* Hevserokê Giştî yê DBP'ê ji bo îdianameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin got: "Daraz bûye buroyeke hiqûqê ya AKP û MHP'ê."
* Pêkhateyên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglûyê HDP'î û binçavkirina wî anîn ziman û li dijî êrîşan ji bo têkoşînê bang li her kesî kirin.
* Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 116 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 95’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 78’emîn de dewam dikin.
* Çalakliya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 14'emîn de, li ber Edliyeya Rihayê wê dewam bike.
* Li Riha, Îzmîr, Wan û Stenbolê, wê derbarê fesxkirina Peymana Stenbolê de daxuyanî bên dayîn. (12.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, bi gotina "Ger hevalên me tinebin, em jî nînin" wê ji bo 6 hevalên xwe yên di şermezarkirina qeyûmde hatin girtin, starta boykotkirinê ya 6 rojan li Qada Kampusa Başûr a Bogazîçiyê bidin.
(12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê, wê li ber avahiya navçeya navendê Newrozê pîroz bike. (12.00-17.00)