Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir

img
AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê di rapora Kovîd-19’ê ku eşkere kir de diyar kir ku li Amedê yên divê bihatana derzîkirin ji sedî 45’ê wan hatine derzîkirin. 
 
Odeya Bijîşkan a Amedê rapora nirxandina meha çile û sibatê ya Kovîd-19’ê bi raya giştî re parve kir. Ji bo eşkerekirina raporê li Odeya Bijîşkan civîna çapemeniyê hat lidarxistn û rêveberên odeyê beşdar bûn. Rapora kurmancî ji aliyê Seroka Odeyê Dr. Elîf Tûran ve û rapora tirkî jî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Odeyê Mûstafa Mesût Kaya ve aht xwendin. 
 
Rapora Odeyê wiha ye: 
 
“Ji 11'ê Adara 2020'an ku weqaya yekem hatî diyarkirin û vir ve,şewba Covid-19'ê bandora xwe li Tirkiyê didomîne.Li gel ku car caran hejmara weqayan kêm dibe jî,em dibînin ku hîna jî pêla yekemîn a şewbê nehatiye tepisandin.
Weqaya yekem a li Amedê di 18'ê adara 2020'an de hat tespîtkirin. Me jî wek Odeya Bijîşkên Amedê ji serê şewbê heta roja îro di derheqê rapor amade kirin û li gel daneyên ji qadên me yên xebatê hatî bi awayekî perîyodik me bi raya giştî re parve kirin. Wek Adara 2021'an hejmara weqayên Covid-19'ê ya cîhanê 120 milyon, hejmara miriyan jî 2,5 milyon derbas kirine. Li Tirkiyê hejmara giştî ya weqayan 2.750.000, hejmara miriyan jî 29.696 hatiye diyarkirin. Em dizanin ku ji destpêka şewbê heta niha rêvebirina pêvajoyê bi awayekî zelal nehat kirin,daneyên epîdemîyolojîk ên derbarê şewbê de bi rêbazên ji hev cudakirina nexweş-weqayan hwd. dane hatin berovajîkirin, hişê mirovan hat tevlîhev kirin, heta demeke nêz jî daneyên rast nehatin parvekirin. Her wiha çawa ku em belavbûna weqayan ya li Tirkiyê nizanin, ji ber ku ji aliyê Miduriyeta Tenduristiya Bajarê Amedê ve dane nayên parvekirin, em hejmara weqayan û miriyên bajarê xwe nikarin ji rayedarên têkildar hîn bibin. Di 20.11.2020'an de bi saya tevdîrên qismî yên dîsa hatî stendin û piştî bergeriyên TTB'ê yên li rayedaran hejmara weqayan nêzî rastiyê hatin eşkere kirin û ev yek ji aliyê civakê ve weke hişyariyek hat dîtin. Weke hemû Tirkiyeyê li Amedê jî leza zêdebûna weqayan û rêjeya tijebûna nexweşxaneyan de kêmbûn çêbû. Li Amedê rojê teqrîbî di 45-50 nexweşan de erêniya PCR tê dîtin.
 
Li Amedê di her du mehên dawî de pozîtîf derketina hejmara weqayan kêm bûye. Ev yek bingeha xwe ji gelek sedeman distîne. Gelê Amedê ji du pêlan ve pîk jiya û jêbexşiyeke xwezayî bidestxist, li dijî şewba ku em ew qasî di navê de ne, bûn xwedî zanîn û stendina tevdîran zêde kir. Bi rêya zêpandinan berhevbûna qerebalixan kêm bû, ji ber ku xuyakirina klînîk a Covid-19'ê guherî gelek kes wekî nexweş nehatin hesibandin û gelek kesan li ser lingan(pîyan)derbas kirin û di nava rêjeya weqayan de cî negirtin.
 
Pêvajoya parzakirinê jî weke pêvajoya şewbê pêbaweriya xwe winda dike. Li ser parzaya hatî peydandin ji gelek welatan encamên hevnegirtî tên, pêvajo bi zelalî bi rêve nayê birin, mijareke weke jêbexşînê hesas ku divê bi awayeke teknîkî û zanistî bê nirxandin,ji aliyê kesên eleqeya wan pê re tune yî û xwe wekî pisporê her tiştî dibînin, bi awayeke bêberpirsyarî tê nîqaşkirin. Ev sedem baweriya civakê ya li parzayê kêm dike û redkirina parzayê zêde dike.
 
Li Tirkiyê leza parzakirinê pir kêm e û herwiha li Amedê ji kesên hewce ye bên parzakirin niha tenê ji sedî 45 hatine parzakirin. Li hinek navçeyan ji bo parzakirinê derheqê parzayan de bangewazî jî nayên kirin. Pirsgirêkên di xizmetên tenduristiyê yên asta yekem de derdikevin û pirsgirêkên wek stendina randevûyan jî rêjeya parzakirinê kêm dikin. Di pêvajoyên randevûyan yên ji bo parzakirina mirovên temenê wan ji 65'an zêdetir e pirsgirêkên ciddî dertên. Ji bo mirovên van temenan de pirsgirêkên wekî randevû stendina li ser înternetê, li ser E-NABIZ'ê û li ser MHRS'ê derketine û herwiha di gerîna ALO182'de ji ber sekna zêde a li ser telefonê û gerînên zêde yên li ser telefonê  stendina randevûyan zaf dijwar bûye. Kesên zêdeyî 65'an nikarine heman rojê parza bibin û sepana wezaretê ‘Derzî bike (AŞILA)’ ku gelê Amedê hîn nebûye nizane bikarbîne û bi vê rêyê mirov dikare encax rojek şûnde randevû bistîne. Ji ber wan sedeman rêjeya parzabûna civakê kêm bûye.
 
Li gel ku li bajarê me rêjeya parzakirinê kêm xuya dike jî, çalakiyên danasîna parzayê nehatine kirin.Bi rêbazên bibandor civak ji bo jêbexşiyê nehatiye agahdar kirin,hemû berpirsyariya parzakirinê li ser milê xebatkarên tenduristiyê hat hiştin.
 
Ji 1'ê Adarê pê ve derbasbûyîna pêvajoya asayî bi xwe re hinek fikaran tîne. Dema mirov li belavbûyîna vîrûsa mutant a li cîhanê dinêre, pêşdibîne ku heke gav ji bo rewşa asayî bê avêtin wê bandoreke neyênî li ser tenduristiya civakê bihêle. Plansaziya vekirina dibistanan tê kirin lê bingeheke têr û tije ji bo vê rewşê nehatiye peydakirin. Li gel ku ji bo mamosteyan parza kêm hatîne dayîn, di vê rewşê de vebûna dibistanan wê bandoreke neyênî li ser tenduristiya civakê bike. Divê demildest mamoste û pîşeyên xweyî rîsk bêyî kêmasî bên parza kirin. Rêbaza parzakirinê ya li demeke dirêj belavbûyî, tekoşîna li dijî pandemiyê dijwar dike, jêbexşiya civakî pêk nayîne.
 
Xuya dike ku di pêvajoya Covîdê de xizmetên asta yekem nikarin bên dayîn. Lewma di mijarên weke parzakirin,tenduristiya zayendî û tenasûlê, nihêrînên penceşêrê û tenduristiya derdorê ku tenduristiya civakê ji bingehê  bibandor dikin xizmet nayê dayîn. Ji ber pandemiyê jinan nikarîne xwe bigihînin derfetên penahîyê,şêwirînê û piştgirî standinê. Her wiha gihîştina xizmetên tenduristiya zayendî û tenduristiya tenasûlê dijwartir bûye. Ji bo rêvebirina pandemiyê yekane rêya desthilat dizane û şîret dike ‘Jiyan di malê de hiltê’ ye. Bi vê yekê xwe di malê de girtin bixwe, li nava malê tûndiya li hemeberî jinê hêj zêdetir bû û da nîşandan ku ‘mal’ ji bo jinê ne cihek ewle, ciheke talûke ye, keda lênihêrînê qat bi qat zêde kir û mêtingeriyali ser jinê kûrtir kir.
 
Pêvajoya Covîdê di civakê de li gel hilweşîna bîyolojîk,di pirsgirêkên derûnî,civaknasî û aborî de jî xerab dike.Divê polîtîkayek tenduristiyê ku vê xerabiyê hemû bibe were çê kirin.Divê rêveberiya pandemiyê ya serveyî ,jor de ku reseniya xwecihî nahewîne,tenê ekonomîk-kapîtalîst were berdan û divê polîtîkayek li ser tenduristiya civakê,cudahiyên resen yên herêman dihewîne ,polîtîkayek bi STK'yên herêmî û odeyên herêmî re hevkariyê dike,polîtîkayek zelal ji bo tenduristiyê bide pêşiya xwe.Rêya tekoşîna  li dijî pandemiyê jî di vir re derbas dibe.
 
PÊŞNİYARÊN ME
 
1. Komîsyonên OHAL'ê ku rewşa KHK'yîyan lê tê nihêrîn bi hinceta pandemiyê hejmareke pir kêm dosyeyan dinêre. Pêşiya pandemiyê mehê 4000 dosye dihatin dîtin lê di hemû pêvajoya pandemiyê de derdora 3000 dosye bi encam bûne. Li bajarê me 137 kedkarên tenduristiyê ku bi KHK yan îhraç bûne hene. Ji bo ku barê xebatkarên tenduristiyê ku zêdebûyî bê kêm kirin, divê hemû xebatkarên tenduristiyê ku bi KHKyan îhraç bûbûn li karên xwe bên vegerandin.
2.  Divê tevdîrên ji bo ewlehiya kargehan bên zêdekirin, divê venêrîn xurttir bên kirin 
3.  Xebatkarên ASMê li ber qedanê ne. Divê barê karê wan li gorî sînorên mirovatiyê bê sererast kirin.
4. Nexweşiya Covid-19'ê ku hemû tenduristvan dema karên xwe dikin çê dibe pê bikevin û bimirin, bêyî lêgerîna sedeman, divê weke nexweşiya pîşeyî bê pejirandin.
5. Tenduristvanên li Covid19'ê ketin di krîterên vegera ser karî de, divê li gorî dijwariya nexweşiyê, barê vîral û xusara ji nexweşiyê mayî bên berçav kirin û li gorî azîneyên navnetewî bên diyar kirin.
6. Divê li dibistanan tevdîrên ji bo Covid19'ê bên zêde kirin, divê venêrîn bên xurttir kirin.
7. Divê DÎSKÎ demildest biryara xwe ya buhakirina avê betal bike, daxistinê ji bo heqê avê bike û divê ji welatîyên ku nikarin fatoreyên xwe bidin alîkariyê bike. Di pêvajoyeke wiha awarte de ava şebekê ku ji bo paqijiyê pêdiviyeke sereke ye divê bêpere bê dayîn.
8. Divê ji bo girtîgehan sererastiyên nû bên kirin, di nava girtiyan de bê cudahî naveroka efûyê bê berfirehtir kirin. Girtiyên nexweş ku rîska wan zêde ye divê demildest bên berdan.
9. Divê barê vîral yê xebatkarên tenduristiyê ku barê wan ê kar zêde ye bên berçav kirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê zêdetir bibe, pîşandinên nû û stendinên giştî bên kirin.
10. Xizmetên tenduristiya asta yekem ku di pêvajoya pandemiyê de têr nedikirin, divê li gorî civakbûnê û xwecihîbûnê ji nû ve bên sererast kirin.
11.Divê pêvajoya bi parzayên Covid19'ê re têkildar bê zelal kirin, bi şêweyeke ku baweriyê bide civakê bê meşandin. Divê demildest têra her qismên civakî yên bihîstiyar parza bên peyda kirin.
 
Weke Odeya Bijîşkên Amedê, em ê her tim parastina zanistiyê, xizmeta parastina tenduristiyê ya civakî bidomînin; em ê qewimînên derheqê parzayê de ji nêz ve bişopînin, hemû welatiyên xwe û hemû xebatkarên tenduristiyê agahdar bikin.” 
 
 

Sernavên din

19/03/2021
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin