Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt

img
ARTVÎN - Şandeya HDP’ê diyar kir ku ji bernameya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’ a li Artvînê hêz û moral girtin û dan zanîn ku wê seredanên xwe yên herema Behra Reş a “tekperestî” lê tê ferzkirin veguhêzin bajarên cuda.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed, Wan, Îzmîr û Mêrsînê vê carê jî li navçeya Hopa ya Artvînê bernameya xwe ya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’ temam kir. Seredanên Şandeya ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Parlementer Erol Katircioglû û ji rêveberên partiyê pêk dihat, di çarçoveya bernameya 2 rojan de li navçeyên Hopa û Kemalpaşayê yên Artvînê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyî, nûnertiyên karkeran û kargeh ziyaret kirin. Şandeya ku her cihê çûnê bi eleqeke mezin hatin pêşwazîkirin, tê payîn ku wê di rojên pêşiyên me de rapora derbarê pirsgirêkên bajar de amadekirin bibin rojeva Meclîsê. Navên ku di nava şandeyê de cih girtin, li Behra Reş bi tabloyeke çawa re rûbirû man û pirsgirêkên diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.
 
PAYLAN: ME HÊZ GIRT
 
Garo Paylan ê HDP’î diyar kir ku di rojeva desthilatê de “zilm” heye lê ew bi pirsgirêkên gel re mijûl dibin û anî ziman ku li her derê welat ziyaret dikin. Paylan da zanîn ku ji Behra Reş a herî dawî ziyaret kirin moral girtin û wiha got: “Ez roja yekşemê li Newroza Amedê bûm. Li wir gelê me qada Newrozê dagirt û xwedî li vîna xwe derket. Em bi govendan bi gelê xwe re hatin gel hev. Pişt re bi gelê Behrareş re me horon lîst. Behrareş hêz da me. Em ê bi hêza vir berdewam bikin."
 
FERZKIRINA YEKPEREST
 
Paylan, bal kişand ser erdnîgariya Behra Reş ku xwedî pir nasname û pir çand e û got “yekperestî” li wir tê ferzkirin û ji ber vê gelek êş hatine serê wê herêmê. Paylan destnîşan kir ku li dijî vî hişmediyê bi taybetî îtîrazeke Rojhilatê Behra Reş heye û wiha berdewam kir: “Ev hijmendiya yekperest bi me hemûyan da windakirin. Em difikirin ku Behrareş vê hişmendiya pir nasnameyî heq dike. Ev hişmendî di HDP’ê de heye. Me ev li Behrareş vegot û em fêm kirin. Rûyê mirovan keniya. Ji ber vê me dît ku divê bêtir li Behrareş bibin. Bihêlin bila ew bi girtina HDP’ê re mijûl bin. Me li vir dît ku HDP gel e.”
 
‘EM PÊŞBIRYARAN DIŞKÎNIN’
 
Paylan diyar kir ku tê xwestin HDP li bajarên heremê bi sînor bikin û li dijî vê yekê bi gel re di nava dan û stendinê de ne e û vê pêşbiryarî şikandine. Paylan da zanîn ku welatiyên Behra Reşê ji wan re gotine “Em ji bo tiştên cuda difikirîn lê me dît ku hûn bi derdên me re derdnak bûn" û ragihand ku wê di rojê pêş de bi heremên cuda seredanên wan bidomin. Paylan destnîşan kir ku derdên Behra Reş û Mêrsînê, Amed û Wanê wek hev in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em difikirin ku di demekî nêz de hilbijartin û veguhertinek çêbibe. Em hêvî dikin ku veguhertineke demokratik pêk were. Em dixwazin li Tirkiyeyê bibin perçeyekî rêveberiyê. Em ji ber vê yekê derdên Tirkiyeyê qeyd dikin. Em ê pêşniyarên xwe yên çareseriyê û polîtîkayên xwe deynin holê.”
 
KATIRCIOGLÛ: EM BI DEWLEMENDDÎ JI HERÊMÊ VEDIQETIN 
 
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî diyar kir ku ew bi xwe jî ji Behra Reş e û ji ber ew bi zehmetiyên heremê dizanin lewma hatine serdana herêmê. Katircioglû anî ziman ku li gel hemû zehmetiyan tura heremê ew bi kelecan kirine û wiha axivî: “Min li vir sempatiya li hemberî partiya me dît. Ji ber pir nasnamebûnê li hemberî partiya me eleqeyeke girîng hebû. Dixwazin HDP’ê weke partiya kurd nîşan bidin. Lêbelê em ji pekhateya kesên li Tirkiyeyê mexdûriyetê dijîn û hîs dikin pêk tên. Wê demokrasiyeke pir nasnameyî çawa çêbibe? Wê demokrasiya heremî çawa bixebite? Em bersiva van pirsan digerin. Ji ber vê yekê em ji heremê bi dewlemendî vediqetin.”
 
WÊ HEVDÎTIN BIDOMIN
 
Katircioglû da zanîn ku welatiyan di seredanan de ji dil pirs ji wan dipirsîn û wiha got: “Wê ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ berdewam bikin. Em dixwazin hemû bajarên Tirkiyeyê bigerin. Ev seredanên yek carî nabin. Em têkiliyên xwe yên bajarên em çûnê berdewam dikin. Em pirsgirêkên li wan deran teqez dibin Meclîsê.”
 
TAKA: DESTPÊKEKE BAŞ BÛ
 
Endamê MYK’a HDP’ê Huseyîn Taka jî anî ziman ku pirsgirêkên gel li ser hev kombûne û wiha got: “Gel ev pirsgirêk ji me re parvekirin. Di encama xebatên xwe de me dît ku HDP di çarçoveya demokrasiya Tirkiyeyê de li cihekî çiqas girîng disekine. Li gel dorpêçkirina cidî ya herema Behrareş jî seredanên me dengekî xurt dan. Seredana ku me cara ewil pêkanî bû destpêkeke baş.” Taka diyar kir ku ew dixwazin van seredanan veguhêzin bajarên din ên Behra Reş jî û got: “Em bi peywîreke dîrokî re rûbirû ne. HDP’ê li Behrareş gelek pirsgirêk jiyan. Em bi zextan re rûbirû man. Lê di serdemeke ku girtina partiyê tê axaftin de ji bo xwedî derketina partiye ev seredan girîng bûn.”
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

28/03/2021
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye