AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê tevî astengiya polîsan jî çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, xwest li BER Peykerê Mafê Mirovan ê li Parka Koşûyolû daxuyanî bide çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û hin nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl çûn parkê lê bi dorpêçkirina polîsan re rûbirû man.
DESTÛR NEDAN DAXUYANIYÊ
Cîgirê Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Îrfan Soner ji bo daxuyanî bidin bi polîsna re hevdîtin kir lê belê polîsan ji ber gotinên “tecrîd û greva birçîbûnê” destûr neda daxuyaniyê.
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Tevî astengiya polîsan jî komê çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê û pişt re belav bûn.