AMED - Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, gardiyan û eskeran bi ser qawîşan de girtin, dest danîn ser alavên girtiyan û li 2 girtiyên li dijî vê yekê derketin xistin.
Di demên dawî de, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, gardiyan bi ser qawîşan de digirin û li girtiyan dixin. Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin bi dest xistin, esker û gardiyenan îro di saetên serê sibê de, bi ser qawîşan de girtine.
Hat diyarkirin ku esker û gardiyenan, dest danîne ser eşyayên girtiyan. Hat destnîşan kirin, esker û gardiyenan li 2 girtiyên li dijî vê pêkanîne derketine, xistine.
Hat ragihandin ku girtiyan bertek nîşanî lêdana li hevalên wan hatiye dane û ev pêkanîn bi berzkirina dirûşmeyan şermezar kirine. Gariyan û eskeran, li ser vê yekê êrişî girtiyan kirine û cardin girtî Hemdusena Ada û girtiyê paşnavê wî nehat zanîn Mirxan derp kirine û kirine hucreyên yek kesî de.