Di rojeva jinan de berxwedan heye

img

ANTALYA - Jinên antalyayî êrîşên li ser Peymana Stenbolê û biryara fesixkirina wê wekî "îqtidar ji jinan ditirse" nirxandin û gotin: "Em ê dakevin qadan xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin." 

 
Piştî ku bi îmzeya Serokomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê hat fesixkirin, jinan û gelek derdoran bertek nîşanî vê yekê da. Li Antalyayê jî jinan destnîşan kir ku dê mafên xwe yên bi dest xistine biparêzin û ji bo vê jî dê bitêkoşin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Antalyayê Tulîn Uçdal, diyar kir ku peyman li dijî tahdeyê ji bo jinan ewleyiyek bû û ji ber ku berpirsiyarî daye ber dewletê, hedef hatiye girtin. Uçdal, anî ziman ku peyman di sala 2011'an de hatiye îmzekirin lê belê îqtidara AKP'ê ji bo vê tu gav neavêtine û got: "Dev ji pêşîlêgirtina tahdeyê berde, îqtidarê bi polîtîkaya bêcezatiyê kiryar wêrek kirin."
 
Uçdal, diyar kir ku îqtidar hebûna jinan tamûl nake. Uçdal, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê destkeftiyeke têkoşîna jina ye û dê bi daxwaza "yekzilamî" neyê tunekirin. 
 
BÊHUKM E 
 
Parêzeer Aylîn Onûrsev ku li ser navê Kolektîfa Feminîst a Antalyayê axivî, diyar kir ku îqtidar hêzê ji newekehviya cinsiyeta civakî digire û got: "Lewma biryara serokomar, di warê hiqûqî de bêhikm e. Peyman hîn jî di meriyetê de ye. Ev biryar, li dijî Qanûna Bingehîn û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye. Bi vê biryarê rêgezên Qanûna Bingehîn, hikmên nayên guherandin û peymanên navneteweyî yên maf û azadiyan ku Tirkiye jî îmze daniye binî wan, hatine binpêkirin."
 
Onûrsev, destnîşan kir ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin û got: "Em ê paş de gav navêjin, nehêlin destkeftiyên me ji dest me biçin. Em li vir in, naçin tu derî jî." 
 
TIRSA ÎQTIDARÊ 
 
Ebrû Întîbay jî ku li ser navê Jinên Halkevcî ya Antalyayê axivî, diyar kir ku kî serî netewîne, îqtidar mafê wan ê jiyanê binpê dike û bal kişand ser kuştina jinan, taciz û tecwizê. Întîbay, destnîşan kir ku derdora herî mezn a ku serî li ber îqtidarê natewîne jin in û got: "Sedema ku Peymana Stenbolê ev qasî ji xwe re kirine xem jî tirs e. Tirsa ji jina ye. Neyteke me ya ku em li bendê bin li Meclîsê biryara fesixkirinê bê sekinandin tune ye. Em ê li qadên bajêr xwe birêxistin bikin, li atolyeyan, li ber deriyên malan, li hemû qadan ji bo Peymana Stenbolê xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Cihê jinên ku mafên wan hatine xespkirin berxwedan e û kuçe ne." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Berpirsiyara Meclîsa Jinên Pêşverû ya Antalyayê Ayer Guneşhan jî diyar kir ku îqtidara ku jinan û LGBTÎ+yan hedef digire careke din diyar kiriye ku li cem kesên ku tahdeyê li jinan dikin û wan dikujin cih digire û got: "Peymana Stenbolê, temînata mafên me û jiyana me ye." 
 
Guneşhan got: "Em vê biryara serokomar nas nakin. Em jinên Meclîsa Jinên Pêşverû em ê li dijî vê pergala ku kujeran diparêze ltu carî dev ji têkoşînê bernedin." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

25/03/2021
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin