Keskîn: Em hemû dîl girtî ne

  • rojane
  • 11:00 1 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Eren Keskîn ku ji ber nivîsên di Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîsandibû 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, diyar kir ku kesên ne di girtîgehê de weke dîl tên girtin û ev tişt got: “4 sal in nikarim biçim derveyî welat, Em timik tên şopandin. Weke dîlan dijîn. Em hemû bi kontrola edlî ne.”
 
Danişîna biryarê ya doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin di 15’ê sibatê de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin. Ji Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Înan Kizilkaya, Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya re bi îdîayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi komî 20 sal û 10 meh cezayê hefsê hat dayîn. Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar  û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabûnê  diyar kir ku biryara pêwîstekî li dijî peymanên netewî û navnetewî ye. 
 
CEZAKIRINA BÊYÎ DELÎLAN
 
Keskîn, diyar kir ku di 30 salên di têkoşîna mafên mirovan de gelek caran hatiye darizandin lê cara ewile ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ceza digire û wiha axivî: “Cezayê ku dan min ez matmayî nekirim. Dema mirov ji aliyê hiqûqî lê binêre biryar derveyî hiqûqa naxweyî ya Tirkiyeyê û peymanên navnetewî ye. Hûn organekî çapemeniyê di darizînin û beyî ku delîl di destê we de hebin hûn ceza didin berpirsyarên organên weşanê. Ez ji aliyê hiqûqî ji derveyî aqil dibînim.”
 
ARMANC TÊKOŞÎNA MAFÊ MIROVAN E
 
Keskîn, anî ziman ku dema biryara bihincet xwend fikirî ku dadgerên ev biryar dan ji peymanên Tirkiyeyê îmzekirine bê agahdar in û wiha got: “Bawer im ser parastinên ku min kirine biryar dane. Têkoşîna mafê mirovan evqas ditirsîne. Ji ber biryar hema bêje têkoşîna mafê mirovan weke “Vîrûsa HIV’ê” bi penase dike. Dadgerekî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiyeyê îmze kiriye bixwîne biryareke wisa nade.”
 
BIRYAREKE DERVEYÎ AQIL E
 
Keskîn, da zanîn ku biryareke ku têkoşîna mafên mirovan weke vîrûsê penase dike derveyî aqil e û wiha berdewam kir: “Têkoşîna mafên mirovan gerdûnî ye. Tişta ku ez matmayî kirim, ev biryar ji Ozgur Gundemê bêtir têkoşîna mafên mirovan hedef digire. Ew jî ji ber têkiliyên min ên bi ÎHD’ê re ne.”
 
GELEK NIVÎS NIVÎSANDI NE
 
Keskîn, bi bîr xist ku di navbera salên 2013 û 2014’an de li Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015’an de doz li rojnameyê hatin vekirin û ser rojnameyê de girtin. Dest danîn ser hemû evraqên rojnameyê û hesabên wê hatin lêkolînkirin. Ji van delîlekî ku têkiliya bi rêxistinê re heye derneket. Hiqûq şênberiyê dixwaze. Dema hûn biryara bihincet dinivîsîn mecbûr in delîlan diyar bikin. Zêde nivîsandina min weke “endamtiya rêxistinê” nirxandine û kirine hincet. Ji xwe ez her hefteyê li vê rojnameyê dinivîsim, ev diyar e. An ku dibêjin ku ‘ji ber zêde nivîs nivîsandine endama rêxistina bi çek e’. Ez ji her derê re nivîs dinivîsînim. Ez miroveke ku siyaseta sivîl jî red kirî me. Ez ê çawa bibim endamê rêxistineke bi çek. Ma tişteke wisa dibe?”
 
QELEMŞORA RÊXISTINÊ
 
Keskîn, bal kişand ku biryara hatiye dayîn derveyî biryarên Dadgeha Bilind in û biryarên Dadgeha Bilind ên şertên “endamtiya rêxistinê” diyar dike bi bîr xist. Keskîn, bi lêv kir ku biryarên Dadgeha Bilind di dosyayê de cih nagirin û wiha pê de çû: “Mesele ji bo min dibêjin ‘qelemşora rêxistinê’ ye. Em qala hişmendiya ku pênûs weke çek dibînin dikin. Heke hûn pênûsî weke çek bibînin hûn tu car nikarin aştî û çareseriyê pêk bînin. Wê demê çima pêvajoya çareseriyê pêk hat? Çima di pêvajoya çareseriyê de tu doz li rojnameyê nehatin vekirin. Madem organa weşanê ya rêxistinê bû, çima tu doz lê nehatin vekirin? Bi rastî jî dozeke derveyî aqila bû.”
 
HELWESTA CIHEKARIYÊ
 
Keskîn, da zanîn ku dadgehê di dozê de cihekariyeke mezinkir û wiha domand: “Dadgehê cudakari xiste nava me. Dema darizandin bi dawî dibû dosyaya rewşenbîr û nivîskarên tirk ji vê dosyayê veqetand. Derbarê gelekan de biryara beraetê da. An jî cezayê propagandayê daye û dosyayên wan veqetandin. Dadgehê got ‘Hûn kurd in ez we vediqetînim’. Min ev yek di dadgehê de jî got. Tirk veqetandin, ceza da kurdan. Ev yek di dawiya darizandinê de kir. Ev cihekariyeke mezin e. Me wê rojê fêm kir ku dê ceza bidin me.”
 
‘EM HEMÛ BI KONTROLA EDLÎ NE’
 
Keskîn, anî ziman ku di salên 1990’an di pêvajoyên gelek giran de derbas bûn û êv tişt got: “Wê demê êrîşên fîzîkî hebûn, mirov dihatin kuştin û di bin çavan de dihatin windakirin. Lê azadiya îfadeyê nedihat binpêkirin. Qet nebe dema derbarê we de lêpirsînek dihat vekirin we dikarî biçî îfadeya xwe bidî, dema doz hatibûya vekirin jî wek dikarî bi awayekî azad xwe biparêzin. Dema cezayê we dihat pejirandin hûn diketin girtîgehê. Lê niha dema hûn ji bo îfade dayînê diçin we digirin. Pêvajoyeke ku azadiya îfadeyê evqas di bin zextê de bûye min nedîti ye. An ku em hemû niha di girtîgehê de ne em hemû li derve dîl girtî ne. Ev çar sal in nikarim biçim derveyî welat. Ji ber darizandinên Ozgur Gundemê 4 sal in nikarim biçim tevlî civînên navneteweyî bibim. Ji xeynî vê mecbûrî îmze avêtinê dikin, em her tim tên şopandin. Em weke dîl girtiyan dijîn, em hemû bi kontrola edlî ne. Azadiya îfadeyê di sala 2021’ê de di vê rewşê de be mirov diêşîne. Li gorî min Tirkiye niha dişebe Koreya Bakûr, Turkmenîstan û Çînê. Lê ji aliyekê jî dixwaze bikeve nav Yekitiya Ewropayê (YE).”
 
‘EM DIXWAZIN KU MIROV NEMIRIN’
 
Keskîn, da zanîn ku dewlet bi gotinên “Ez her tim têm guhertin, aqlê min jî tê guhertin. Tu jî dê li gorî min bêyî guhertin” polîtîkayên bîatkirinê ferz dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber em vê guhertinê red dikin her tim azadiya îfadeyan tê binpêkirin. Em ê ısrara xwe ya aştî, demokrasî û çareseriyê bidomînin. Em dixwazin ku mirov li ser vê erdnîgariyê nemirin. Ev qas hesan e. Ez ê neguherim û rastiyan vebêjim. 30 min xwest vê yekê bikim û niha jî hewl didim ku vê bikim.”
 
MA/ Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

02/04/2021
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in