Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin

img

STENBOL - Welatiyên suryan, hemşîn, çerkes, kurd, ermen, rum, laz, ereb, gurcu û roman ji bo serdemên tarî ronî bikin her kesî vexwendin qada Newrozê û wiha gotin: “Werin em bi hev re xwe bi ser agire Newrozê re biavêjin.”

 
Newroza Stenbolê wê di 20’ê adarê bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê yên ku wê li Qada Yenîkapiyê saet di 11.00’an de dest pê bike, berdewam dikin. Welatiyên suryan, hemşîn, çerkes, kurd, ermen, rum, laz, ereb, gurcu û roman jî ji bo tevlibûna Newrozê bang kirin.
 
‘EM ZÊDETIR BI HÊVÎ NE’ 
 
Edîp Arslan ê suryan diyar kir ku Newroz ji bo gelên Mezopotamyayê tê wateya saleke nû û wiha got: “Ez hêvî dikim ku Newroz bibe wesîleya hemû gel wekhev, adil, azad û jiyaneke bi zimanê dayika xwe bijîn. Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku Suryanan çi kişandine. Lê êdî bes e, bila zarokên me nekişînin. Ez hêvî dikim ku Newrozên pêşiya me bi hêvîtir bibin. Ez herkesê vedixwînim ku em bi hev re bi ser agirê Newrozê re xwe bi avêjin.”
 
JI BO TARITIYÊ RONÎ BIKIN…
 
Solîst û damêzrênerê Koma Muzîkê ya Vova Hîkmet Akçîçek ê hemşîn jî diyar kir ku li cem hemşînan çanda Newrozê tune ye û got: “Em Newroz û wateya Newrozê pişt re hîn bûn. Ji bo kurdan roja têkoşîn û bîranînê ye." Akçîçek anî ziman ku weke welat di pêvajoyeke tarî de derbas dibin û wiha got: “Em pêvajoyeke totalîter ku hewayê aştiyê ji holê hatiye rakirin, ji derveyî aqil, dijîn. Ji ber vê yekê ji bo ev yek ji holê rabe hemû çalakiyên rihê berxwedanê derxînin holê bi qiymet in. Hêvî dikim ku agirê Newrozê yê îsal were pêxistin bi bibe wesîleya welatekî ku gel bi hev re û wekhev di nava aştiyê de bijî.” Akçîçek ji bo pêvajoya tariyê ronî bibe bang li herkese kir ku agirê Newrozê pêxin.
 
JI GELÊ GURCU RE BANG
 
Damezrênerê Navenda Zimanê Gurcuyan û Nivîskar Eşref Yilmaz jî destnîşan kir ku Newroz gelek taybetmendiyan di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Em weke navenda ziman difikirin ku di 21’ê Adarê de banga aşitiyê an jî mijareke mîna wê bikin.” Yilmaz, gelê gurcu vexwend Newrozê û wiha axivî: “Em weke nunerên gelê Gurcu em girîngî û wateya Newrozê ji komên Gurcu yên li der dora xwe re vebêjin.”
 
VEXWENDINA NEWROZÊ
 
Endamê Lijneya Weşanê yê Rojnameya Jinepsê Erdogan Yilmaz ê çerkes jî wiha axivî: “Ji bo hemû gel li cîhaneke hê bêtir demokratik, ronahî û xweş bijîn hêvî dikim ku weke xwezayê zindî bibin. Cejna Newrozê ya herkesê pîroz dikim.” Endamê Lijneya Weşanê yê Rojnameya Jinepsê Yaşar Guven ê Çerkes jî diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelen cîhanê meha pêşwazîkirina biharê ye û wiha got: “Hêvî dikim ku zext û mêtin êdî bi dawî bibe. Ez difikirim ku şuna qedexekirinê herkes dikare bi bergiriyan beşdarî Newrozê be. Bi vê wateyê hemû gelan vedixwînim qadên Newrozê.” 
 
AGIR WÊ HER KESÎ RONÎ BIKE
 
Nivîskar Kayûş Çalikman Gavrîlof ê ermen jî da zanîn ku li cem ermenan jî pîrozbahiyeke weke Newrozê heye û wiha axivî: “Li gel Newrozê bi xwezaya careke din şîn dibe re hêviyên me jî ji nûve şîn dibin. Hêvî dikim ku banga gelan a pîrozbahiya hevpar bersiv bigire. Ji ber ku ew agir wê herkesê ronî bike.”
 
AŞTÎ, TENDURISTÎ Û ARAMÎ
 
Katrîn Nikolao ya ji gelê rûman jî destnîşan kir ku Newroza 2021’an ji salên din girîngtir e û wiha got: “Di pêvajoya ku pandemî, bê hiqûqî, birçîtî, tarûmarkirina ekolojiyê zêdebûyî de girîngiya Newrozê zêdetir dibe. Hêvî dikim ku Newroza îsal ji gelên li ser axa me û cîhanê dijîn re aşitî, tenduristî û aramiyê bîne.”
 
NEWROZA GELAN
 
Lêkolînera Çanda Laz Îrfan Çagatay jî diyar kir ku di çanda Lazan de tiştên wisa nînin û wiha axivî: “Li Behrareş bi têkildarî hatina biharê bi navê “martdokûsû” pîrozbahî tên kirin. Îro tên ba hev û xwarin tê xwarin. Li Stenbolê Newroz weke cejna cîranên me tê pîrozkirin. Bi taybetî cejna kurdên li Tirkiyeyê ye. Ez Newroz gelan pîroz dikim.”
 
ROJA BÊJIN ‘NA’ YE
 
Nivîskar Meryem Fehîme Orûç a femînîst û elewiya ereb jî wiha got: “Bila bi agirê Newrozê tundî bi dawî bibe. Em hemû bi cesareta xwe bêjin na. Em ji tecrîda girtîgehan re bejin na. Bila bi agirê Newrozê qirêjiya me biçe. Hêvî dikim ku tundiya li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Irak, Îran û Sûriyeyê diqewime xelas bibe. Ji ber ku mirovatî dimire.”
 
JI BO DAXWAZA EDALETÊ
 
Derhêner û aktivîst Elmas Arûs a roman jî anî ziman ku Newroz remza azadiyê ye, îsal jî ji bo romanan bi têkoşîna bêedaletî, cihekarî û xizaniyê derbas dibe û wiha got: “Em ê agirê Newrozê îsal jî ji bo rojên aşitî û edaleta civakî bi hev re werin, em ê agirê Newrozê pêxin." 
 
‘EM AGIRÊ NEWROZÊ BILIND BIKIN' 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşi jî têkildarî Newrozê  wiha got: “Weke sala 2020’an di sala 2021’an de jî zext û zor bi heman awayî didomin. Em li Newrozê agirê berxwedanê bilind bikin û pergala zextan bi dawî bikin.”

Sernavên din

19/03/2021
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin