Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî

img

ENQERE– Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza girtina HDP'ê diyar kir ku îqtîdar pêşeroja Tirkiyeyê tarî dike û wiha got: "Tu fêdeya tecrîdê ji bo Tirkiyeyê tune. Bi tecrîdê Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî. Dîsa bi daxwaza girtina HDP'ê pêşeroja Tirkiyeyê tarî dikin." 

Piştî 11 mehan di 25'ê Adarê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Lê piştî axaftina 4 deqiqeyan axaftina telefonê qut kirin û carek din destûr nedan ku bi telefonê bi axive. Dîsa serdozgeriya Komarê ya  Enqereyê der HDP'ê de îdeaneme amade kir û xwest HDP bê girtin. Der barê 687 rêveberên HDP'ê de heta 5 salan qedexeya tevlêbûna siyasetê xwest. Li ser vê yekê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li HDP'ê doz vekir. Piştî daxwaza girtina HDP'ê û qutkirina telefonê ya li ser Ocalan duh pirsa "Li Îmraliyê çi dibe" zêde hat pirsîn. Têkildarî geşedanên dawî Cîgirê Hevserokê Giştî HDP'ê Tayîp Temel, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'PÊDIVIYA GELÊ KURD Û TIRKIYE BI DIYALOG Û MUZAKEREYAN HEYE' 
 
Temel, ewil tecrîdkirina Ocalan nirxand û wiha got: "Tercîd ne li gorî fêdeya Tirkiyeyê ye. Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiyeyê davêjin bîrek bê bê binî. Tecrîd astengiya herî mezin a li pêş çareseriya  aştiyane û diyalogê ye. Hûn çawa binirxînin binirxînin bi her awayî tecrîda Îmraliyê ji bo vî welatî bîrek tarî û bê binî ye. Tecrîd, ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoya şer, qeyran û aloziyê ye. Ji ber vê yekê pêdiviya gelê Kurd û Tirkiyeyê bi pêvajoya diyalog û aştiya civakî heye. Divê pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Nêzî 40 sal in ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin şer heye. Çareserî rêbaza diyalog û muzakereyê ye. Ne tecrîd e. Nasname, maf, heq û hiqûqa Kurdan nayê naskirin. Birêz Ocalan jî tîne ziman ku pêwist e pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Birêz Ocalan ji bo rêbazên çareseriyê gelek pêşniyar kirin. Gelek proje pêş xistin. Lê li dijî van pêşniyar û projeyên çareseriyê tecrîd giran kirin. Hevdîtinên li Îmraliyê rawestandin. Bi vê yekê hem şer zêde bû hem jî rageşî zêde bû. Li aliyê din bi milyonan kesên ku Birêz Ocalan wekî navnîşana çareseriyê dibînin jî tên tecrîdkirin. Gel ev daxwazên xwe li Qadên Newrozê dubare anîn ziman. Tenduristiya Ocalan bûye tenduristiya milyonan mirovan."  
 
TEQEZ EV NE HEVDÎTIN E'
 
Temel, qutkirina telefona li ser Ocalan jî nirxand û wiha axivî: "Teqez mirov nikare vê axaftina bi telefoyê wekî axaftin û hevdîtinê qebûl bike. Ev ne hevdîtin e. Bi vê yekê dixwazin fikar, hêrs û daxwazên bi milyonan manîpule bikin. Ji bo manîpulekirin û şolîkirinê destûr dan ku bi telefonê bi axive û qut kirin. Her ku fikar û pirsên 'Li Îmraliyê çi debe? Çima hiqûqê naxin meriyetê? Çima parêzer nikarin biçin Îmraliyê? Çima têkiliya Ocalan a bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk re qut dikin?' zêde dibin, îqtîdar pir qurnaz nêzîk dibe. Telefon jî amûra vê rêbaza qurnaz e. Ji ber vê yekê axaftina bi telefonê teqez mirov nikare wekî hevdîtin qebûl bike. Ev ne hevdîtin e. Bi vê yekê fikar û hêrsa milyonan zêdetir bûye. Ji bo fikara milyonan manipule bike ev rêbaz pêş xistin. Ev rê û rêbaza kûrkirina tecrîdê ye. Bi qutkirina telefonê û axaftina bi rêbaza telefonê fikar bêtir mezin kirine. Divê teqez rayedar aşkere bikin ku çima telefon qut bûne. Lê hêj rayedaran der barê vê yekê de tu daxuyanî nedane. Ji bo me, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û ji bo gel ev teqez nayê qebûlkirin. Bi vê telefonê nîşan dide ku êdî hiqûq li Îmraliyê hatiye rawestandin. Rêbaza axaftina bi telefonê û qutkirina telefonê teqez li dijî hiqûqê ye. Her tiştên ji bo Birêz Ocalan tê kirin, li dijî heq û hiqûqê tê kirin. Li ser hesabê politîk tên kirin. Divê vê yekê terk bikin." 
 
'GEL DI NEWROZÊ DE AŞKERE DAXWAZÊN HEVDÎTINA BI OCALAN RE ANÎ ZIMAN' 
 
Tayip Temel, bal kişand ser peyamên di Newrozê de derketin pêş jî û wiha berdewam kir:" Gel di Newrozê de pir aşkere xwest ku agahiyê ji Îmraliyê bigirin. Gel aşkere azadiya Ocalan xwest. Diyar kir ku êdî tecrîd nayê qebkûlkirin. Bi vê telefonê xwest vê daxwazê manîpule bikin. Dixwazin wekî hevditin hatiye kirin nîşan bidin. Dixwazin bi vê rêbazê daxwaz û nerazibûnên gel bi vê yekê bitepisînin. Di telefonê de wekî Birêz Ocalan jî anî ziman ev rê û rêbazên hevdîtinê nayên qebûlkirin. Birêz Ocalan xwest hiqûq pêk bê. Xwest parêzer biçin Îmraliyê. Di vê kêliyê de telefon qut kirin. Ev fikarê bêtir zêde dike. Rê û rêbaza axaftina telefonê li dijî hiqûqê ye. Girtiyên din li malbatên xwe digerin û axaftin li malê tê kirin. Girtî li malbatên xwe digerin û di axivin. Lê ya Birêz Ocalan li Edliyeyê tê kirin. " 
 
'DAXWAZA GIRTINA HDP’Ê BÊZARIYA ÎQTÎDARÊ YE' 
 
Temel, li ser daxwaza girtina HDP'ê jî rawestiya û wiha got: "Daxwaza girtina HDP'ê teqez tengezarî û bêzariya îqtîdarê nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku êdî nikare li hemberî siyaseta HDP'ê bi ser bikeve. Êdî felsefe û bîrdoziya HDP'ê heyvanê xwe girtiye. HDP nûnertiya gelê Kurd û hemû Tirkiyeyê dike. Pêkhateya nûnertiya hemû gelan e. Bi daxwaza girtina HDP'ê dixwazin daxwaza gelê Kurd ên azadiyê bitepisînin. HDP, teqez xwedî hêz e ku di pêşerojê de karibe Tirkiye bi rêve bibe. Xwedî paradigmaya ye. Ev paradîgmaya demokratîk e. Daxwaza girtinê êrîşa li dijî vê fikrê û paradîgmayê ye. Girtina HDP’ê ne ji bo pêşeroja aram û ronî ya  Tirkiyeyê ye. Dijberî vê yekê bi girtina HDP'ê dê pêşeroja Tirkiye tarî bikin û aramiyê tune bikin. Hewldana tunekirina hemû rê û rêbazên çareseriyê ye. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir talûke ye. Daxwaza girtina HDP'ê talûkeyek mezin e li pêşiya Tirkiyeyê. Dixwazin nasnameya Kurdan û hemû nasnameyên din li dervê siyaset û pergalê bihêlin. Hikûmetên berê jî ev yek beriya îqtîdara AKP-MHP'ê xistin meriyetê. Ev encamek çawa bi xwe re anî her kes vê yekê dizanin. Dixwazin Kurdan li derve bihêlin û rêbazên çareseriyê tune bikin. Dixwazin Kurdên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin ji holê rakin. Vê yekê bi tecrîdkirina Birêz Ocalan pêk tînin. Ewil Birêz Ocalan tecrîd kirin û piştre li gelek navendên Rojhilata Navîn şer pêş xistin. Rojava dagir kirin. Bi dehan caran li Başûrê Kurdistanê operasyon li dar xistin. Dixwazin pirsgirêka Kurd bê bê muhatab bihêlin. Daxwaza girtina HDP’ê perçeyê vê yekê ye. 
 
HDP muxalefetiyek bi wêrek û zelal dike. Li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê serî natewîne. Ji ber HDP li ber xwe dide êrîş dikin. Dixwazin ve berxwedanê bişkînin. Dixwazin muxalefetek bê HDP ava bikin. Naxwazin kes hesab ji politîkayên qeyûm, qesp û nerilêtiyê bipirsin. HDP xeta sêyemîn e. Ne mecbûrê du aliyan e. Partiyek alternatif e. 
 
Li dijî vê yekê mirov dikare konferansa demokrasiyê ya berfireh pêk bîne. Mirov dikare forumên hiqûq û edaletê pêk bîne. Divê bê zanîn ku HDP tu carî ji giraniya xwe ya xweser tawîzan nade û dê rêya xwe berdewam bike. 
HDP bawer dike ku ev doza girtinê ne hiqûqî û rewa ye. Bawer dike ku ev dozek siyasî ye. HDP dê bi parastinek qurt a hiqûqê bersîva vê yekê bide. Ne pêkan e ku HDP li dervê hevsengiya hilbijartinê bê hiştin. Ne pêkan e qad ji faşizmê û sazumankarên otoriter re bê hiştin. Gelek hilbijêrên HDP’ê û amadekariyên wê hene. Divê HDP neyê girtin. Ku bê girtin jî cemawerî û gelê me li dijî vê yekê bêdeng namîne. Amadekariyên HDP'ê hene. Ev ne tenê partiyek e. Ev tevgerek e. Ev fikrek e. Fikr û tevger nayê girtin. Niha em li ser alternatifan hûr dibin. 
 
MA / Dîren Yurtsever – Selman Guzelyuz 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/03/2021
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye