Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir

img
MELETÎ – Îkbal Yalçin û zarokên xwe yên 11 û 12 salî ku duh ji ber rengên xwe yên kesk, sor û zer li qada Newrozê ya Meletiyê hatin binçavkirin, piştî berdana xwe li hewşa mala xwe bi agirê ku pêxistin Newrozê pîroz kirin.
 
Îkbal Yalçinkaya (43) ku li navçeya navendî Batalgazî ya Meletiyê dijî û bi malbata xwe re debara xwe bi cotkariyê dike, ji zarokatiya xwe ve tevlî hemû pîrozbahiyên Newrozê bûye û bi gotina wê jineke “Hezkiriya Newrozê” ye. Yalçinkaya, vê hezkirina xwe bi nav danîna Newroz a li golika wan a ku beriya du rojan bûye berdewam kiriye. Ji ber pandemiyê sala borî Newrozê li hewşa mala xwe pîroz kiriye, lê îsal ji beriya çend hefteyan ve amadekariyên Newrozê kiriye. 
 
BI SAETAN NEHATIN BERDAN
 
Piştî van amadekariyên xwe duh dema ku Yalçinkaya, bi keça xwe Med (12) û kurê xwe Rohat (11) re çû qada Newrozê ya Meletiyê, ji ber şala bi rengên kesk, sor û zer a bi wan re hat binçavkirin. Yalçinkaya û her dû zarokên xwe piştî ku bi qasî saetekî li qada Newrozê ji aliyê polisan ve hatin desteserkirin, pişt re hatin binçavkirin. Piştî ku 3 saetan li Miduriyeta Polisan a Meletiyê hatin ragirtin hatin berdan.  
 
DÎSA LI MAL PÎROZ KIRIN 
 
Ji ber vê astengiya polisan Yalçinkaya û zarokên xwe mîna para dîsa li hewşa mala xwe agir dadan û Newroza xwe pîroz kirin. Yalçinkaya û zarokên xwe bi ser agir de qewaz dan û serboriya xwe ya duh ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. Yalçinkaya, diyar kir ku ji bo pîrozkirina Newrozê bi çoş û kêfeke mezin ji mal derketine, lê ji ber şala bi rengê kesk, sor û zer a li serê keça wê, polisan wan dane sekinandin û nehiştine bikevin qada Newrozê.
 
WÊ ZAROKAN 12 SALÎ ÎFADE BIDE DOZGER
 
Ylaçinkaya, da zanîn ku polisan bi qasî saetekê lê têketina qadê dane rawestandin û têkîldarî binçavkirina wan ev tişt gotin: “Piştre me birin TEM’ê. Ji bo îfadegirtinê min kirine odeyekê. Dema ku îfadeyên min girtin, bi hinceta av vexwarinê çûm odeya zarokên min lê. Min dît ku pirsa ji zarokên min dikin. Ji ber ku destûr ji min negirtibûn min bertek nîşanî wan da. Ji keça min pirsîne ku şalê li kur kiriye. Li ser şalê tu remz nînin. Tenê ji ber rengên wê yên kesk, sor û zer me girtin. Piştî 2 saetan me birin şaxa zarokan. Li gel ku keça min 12 salî derbarê wê de jî dosya amade kirin. Ragihandin ku wê ji ber ber rengan biçe îfade bide dozger. Heke zarokek 12 salî biçe dozgeriyê tiştekî ku ji vê dewletê re bibêjim tuneye.” 
 
‘EM Ê SALEKE DIN JÎ BI RENGÊN XWE TEVLÎ NEWROZÊ BIBIN’
 
Di berdewamê de Yalçinkaya, destnîşan kir ku dema ku li TEM’ê bûne zarokê wê tirsiyane û timik pirsa ku wê çi ji wan bikin kirine û ev tişt anîn ziman: “Min jî wan aş dikir. Newrozê li me kirine şehr. Me her sal li qadên Newrozê cih digirt lê me îsal Newrozê li miduriyeta polisan derbas kir. Em ji coşa Newrozê bûn. Em tenê ji ber rengan hatin binçavkirin. Hewl didin mirovan bitepisînin, lê em ê dîsa li qadan bin. Em têk naçin û sala bê em bi coşeke mezin dîsa bi rengên xwe tevlî Newrozê bibin. Ji ber rengan heman tiştî dikin bila bikin.”
 
‘ÇAVÊ POLISAN LI SER MIN BÛ’
 
Med a 12 salî ku ji ber şala li serê wê malbata wê hat binçavkirin jî derbarê serboriya wan de wiha axivî: “Dema em ketin qadê çavê polisan li ser min bû. Hesteke pir xerab hebû. Me dan sekinandin û gotin ku wê gazê ekîbê bikin. Wê demê ez gelek tirsiyam. Dema ku dayika min ji bo îfadeyê ket hundir bêyî ku ji dayika min destûr bigirin min û birayê min kirin odeyekê û pirsan ji me kirin. Ji min pirsa ku min şalê li kur kiriye kirin. Min jî got, ‘Min ji jinên ku di 8’ê Adarê de belav kirine girtiye’. Timik navekî dixwestin. Dipirsîn ku min çima daye serê xwe, wateya wê çî ye? Û digotin, qedexe ye. Ji ber ku min Newrozê bi coş pîroz nekir xemgîn bûm.”
 
Rojhatê ku bi dayik û xwûça xwe re polisan ew bir TEM’ê jî ev tişt gotin: “Em çûn Newrozê lê me negirtin pîrozbahiyan. Min digot wê dayika min bigirin û gelek ditirsiyam.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

23/03/2021
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê
18:29 Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan
18:20 Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir
17:55 Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin
17:55 Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin
17:40 Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e
17:17 Cizîrî bûn yek deng: Azadî
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû