Mûnzûr qirêjî dibe

img

DERSIM - Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku ava cihokan a diherike Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne zirareke mezin didin xwezayê û got: "Di nêz de wê bi navê Dersimê tiştek nemîne." 

Di demên dawî de Mûnzûrê ji qirêjiyê xalî nabe. Li gelek deverên rêya navenda bajêr û Pulurê lodên çopan hene. Ji ber vê bêhneke nexweş ji derdorê tê. Qeraxa Çemê Mûnzûrê û qadên daristanî ji bermayiyên xwarinê û tiştên plastîkî xalî nabin û her wiha ji ber ku li navçeya Pulurê tesîsa dawerivandina avê tune ye, avên cihokan hemû diherikin Mûnzûrê û ev yek zirarê dide tendursitiya mirovan, nebatan û heywanan. 
 
Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku avên cihokan ên diherikin Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne, zirareke mezin didin xwezayê, lewma divê tesîsên bermayiyan bên çêkirin. 
 
'NE ÇOPÊ, HEZÊ BIDIN XWEZAYÊ'
 
Arslan, diyar kir ku heya niha ji bo cihokên diherikin Mûnzûrê tu çareyek nehatiye dîtin û got: "Pêşî divê pergala binerdî bê çareserkirin. Tesîsên dawerivandinê tune ne. Bermayî hemû rasterast diherikin Mûnzûrê û tevli robarê Pulumuriyeyê dibin. Di demên dawî de Meclîsa Bila Mûnzûr Azad Biherike û parêzer ji bo çêkirina tesîsên dawerivandina avê hin xebat kirin. Bermayiyên mirovên serdana warê me dikin û şêniyên bajêr, qeraxa çem gemarî dikin. Bermayiyên wan, şûşeyên wan ên araqê û şûşeyên plastîk hemû li qeraxa rê kom bûne. Ev çop ê xwezayê bikujin. ev zirarê didin heywanan, masiyan, nebatan, avê û hemû candaran. Xweza xwe nû dike, lê gava tu zirarê bidê em ê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimînin. Mirov vê avê vedixwin, bax û baxçe pê tên avdan. Divê rayedar tevdîrina bigirin. Em dixwazin ev av biherike. Bi taybetî divê gelê me bi hestiarî tevbigere. Divê hurmeta me ji xwezayê re hebe. Ne çop, hezê li xwezayê bihêlin." 
 
‘ÎQTIDARÊ XWEZAYÊ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIR' 
 
Arslan, gotinên qeyûm Walî Tûncay Sonel ku di sala 2016'an de tayinî şaredariya HDP'î hatibû kirin û gotibû "em ê bikin bihuşta turîzmê" bibîr xistin û destnîşan kir ku di bin navê turîzmê re xwezayê veguherandine qada rantê. Arslan, anî ziman ku bi terîbata hatiye kirin re xweza bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû maye. Arslan got: "Îqtidarê xwezayê pêşkêşî alîgirên xwe kir. Heger qeyûm ji bo qewîkirina jiyanê xebatek kiribûna, pêşî ê meseleya çopên li xwezayê lod bûne û avên bermayî çareser bikira. Îhaleyên bi milyonan tên kirin, lê tesîseke dawerivandinê û bermayiyan nayê çêkirin. Her wiha di bin navê turîzmê de ji bo raftîngê beton rijandin orta Mûnzûrê. Bi vî awayî rêya masiyan girtin." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Arslan, destnîşan kir ku îqtidar ji bo rantê xwezayê bi talûkeyeke mezin re rû b rû hiştiye û got: "Li herêmên kurdan mudaxileyî xwezayê tê kirin. Xebata peyzajê ya li Avzêmên Mûnzûrê, betonkirin, nêçîr, çêkirina qereqolan hemû mudaxile ne. Heger em bi destên xwe çopan bavêjin, em ê xwe bi xwe dawiya xwe bînin. Heger em xwezayê tune bikin û taşerontiya van şîrketan bikin, di nêz de yê bi navê Dersimê tiştek nemîne. Ev îqtidar, bi şîrketan xwezayê tune dike. Di warê hawirdorê de tecrûbeyek me heye. Divê gelê me hemû ji bo Dersimê, ji bo erdnîgariya me û ji bo Tirkiye û hemû cîhanê, li dijî êrîşên li ser hawirdorê bitêkoşe." 

Sernavên din

02/04/2021
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in