PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e

img
ENQERE – Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, di encamnameya civîna xwe ya awarte de ev tişt got: "Roj roja têkoşîna hevpar a ji bo demokrasiyê ye. HDP wê li ser rêya xwe be. Em ê HDP'ê biparêzin."
 
Meclisa Partiyê ya HDP'ê, di navbera 28-29'ê adarê de civîna xwe ya awarte pêk anî. HDP’ê encamnameya civîna xwe aşkera kir. HDP’ê encamnameya xwe bi daxuyaniyekê ragihand û di encamnameyê xwe de ev nirxandin kir: “Roj roja têkoşîna hevpar a ji bo demokrasiyê ye. HDP wê li ser rêya xwe be. Em ê HDP'ê biparêzin.” 
 
Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê wiha ye:
 
"Em ê heta hetayê HDP'ê biparêzin û teqez li ser piyan bisekinin…
 
Di 28-29'ê Adara 2021’an de Meclîsa me ya Partiyê civîna xwe ya awarte li dar xist. Di civînê de bi taybetî li ser doza girtinê ya partiya me, nîqaş hatin kirin: 
 
GEL LI ÎRADEYA XWE YA SIYASÎ Û LI SIBEROJA XWE XWEDÎ DERDIKEVE
 
Di pîrozbahiyên Newrozê de, gelê me li hemberî vekirina doza girtinê, li partiya xwe û li îradeya xwe ya siyasî bi awayekî xurt û bi dilsozî xwedî derket. Bi milyonan kes, Newroza xwe bi awayekî bi heybet pîroz kir û daxwazên xwe yên demokrasî, edalet, aştî û azadiyê û daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi bawerî anîn ziman. Bi vî awayî bîr û baweriya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi awayekî eşkere derket meydanê û peyamên zelal ji bo desthilatiyê û muxalefetê hatin dayîn. Tiştê ku ji bo îro û siberojê hêviya me geş dike, beşdarbûna ciwanan û jinan e ku wan bi hemû hêz û enerjiya xwe, kelecan û coşa xwe, li qadên Newrozê daxwaza azadiyê anîn ziman.
 
EV DOZEKE GIRTINÊ YA JIRÊZÊ NÎNE, OPERASYONEKE BERFIREH A TÊKBIRINÊ YE
 
Doza ku ji bo girtina partiya me hatiye vekirin, ji hin dozên girtinê yên berê yên ku em jî parçeyekî wê xeta siyasî ne cudatir e. Bi van êrişên giran, beriya her tiştî dixwazin tevgera siyasî ya Kurd ji qada siyaseta demokratîk tesfiye bikin. Bi vekirina doza girtinê, dixwazin li aliyekî polîtîkaya înkara Kurdan a dîrokî bidomînin, li aliyê din jî hewldana sazûmankirin û birêkûpêkirina faşîzmê temam bikin. Vekirina doza girtinê, parçeyekî dijminahiya Kurdan û berdewama rejîma qeyûman e. Loma jî ew ne dozeke hiqûqî, lê dozeke siyasî ye.
 
Vekirina doza girtinê ya partiya me, êrişeke berfireh e li ser tevgera siyasî ya Kurd û hêzên ked, aştî û demokrasiyê ya ku di HDP’ê de bûne yek. Êrişeke giran e li dijî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê yên wek ked, ekolojî û azadiya baweriyê û têkoşîna hevpar a hêzên Tirkiyeyê. Êrişeke giran e li dijî armanca me ya welatê hevpar, cumhuriyeta demokratîk û pêkvejiyana gelan.
 
HDP, bi polîtîkayên xwe û bi rêxistina xwe, partiyeke jinan e. Êrişên li ser partiya me, di heman demê de êriş û derbeke li dijî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan û destketî û îradeya jinan e. Hişmendiya ku doza girtinê li partiya me vekiriye û Peymana Stenbolê betal kiriye heman hişmendiya yekparêz, nîjadparêz, zayendparêz û mêrparêz e. Lewre, têkoşîn û bîr û baweriya siyasî ya jinan li dijî tundî, kuştin û destdirêjiyê di heman demê de helwesteke xurt e li dijî êrişên li ser partiya me jî.
 
EM Ê BI HEV RE OPERASYONÊN TUNEKIRINÊ TÊK BIBIN
 
Desthilatiya AKP-MHP’ê, bi her awayî di nav qeyraneke giran a siyasî û aborî de ye. Wê tifaqê, niha zext û zordariyeke giran li ser darazê ava kiriye û bi vekirina doza girtinê, mihendisiya siyasî dike û dixwaze hemû destketiyan tune bike û biçe hilbijartinan. Lê em dikarin bibêjin ku ev plana wan wê bi ser nekeve.
 
Partiya me, ji mîrasa berxwedan û têkoşînê hêzê digire û bi piştgiriya milyonan li ser piyan e. Bi vê baweriyê wê ji îro şûnde jî bi bîr û bawerî têkoşîna xwe bidomîne û van lîstokên qirêj pûç bike û vê mîrasa berxwedanê bidomîne. Em careke din tînin ziman, yê ku dîrokê diafirîne û dinivîse gel in; têkoşîna wan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye.
 
HDP wê bi bîr û bawerî têkoşîna xwe bidomîne. HDP, ji avahî û şexsan pêk nayê. HDP, bi berdêlên giran heta îro hatiye û mîras û fikriyata têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser vê xakê ye. HDP, siberoja ronak a Tirkiyeyê ye û di tarîtiyê de meşaleyek e. HDP, hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê ye. HDP, deng û soza wijdana civakê ye.
 
Daxwaza girtina HDP’ê, wê bi têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokrasiyê bê berterefkirin. HDP, navenda têkoşîna hevpar a gelan, baweriyan, ciwanan, jinan, karkeran, kedkaran, teqawidan, esnafan, cotkaran û hemû bindestan e. Ew hêz wê têk neçe û berovajî wê, wê mezin bibe, bihêz bibe û wê bibe hêviya siberojê ya Tirkiyeyê.
 
BANGA ME LI MILYONAN E, LI GELÊN TIRKIYEYÊ YE…
 
Meclîsa me ya Partiyê, li hemberî vekirina doza girtinê, ji bo ku rol û mîsyona partiya me biparêze, mezin bike û opsiyonên rewa yên hiqûqî û siyasî karîger bike, Hevserokên me yên Giştî û Desteya me ya Rêvebirina Navendî rayedar kiriye. 
 
Partiya me li hemberî vekirina doza girtinê, wê bi hemû hêza xwe, wê di serî de bi Meclîsa Partiyê, bi Koma me ya Meclîsê, bi rêxistinên bajar û navçeyan, bi Meclîsên Jinan û Ciwanan, bi gelê me yê fedakar û wêrek û dilsoz û bi hêzên demokrasiyê, wê bi ruhê berxwedanê û seferberiyê bersivekê bide. HDP gel e, HDP mafdar e û HDP ji mafdariya xwe hêzê digire û wê bi wê biryardariyê bi ser bikeve.
 
Vekirina doza girtinê, ne tenê êrişeke li partiya me ye. Ew doza girtinê, di şexsê HDP’ê de êrişa li temamî hêzên demokratîk û muxalefeta siyasî û li hemû destketiyên wan e. Bi awayekî eşkere dixwazin ku hêviya gelek aliyên muxalif bi vekirina dozê bişikînin, muxalefeta civakî û siyasî bêbandor bikin.
 
Ji bo wê jî, banga me li temamî hêzên demokrasiyê, muxalefeta demokratîk, aliyên dînî û baweriyê, civaka Elewiyan û gelê me yê bawermend e: werin em bi hev re vê planê têk bibin, berteref bikin. Ev banga me li temamî aliyên ku aştî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin e. Ev banga me her wekî din, li raya giştî ya demokratîk ya navneteweyî ye. 
 
Roj roja xwedîderketina li HDP’ê û destketiyên me ye; roj roja demokrasî, edalet, hiqûq, azadiya mirov û heq, wekhevî û azadiyê ye.  Roj roja parastina nirxên mirovahiyê, bîr û baweriyê ye. Roj roja têkoşîna hevpar e ji bo demokrasiyê. 
 
HDP wê têkoşîna xwe bidomîne. Em ê HDP’ê biparêzin û li ser piyan bisekinin. Em ê vê fikriyatê û hemû çavkaniyên ku hêzê didin vê fikriyatê biparêzin û bi serbilindî wê alaya têkoşînê radestî nifşên nû bikin. 
 
Banga me li her kesî ye, li milyonan e: werin em bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Oxira me wê bi xêr, serketina me wê bi heybet be. 
 
EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN…"
 

Sernavên din

31/03/2021
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!