Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin

img

WAN - Danişîna ewil a rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, dê di 2'yê nîsanê de bê lidarxistin. Bîlen û Ûgûr gotin: "Divê em ne di girtîgehê de, li qadê li dû nûçeyan bin." 

Li navçea Şax a Wanê welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût hatibûn binçavkirin û paşê ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî ji helîkopterê hatibûn avêtin, bi çend rojan Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Salan jî ji ber nûçeyên derbarê vê bûyerê de di 9'ê Cotmeha 2020'an de hatibûn girtin û nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût jî bi awayekî negirtî tê darizandin. Danişîna ewil a rojnamevanan dê di 2'yê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê bê lidarxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku her 5 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxsitinê" bên cezakirin. Her wiha rojnamevan Nazan Sala bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî tê tawanbarkirin. 
 
Beriya danişînê rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, peyamek şandin û ji bo piştevaniyê bang li rêxistinên rojnamevanan kirin. 
 
BÎLEN: ROJNAMEVANÎ TÊ DARIZANDIN 
 
Rojnamevan Bîlen, di hevdîtina bi rêya telefonê de ji bo piştevaniyê bang li rêxistinên pîşeyî û rojnamevanan kir. Bîlen, di peyama xwe de destnîşan kir ku di şexsê wan de rojnamevanî tê darizandin, ji lew re xwedîdrketina li vê dozê tê wateya parastina rojnamevanî û azadiya fikr û ramanê. Bîlen, destnîşan kir ku divê rojnamevan ne di girtîgehê de, li qadê li dû nûçeyan bin. Her wiha Bîlen, ji bo îdianameya derbarê wan de jî bilêv kir ku di îdianameyê de tu delîleke ku bibe cihê sûcekî tune ye. Bîlen, diyar kir ku kêfa wan li cih e û got: "Bi hêviya siberojên azad." 
 
ÛGÛR: ÎDIANAMEYA ŞERMÊ 
 
Ûgûr jî di nameya xwe de diar kir ku nêzî 6 mehan e bi awayekî bêhiqûqî girtî ne û ji bo îdianameya derbarê wan de jî destnîşan kir ku "îdianameya şermê" ye. Ûgûr, di nameya xwe de aniye ziman ku di îdianameyê de pritûk, kovar û rojnameya Yenî Yaşamê wekî materyalên qedexe hatine lansekirin û got: "Tiştekî bi awayekî qanûnî tê çapkirin û belavkirin wekî delîlên sûc hatine hesibandin. Ev tiştekî trajîkomîk e. Îllegalîzekirina Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî îroniyeke êşbar e. MA, li vî welatî dengê kesên dengê wan nayê bihsîtin bixwe ye. Ez jî nûnerê MA'yê yê Wanê me. Şaxa me girêdayî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ye. Kesên dixwazin MA'yê wisa nîşan bidin, dixwazin çapemeniyê hemû têxin bin kontrola xwe. Ji ber ku em ji çanda çapemeniya azad tên, di li cem me telîmat û serîtewandin tune ye û yê tune be jî." 
 
Ûgûr, di nameya xwe de bal kişandiye ser hevpeyvîna bi malbata girtiyê nexweş Engîn Aktaş ku rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" û wekî sûc hesaibandina hevpeyvînê jî û gotiye: "Me ev bêhiqûqîtî ragihand gel. Wekî sûc hesibandina vê yekê, tê wateya binpêkirina mafê nûçewergirtinê yê gel." 
 
Ûgûr, bal kişandiye ser nûçeya derbarê Osman Şîban û Servet Tûrgûtê ku ji helîkopterê hatin avêtin û gotiye: "Me bi beyanên şahidan, raporên nexweşxaneyê û wêneyan îşkenceya heyî aşkere kir. Lê meqamên fermî bi daxuyaniyên li hev dernediketin xwestin ser bûyerê bigirin. Ji dêvla ku vê îşkenceya li hemberî mirovahiyê sûc bû bê aşkerekirin, ketin pêyî hesabê 'em ê çawa ser bigirin.'" 
 
Ûgûr, di dawiya nameya xwe de gotiye: "Çi dibe bila bibe, em ê her tim rojnamevaniyê bikin. Ji lew re rojnamevanî ne sûc e." 
 
MA / Gokhan Altay

Sernavên din

02/04/2021
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in