Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir

img

RIHA - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku duh bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ew vê hevdîtinê qebûl nake û got: “Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin.”

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi şertên tecrîda girankirî re rûbirû ye. Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de cara yekem bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî 27’ê Nîsanê duh jî Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtinek pir kin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di kêliya hevdîtinê de telefon hatiye qûtkirin. Her wiha Hamîlî Yildirim ê li gel Ocalan dimîne jî hevdîtinek kurt kir û telefona wî jî hatiye qûtkirin. Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî yên li gel Ocalan dimînin bi helwesta protestokirina tecrîdê hevdîtinê red kirin. 
 
Mehmet Ocalan hevdîtina li gel kekê xwe Abdullah Ocalan ji ajansa me Mezopotamya (MA) re parve kir. 
 
 
MEHMET OCALAN BI TENÊ LI DOEYÊ BÛ 
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku kesek ku xwe wek Midurê Girtîgeha Îmraliyê daye nasîn di 24’ê adarê de saet di 18.00’an de lê geriyaye û wiha got: “Ji min re gotin divê roja 25’ê adarê saet di 13.45’an de biçî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re hevdîtinê bikî. Ez serê sibê çûm Rihayê û di wê saetê de jî çûm Edliya Rihayê. Rayedarên wir jî haya wan ji hevdîtinê hebûn. Piştî 10 deqîqeyan min birin qata jêrê û li odeya ku tenê xebatkarek hebû. Ji min re gotin tu yê li vê odeyê bi kekê xwe re hevdîtinê bikî.” 
 
ABDULLAH OCALAN: PIR TALÛKE HEYE 
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku telefon lêdaye û bi vekirinê re kekê wî Ocalan jê ev pirs kirine: “Tu çawa hatiyî vir? Kî te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?” Mehmet Ocalan derbarê hevdîtinê de axaftina xwe domand: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.” 
 
‘BILA KES JI BO MIN NEMIRE’ 
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku armanca hatina wî ya hevdîtinê jî yek jê ew bûye ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin e û wiha got: “Serok got ‘Ez naxwazim kes ji bo min di greva birçîbûnê de û di zindanan de bimire. Min viya berê jî gotibû, niha dîsa dibêjim. Ne hewceyî vê yekê ye jî. Ev tiştek gelek giran e. Divê hûn viya li ber çavan bigirin.’ Em nêzî 4-5 deqîqeyan axivîn. Dengek pir zirav bû. Ez bawerim dengê Serok bû. Serok ji min re got ‘Êv hevdîtinek pir şaş e. Ev ne hevdîtin e.’ Piştî wisa got telefon qût bû.” 
 
TELEFON QÛT BÛ 
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li ser qûtbûna telefonê ji rayedarên li wir amade bûne re rewşê ragihandiye û wan jî xwestiye ew bisekine û wiha domand: “Pişt re telefonek din jî hat. Yê geriya kesek din bû. Ji min re got divê tu bisekinî û divê ez wir neterikînim. Nêzî 10-15 deqîqeyan sekinîm. Pişt re min got telefon nayê. Min ji rayedarên wir re jî ragihand. Pişt re ji min re gotin ku hevdîtin qediyaye.” 
 
BANG LI KONSEYA EWROPAYÊ KIR 
 
Mehmet Ocalan bang hem li dewletê kir hem jî li her kesê xwedî bi wijdan kir û wiha got: “Tiştên diqewimin qet nayê qebûlkirin. Di zindanê de mafê însanek ên demokratîk û yasayî hene. Li gorî yasayên Tirkiyê ji 15 rojan carek mafê me yê hevdîtinê heye. Me di telefonê de hevdîtin kir. Ew jî 4-5 deqîqe berdewam dike. Her hefte mafê hevdîtina parêzeran heye. Salek e hevdîtin nehatine kirin. Ev li kîjan devera cîhanê heye? Me rûbirû hevdîtin nekiriye. Ev antîdemokratîk e. Ev li gorî hiqûqa tirk jî nayê qebûlkirin. Em ji vir carek din bangî CPT, Konseya Ewropa, parêzvanên mafê mirovan, rewşenbîr, însanên demokrat dikin. Divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev yek nebe rewşek pêkenokî. Heke em welatiyê vir bin, mafê me jî yê yasayî û demokratîk heye. Em dixwazin ev mafên me werin nasîn.” 
 
‘DIVÊ PIR NEYÊ HILWEŞANDIN’ 
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku tiştên diqewimin êdî nayê birêvebirin û gotinên xwe bi dawî kir: “Berpirsiyar kesên Serok radestî Tirkiyê kirine jî heye. Ez bang li wan jî dikim. Divê tavilê malbat û parêzer dikaribin biçin hevdîtinê. Bi hezaran însan di greva birçîbûnê de ye. Ev 22 sal in dewlet Serok di girtîgehê de radigire. Hevdîtina 4-5 deqîqeyan pêkenok e. Serok di navbera gelan de pirek e. Mafê tu kesî nîne ku vê pire hilweşîne.” 
 
MA / Bariş Polat - Lezgîn Tekay
 

Sernavên din

28/03/2021
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin