Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce

  • jin
  • 10:37 19 Adar 2021
  • |
img

AGIRÎ - Sema Yuce ku yek ji jinên bi dildariya xwe ya berxwedan û azadiiyê wate û girîngiyek mezin dane Newrozê, ligel ku 23 sal bi ser çalakiya wê re derbas bûn jî, hîna rêya bi hezaran jinan ronî dike.

 
Gelên Rojhilata Navîn îsal carek din amadekariya pêxistina agirê Newroza ku li dijî hikumdar Dehaqê zalim bûye remza têkoşîna Kawayê Hesinkar, dikin. Mîna salên derbasbûyî, îsal jî çavên herkesî li pîrozbahiyên bajarên heremê yên bi milyonan tên pîrozkirinin. Newroza îsal ku bi diruşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, serbikevin” wê bê pîrozkirin. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan a di sala 1982’yan de, bi pêxistina sê niftikam bedena xwe da ber agir re, li bajarên heremê Nerwoz êdî bi girseyî hat pîrozkirin. Salên dûre jî, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan, Bedriye Taş (Ronahî) Nîlgun Yildirim (Berîvan) û Sema Yuce, canê xwe dan ber agir û bi agirê canê xwe pîrozbahiyên Newrozê hîn zêde bi wate kirin.
 
JIYANA BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ
 
Jina serhildêr Sema Yuce ku yek ji jinên li dijî zextên li ser gelê Kurd, di Newrozan de benda xwe kirin meşaleyên geş, di sala 1971’an de li gundê Qerxalîxa Jêrê ya girêdayî navçeya Dutax a Agiriyê çavên xwe li cîhanê vekir. Yuce piştî xwendina xwe ya pêşîn û lîseyê, di sala 1987’an de Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Ortadogu (ODTU) qezen dike. Yuce div an salan de heta bêje rastî zext û zordestiyan tê. Yuce hîna xwendekara pola 3’yemîn bû, beşdarî nava PKK’ê dibe û di sala 1992’yan de, li Agirê di encama ixbarekê de tê binçavkirin û dure tê girtin. Doz derbarê wê de tê vekirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Sema Yuce di 21’ê Adara 1998’an de, li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dide ber agir û bi canê xwe Newrozê pîroz dike. Yuce ya 84 rojan li Nexweşxaneya Fakulteyê ya Tipa Cerrahî ya Stenbolê tê dermankirin, di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dide.
 
SEMA DILDARA AZADIYÊ BÛ
 
Yuce berî ku bedena xwe bide ber agir, bi armanca balê bikişîne ser polîtîkayan li dijî gelê Kurd nameyekê dinivîse û li du xwe dihêle. Yuce, di nameya xwe de, bal dikişîne ser dildariya xwe ya azadiyê ya li dijî koletiyê û vê pênaseyê dike: “Jin, çirûskên agirê gelê Kurd ên dibin xelîne. Jinên ku ji xeliya xwe ji nû de dizên, wê bibin raçandina azadiya Kurdistanê. Ez dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe, ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê bikim pireke ji agir. Ji bo ku ez bibim xwendekareke baş ê Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan û hemû şehîdên me, ez dixwazim mîna Zekiye bişewitim û mîna Rahşan jî bibim Newroz.”
 
BI SEDAN BÛN ‘SEMA’
 
Yuce bi watedayîna Newrozê, navê xwe li dîrokê nivîsand, hem bi nameya xwe û hem jî, bi çalakiya xwe ji bo jinên Kurd mîrateyek pir mezin hişt. Piştî ku Yuce jiyana xwe ji dest da, bi taybetî li bajarên herêmê, gelek malbatan zarokên xweyên keç bi navê Sema mezin kirin û hîna jî navê Sema li herêmê pir nûjene. Navê Sema ku bi awaza Hozan Serhat a “Keça serhildêr a Agiriyê” hîn zêdetir hat naskirin, dûre li gelek saziyên jinan ên herêmê hat kirin.
 
DAYIKA YUCE: EM ŞOPDARÊ WÊ NE
 
Dayika Sema Yuce Zennûr Yuce, têkoşîna keça xwe ya 23 sal bi ser mirina wê  re derbas bû vegot û wiha got: “Hemû berxwedan û xebata wê ji bo gelê wê bû. Ciwanên Kurd bi salane li dijî zextan têkoşîna xwe bi rêve dibin. Keça min jî, yek ji van ciwanan bû. Ez bi wê serbilindim. Heya ku em saxbin, emê şopdarê têkoşîna wê bin. Em soz didin wan, tişta bikeve ser milê me em ê bikin.”
 
MA / Gokhan Altay
 

Sernavên din

19/03/2021
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin