‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'

  • rojane
  • 09:00 1 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA – Ji 72'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 4 roj man. Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê bûye rojbûna gelê kurd û got: "Ev manewaiyateke girêdayî têkoşîna gelê kurd e. 4'ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin, rojbûna gelê kurd e.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin, di 4'ê Nîsanê de yê bibe 72 salî. Her wiha çavê gelê kurd jî li çalakiyên rojbûnê yên li gundê Amarayê ne. Biraziyê Ocalan Parlemneterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan behsa pîrozbahiên berê ên li Amarayê kirin. 
 
Omer Ocalan, dara fisteqan a 300 metreyî dûrî gund e nîşan da û diyar kir ku Rêberê PKK'ê li bin wê darê pirtûk dixwendin, lewma ev dar ji bo Ocalan dareke taybet e. 
 
‘GELÊ KURD BAŞ DIZANE' 
 
Omer Ocalan, bilêv kir ku Rêberê PKK'ê li bin vê darê bi hevalên xwe re sohbet dikir û got: "Gava behsa 4'ê Nîsanê tê kirin, ewilî gundê Birêz Ocalan Amara tê bîra mirov. Çima Birêz Ocalan? Birêz Ocalan, di siyaseta kurdî de xwedî rol û mîsyonekê ye. Berê çemekî bi aliyekî şaş de diherikî rast kir û têkoşiya. Gelê kurd, baş bi vê dizane." 
 
‘ROJBÛNA GELÊ KURD' 
 
Ocalan, diyar kir ku pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê ku ji sala 2004'an ve tên pîrozkirin, heya niha gelek caran hatine astengkirin û got: "Di pîrozbahiya 2009'an de hêzên dewletê ciwanên kurd Mûstafa û Mahsûm şehîd kirin. Piştî vê her sal ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesî berê xwe da Amarayê. Pîrozbahiyên girseyî hatin kirin. Ya herî bicoş, a 2015'an bû. Bi hezaran kes wekî qernewalê 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Ev manewaiyateke girêdayî têkoşîna gelê kurd e. 4'ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin rojbûna gelê kurd e. Ji lew re; kurd, ji roja komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha tên eciqandin. Lê niha bi dengekî bilind li ber xwe didin û cîhan wan nas dike. Kurd dibêjin, 'Em hene, mafên me hene, ji bo van mafan statuyek divê.' Berê jî berxwedan çêbûn. Lê belê têkoşîna Birêz û Ocalan û hevalên wî gelê kurd ji nû ve vejand." 
 
Omer Ocalan, destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin, her sal 4'ê Nîsanê tê pîrozkirin. Ocalan, anî ziman ku di 4 salên dawî de zext û zorî zêde bûne û nehiştine ew bixwe jî biçe gundê xwe. 
 
‘EV PERGAL RIZIYA!' 
 
Ocalan got: "Dê û bavên min li vê axê çêbûn. Her wiha ez parlementer im. Hatina min a gund jî asteng dikin. Yanî zilmek mezin heye. Êdî ev pergal riziyaye. Êdî hêzeke wan î ku xwe li ber têkoşîna mafdar a gelê kurd bigirin nemaye." 
 
Omer Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûna Rêberê PKK'ê nahseibînin û got: "Di şexsê Birêz Ocalan de rojbûna gelê kurd e. Her kes dikare li cihê xwe pîroz bike, eynî wekî Newrozê. Newroz, serîhildana Kawa ye li dijî neheqiyê. Em dixwazin li warê xwe wekî hev bin. Di vê têkoşînê de paya Birêz Ocalan, payek mezin e. 4'ê Nîsana gelê kurd pîroz be. Rojbûna gelê kurd pîroz be." 
 
ALÎ OCALAN: DIBÛ LEHΠ
 
Alî Ocalan jî rojbûna xalê xwe pîroz kir. Alî Ocalan, pêvajoya çareseriyê bibîr xist û destnîşan kir ku wê çaxê bi dehhezaran kes dihatin 4'ê Nîsanê bi coşeke mezin pîroz dikirin. 
 
Ocalan, diyar kir ku ji gelek derdoran gelek kes berê xwe didan Amarayê û ji bo wan rojan got: "Berê mirov li Xelfetiyê kom dibûn û bi hev re dihatin vir. 3-4 rojan kom bi kom dihatin. Rêya 13 kîlometreyî dibû lehî ji mirovan. Bi govendê dihat pîrozkirin. 3 roja wisa dewam dikir. Bêyî tiştek biqewime 4'ê Nîsanê pîroz dikirin." 
 
Alî Ocalan, anî ziman ku lê belê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû qedexe ketine dewrê û bi vî awayî pêşî li ber pîrozbahiyê hatiye girtin û got: "Dewlet naxwaze çûkek jî biçe gund. Beriya pîrozbahiyê gund tê dorpêçkirin. Berê wekî mîhrîcanê dihat pîrozkirin. Lê nenûka mirovekî/ê î tahl nedibû." 
 
Alî Ocalan bal kişand ser tecrîdê jî û got: "Malbat serlêdanê dike, lê nahêlin. Dêya min 4 sal in Serok nedîtiye. Em dixwazin qanûn pêk bên. Guh li qanûnên xwe jî nakin. 22 sal in Serok girtiye. Em dixwazin bê berdan. Em dixwazin di rojbûna xw eya 73'yan de li cem me be. CPT, divê guh li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bike. Tavilê divê hevdîtin bi Serok re bê çêkirin." 
 
Alî Ocalan, xwest îsal 4'ê Nîsanê bi coş pîroz bikin. 

Sernavên din

02/04/2021
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in