Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!

img
ENQERE - Danişîna 10’emîn a doza bersûcên firar û Erman Ekîcî yê ji doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ji sûcên li dijî mirovahiyê tên darizandin hat lidarxistin. Li dijî helwesta kêfî ya serokê dadgehê di danişîna beriya vê de nîşanda bû ji aliyê Tirkiyê însan beşdar bûn û 2 ewyanên danişînê tije kirin. 
 
DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Enqereyê êrişa bombeyî pêk anî bû. Doza têkildarî komkujiyê ya derbarê bersûcan de didome. Danişîna 10’emîn a doza bersûcên firar û Erman Ekîcî yê ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin dest pê kir.
 
Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Parêzer û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî û beşdarên ji aliyê Tirkiyê hatin tevli danişînê bûn. Erman Ekîcî yê bersûc jî ji girtîgeha lê tê girtin bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Ji ber tevlibûna zêde 2 eywanên danişînê hatin vekirin û herdu jî tije bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. 
 
SEROKÊ DADGEHÊ BI GEFXWARINÊ DEST BI DANIŞÎNÊ KIR 
 
Serokê dadgehê yê nîv saet dereng hat danişînê bi gefan dest bi danişînê kir û got: “Bêyî ku kes mafê axaftinê bigire bila neaxive. Dema bersûc biaxive bila kes nekeve navberê. Heke em kesan tespît bikin ku dikevin navberê em ê di danişînên din de wan negirin hundir.” 
 
Ji parêzerên dozê Senem Doganoglû li dijî gefên serokê dadgehê bertek nîşan da û dive ewilî mexdûr werin parastin. 
 
KOMELEYA 10’Ê COTMEHÊ YA AŞTIYÊ XWEST TEVLI DOZÊ BIBE 
 
Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî got ew dixwazin ku darizandina ji niha şûn ve serbixwe were birêvebirin. Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê ya Aştiyê parêzer Mehtap Sakîncî jî xwest ew wek komele tevli danişînê bibin. 
 
Parêzerê bersûc xwest daxwaza tevlibûna dozê were redkirin û xwest li ser “xerakirina pergala danişînê” eywan were valakirin. 
 
JI BILÎ HEVJÎNÊ XWE KESEK DIN NAS NEKIR!
 
Buşra Şahîn a hevjîna Muhammet Zana Alkan ê îfadeyên wî di danişîna beriya vê nîvco mabû wek şahid hat guhdarkirin. Ji parêzerên dozê Eylem Sarioglû derbasî beyanên darizandinê bû û wêneyan ji tabletê nîşanî şahid Buşra Şahîn da. Şahîn îdia kir ku ji wan wêneyan ew tenê hevjînê xwe nas dike û bersûcên din nas nake. 
 
KÊMASIYÊN DI DARAZÊ DE HATIN RÊZKIRIN 
 
Parêzeran derbarê dozê de agahî da şandeya dadgehê ku hatiye guhertin û kêmasiyên di darizandinê de rêz kirin û gotin ev 5 sal û nîv e ev doz didome. 
 
Ji parêzerên dozê Îlke Işik jî li ser kêmasiyên di dosyeyê û darizandinê de sekinî û got ev komkujî li Dîlokê hatiye pilankirin. Işik anî ziman ku darizandina bersûcên firarî di rûniştekên vala de berdewam dike û ji bo bê zanîn ew li ku ne tu tiştek nehat kirin. Işik got 5 sal in daxwazên ew dikin têkildarî berpirsiyar werin darizandinê ye û bi salan e DAIŞ li vî welatî xwe birêxistin dike lê tişta herî nebaş jî ew e ku kesî derbarê wan de tiştek nekiriye. Işik anî ziman ku berpirsiyariyek li pey hev div ê komkujiyê de heye. 
 
AGAHIYÊN POZÎSYONA RÊXISTINÎ PARVE KIR 
 
Parêzer Eylem Sarioglû jî derbarê bersûcên ji dosyeyê tên darizandin agahiyên pozîsyona rêxistinî parve kir. 
 
HER KES BI SEROKÊ DADGEHÊ KENIYA 
 
Sarioglû da zanîn ku bersûcên firar ên ji aliyê polîsan ve hatine tespîtkirin ku li kampên Sûriyê ne hêj neanîne Tirkiyê. Li ser vê yekê serokê dadgehê got “çima ew teslîmî me nakin.” Li ser van gotinan her kes li eywanê bi serokê dadgehê keniya. Sarioglû da zan3in ku ew dixwazin ew jinên hevjînên bersûcan in werin guhdarkirin û ew dixwazin bersûcên firar ên li kampan bînin danişînê. 
 
Piştî axaftina parêzeran şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

21/03/2021
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da