Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê vekirina doza girtina partiya xwe de gotin li dijî îradeya gel darbe hatiye kirin û di rojeva gel de tecrîda li Îmraliyê heye û hewldana girtina partiya wan jî encama tecrîdê ye.
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rengekî awarte li hev civiya. Piştî civînê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
 
Bûldan destpêkê axivî û bal kişand ser tundî û astengiya 5 salên dawî ya li pêşiya HDP'ê û destnîşan kir ku gel vê polîtîkaya zordar jî wê ti carî dest ji siyaseta demokratîk bernedin, timî bi gel re bin û serî netewînin.
 
Bûldan wiha got: "Parlamenterên partiya me hatin girtin, hevşaredarên me ji wezîfeyê hatin dûrxistin, hatin girtin û qeyûm danîn şûna wan. Bi her awayî astengî danîn pêşiya partiya me. Tevî ku hilbijartin jî di nava şert û mercên demokratîk de nehate kirin, partiya me hem hevşaredarî qezenç kir, hem jî bi xurtî cihê xwe li parlamentê girt. Bi girtina wekîlên me dixwazin tola vê hilînin. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek parlamenterên me û hevşaredarên me girtî ne. Mirovên ku silav dane me hatine girtin.
 
Êdî ne tenê HDP'î, her wiha nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, bi hezaran mirovên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin hatine girtin. Girtîgehên Tirikyeyê bi zarokên vî welatî, bi ciwanên vî welatî dagirtî ne."
 
Bûldan anî ziman ku doh 2 bûyerên weke deqa reş li eniya Tirkiyeyê bimîne rû dan û got: "Berê jî wekîltiya hevalên me hate betalkirin, mîna Mûsa Farisogûllari, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Leyla Zana. Heman rêbaz doh careke din li parlamentê bi kar anîn. Me dît ku ev feraset dewam dike. Feraseteke darbeyê ye. Êdî ti cudahî û ferqa desthilatdariya AKP'ê û şirîkê wê yê biçûk bi yên ku 15'ê Tîrmehê bombe li sîwana meclîsê barandin nîne. Ji ber ku navê vê darbe ye, darbeya desteserkirina îradeya gel e."
 
Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hûn dikarin ji vê bawer bikin; heta doh 6 milyon mirovî deng dida me, lê niha bûye 12 milyon mirov. Rêjeya dengê me ji sedî 11.5, ji sedî 12 bû, lê doh êvarê bûye ji sedî 20. Bila kes ji vê gumanan neke. Em partiyeke welê ne ku bi rojeva rastî ya civaka Tirkiyeyê re eleqedar in. Rojeva gel birçîbûn e, xizanî ye, zilma li jinan e, tecrîd e."
 
'ROJEVA GEL TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ne tenê li Îmraliyê li dijî Ocalan, tecrîd li ser tevahiya Tirkiyeyê tê ferzkirin.
 
Bûldan wiha got: "Doza li dijî partiya me hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, pirsgirêkên vî welatî kûrtir dike. Pêwîstiya welêt bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Lewma em dibêjin, ku hûn çi dikin bikin em ê di rêya xwe de bimeşin. Yanî em ê bi rojeva rasteqîn a gelê xwe re mijûl bibin. Ev mesele êdî ne tenê meseleya HDP'ê ye, meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye."
 
BANG: EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN
 
Bûldan bang li hêzên demokrasiyê kir û got: "Ya ku îro li me hatiye kirin wê sibe teqez li we bê kirin. Ji ber vê yekê berpirsyariya me hemûyane ku li dijî vê neheqiyê û bêhiqûqiyê em bi hev re li ber xwe bidin. Bila kes moralê xwe xera neke, kes nekeve nava fikar û gumanan. Heta ku HDP hebe wê bi gel re be, wê siyaseta demokratîk bimeşîne.
 
'EM DI NEWROZÊ DE BICIVIN'
 
Bûldan bal kişand ser pîrobahiyên Newrozê jî û wiha got: "Em amadekariyê dikin ku li gelek deverên Tirkiyeyê bi coş û moraleke mezin cejna xwe Newrozê pîroz bikin. Di serî de gelê Kurd bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikim ku bi hev re têkoşîna demokrasiyê bimeşînin û tevlî pîrozbahiyan bibin. Newroz pîroz be."
 
SANCAR: ÎQTIDAR DIXWAZE BI VAN ROJEVAN TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE
 
Piştî Bûldan, Hevserok Mîthat Sancar jî axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar anî ziman ku îqtidar bi kirinên xwe Tirkiyê ber bi tariyê ve dive û dixwaze faşîzmê li her deverê bicih bike. Sancar destnîşan kir ku HDP fikr û ramanek gelek xurt e û HDP tenê ne avahiyek û tabelayek di heman demê gel e û heke qedandina gel mimkin bûya niha zûve HDP qediyabû. Sancar anî ziman ku îqtidara AKP'ê dixwaze bi van rojevan temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Sancar da zanîn ku her êrişek li dijî HDP'ê lixwemikûr hatina têkçûnê ye û ew hêza xwe ya herî mezin ji gelê xwe digirin. Sancar got her çi dikin bila bikin wê partiya wan HDP bi bawerî û piştevaniya gelê xwe rê û rêwîtiya xwe berdewam bike. Sancar anî ziman ku HDP siberoja xelkê ye û ji bo xwedî derketina siberojê divê her kes xwedî li HDP'ê derkeve. Sancar diyar kir ku HDP di siyaseta demokratîk de bi israr e û wê bi helwest û berxwedana xwe îqtidarê têk bibe. Sancar anî ziman ku îdianameya derbarê vekirina doza girtina partiya wan de belav bûye û heta niha îdianameyek ji wan re nehatiye şandin. 
 
LI QADÊN NEWROZÊ DÊ GEL XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVE
 
Sancar anî ziman ku serkeftin wê her tim a wan be û li pêşiya wan pîrozbahiyên Newrozê hene û wê gel li qadan mil bide milê hev û xwedî li HDP'ê derkeve. Sancar got ew Newroza tevahiya gelan pîroz dikin. Sancar got ew ê li dijî van sepanan siberojê "nexşerêya" xwe jî diyar bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Sancar bal kişand ser îdayên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got îdiayên derbarê Ocalan, betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û hewldana girtina partiya wan ne tesadufî ne û ev mijar hemû bi hev ve girêdayî ne. Sancar got ew dizanin ku biryarên derbarê partiya wan de li qesran hatiye girtin. 

Sernavên din

19/03/2021
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin