Gergerlîoglû de bertekek jî ji hilbijêrên ku deng dane wî hat.
 
Yek ji kesên ku deng daye Gergerlîoglû Nîhat Geyîk destnîşan kir ku Gergerlîoglû ne tenê parlementerê Kocaeliyê ye, bû yê hemû Tirkiyeyê û wiha got: “Gergerlîoglû rêbazeke ji parlementerên din cudatir bi rêve bir. Bêyî ku bibêje ji fikrên cuda ne di çarçoveya xeta xwe de mafê wan parast. Kî li ku derê hatibe binpêkirin Gergerlîoglû li rex wî sekini. Ji ber wê yekê em weke Kocaelî li rex parlementerê xwe ne. Me ew heta neha tenê nehişt, ji niha û şunde jî em tenê nahêlin. Dibe ku wan li Meclîsê parlementeriya wî xistibin lê me parlementeriya wî nexistî ye. Gergerlîoglû parlementerê me ye.”
 
'BIRYAREK BÊHIQÛQÎ YE'
 
Hilbijêreke din Selda Îlgoz jî da zanîn ku wan Gergerlîoglû hilbijartî ye, şandiye Meclîsê û got: “Parlementeriya mirovekî ku li Kocaeliyê 90 hezar deng stendine bi awayekî bê hiqûqî tê xistin. Sûcê tê îdiakirin ku Gergerlîoglû kiriye ne sûcekî ku bibe sedemê rakirina destnedayîna wî.” Îlgoz anî ziman ku ji ber Gergerlîoglû neheqiyên li Tirkiyeyê derdixistin holê parlementeriya wî xistin û wiha got: “Gergerlîoglû li Meclîsê li ber xwe dide. Em jî li pişt parlamenterê xwe ne. Parlamenterê me vîna me ye. Ji ber parlamenteriya wî li Meclîsê hat xistin parlementeriya wî nakeve. Parlamenterê me wê bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn vegere. Lê dema Gergerlîoglû vegerî Meclîsê kesên ev biryar îmze kirin nikarin li çavên wî binêrin.”
 
'EDALET JI BO HER KESÎ HEWCE YE'
 
Hilbijêrekî din Denîz Atalay jî diyar kir ku edaleta ji bo Gergerlîoglû hewce ye wê sibê ji bo her kesî hewce bibe û wiha axivî: “Esas dê edalet ji bo kesên vê bê edaletiyê dikin re hewce bibe. Wê demê jî kesekî ku mafê wan biparêze li Meclîsê namîne. Bila vê ji bîr nekin.”
 
‘EM BIRYARÊ NASNAKIN’
 
Hevseroka HDP’ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun jî da zanîn ku îro careke din bi bêhiqûqiyekê re rûbirû ne û wiha got: “Parlamenteriya Gergerlîoglû bi lîstikan hat xistin. Em vê biryara siyasî nas nakin. Em soza xwe ya têkoşîna ya bi parlamenterê xwe re dûbare dikin.” Aygun destnîşan kir ku di kesayeta Gergerlîoglû de vîna 90 hezar hilbijêran hatiye desteserkirin û got: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin û em ê her tim aştiyê biqîrin. Em her li cem parlamenterê xwe bin." 
 
'TU WATEYA BIRYARÊ TUNE YE'
 
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê Kadîr Demîr jî bi bîr xist ku tevî zextan hemû jî Gergerlîoglû bi 90 hezar dengan hatiye  hilbijartin û wiha got: "Ev biryarek siyasî ye. Ji bo gelê kurd tu wateya vê biryarê tune ye. Em bi hişmendiya ku şêxên kurdan darvekirine, serok û pêşengên kurdan avêtine girtîgehê û dixwaze her kurdî binpê bike re rûbirû ne. Parlementerê me bi xebatên xwe pergal teşhîr kir û rûyê wan derxist holê. Ji ber vê yekê hişmendiya faşîst a AKP’ê û MHP’ê destnedayîna parlamenterê me rakir û xwest tola xwe hilînin.”
 
MA / Kadîr Guney
 

Sernavên din

19/03/2021
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin