Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e

  • rojane
  • 09:00 2 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA - Mehmet Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev roj cejna gel e. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin, di 4'ê Nîsanê de wê bibe 72 salî. Her wiha çavê gelê kurd jî li çalakiyên rojbûnê yên li gundê Amarayê bin li dar xistine. Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, behsa birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
‘NEDISEKINÎ' 
 
Mehmet Ocalan, hewşa mala ku Ocalan lê çêbûye û mezin bûye nîşan da û got: "Em hemû li vir mezin bûn. Me bi bax û baxçeyan debara xwe dikir. Baxçeyekî me yê fisteqan jî hebû. Baxçeyekî biçûk. Gava em zarok bûn me şivantî dikir. Serok, zarokekî pir livok bû. Nedisekinî. Dêya min tim pê de dixeyidî. Carekê jê re gotibû, 'ma tu nikarî deqeyekê bitebitî?' Wê çaxê qîmeta zarokên kur zêde bû. Gava em derdiketin derve û dereng diman, dêya min Havva û Gulsumê dişand dû me. Em pir digeriyan. Dêya min tim li pê me bû." 
 
LÊGERÎN
 
Ocalan, bilêv kir ku birayê wî pêwendî bi her kesî re datanî û gava karek bikira bi hûrgulî li ser difikirî û got: "Biçûna ku jî, em bibêjin meseleyek hebû, tim hevalek bi xwe re dibir. Li gor hin pîvanan tevdigeriya. Bi cidî nêzî kar dibû. Kêmasî qebûl nedikirin. Çi dibû bila bûbûn tim li pê ya rast bû. Berî ku biçe lîseyê, em tim bi hev re bûn. Lê gava lîse qezenc kir û çû, em hinekî ji hev dûr ketin. Tim di nav lêgerînê de bû. Ev rastieke jiyana wî bû. Biçûna kîjan dibistanê, ev dida ber lêpirsînê: 'Ez kurd im, lê ez bi tirkî dixwînim.' Di zarokatiya xwe de jî ev tişt digotin. Roj hebû, 10 saetan pirtûk dixwend." 
 
CEJNA GEL 
 
Ocalan, behsa pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî kir û diyar kir ku ji sala 2004'an heya niha tê pîrozkirin. Ocalan got: "4'ê Nîsanê di navbera sala 2011-2015'an de bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Ji Tirkiyeyê û her çar perçeyên Kurdistanê bi sed hezaran kes berê xwe dan Xelfetiyê." Ocalan, bilêv kir ku 4'ê Nîsanê wekî mîhrîcanê bûn, lê belê ev çend sal in hatiye qedexekirin. Ocalan got: "Ji bo pêşî li ber pîrozbahyê bigirin, qedexe kirin. Li gund 7-8 salan pîrozbahî hat kirin. Tu tiştekî nexweş neqiwimî. Bi dilê he rkesî bû. Ji bo gel cejn bû. Mirov 3 rojan li ser hev li vir govend digerandin. Ji Edîrneyê heya Colemêrgê mirov dihatin. Dewletê nexwest mirov dilxweş bibin. Ê nikaribin bi qedexeyan tiştekî bi ser tiştekî bixin. Têkoşîneke ji nebûnê afirî, bi ruh û can bû û mezin bû." 
 
‘BILA BIBE SALA AŞTIYÊ' 
 
Ocalan, bilêv kir ku di 4'ê Nîsanê de li benda mêvana ne ku bên Amarayê û got: "Dibe ku dewlet şewbê bike hincet û asteng bike. Lê ê ku dixwazin bên bila tevdîrên xwe bigirin û wisa bên. Divê dewlet astengiyan daneyne ber mirovan. Ji xeynî dewletê kes li vir xirecirê dernaxe. Li tu devera cîhanê kesek 22 salan nayê girtin. Berpirsiyariyên komplogeran mezin in. Serok bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kiriye. Dixwazim 4'ê Nîsana îsal bibe sala aştiyê. Bi hêviya serok azad bibe û aştî bê Rojhilata Navîn." 
 
‘JI ZAROKAN HEZ DIKIR' 
 
Fatma Ocalan, anî ziman ku gava bi hev re li nav erd dixebitîn, birayê wê pir jêhatî bûye û karê xwe zû diqedand. Ocalan, diyar kir ku birayê wê ji berê de yekî pir baş bûye û gava bi hev re li nav erd dixebitîn pir aliyê wan dikir. Ocalan got: "Me pir ji hev hez dikir. Hê jî pir jê hez dikim. Bi şev diçû nav erd karê xwe diqedand. Zarokên gund hemû diçûn cem wî, jê hez dikirin. Car hebû hêrsa dêya min radibû. Digot, 'Van zarokan neyne, tamûl nakim.' Wî jî digot, 'Ez ji zarokan hez dikim.' Gava li dibistana navîn bû, mamostetiya zarokan dikirin. Piraniya wan zarokan bûn mamoste. Li nav erdê me yê li pişt gund darek hebû. Gava karê wî diqediya digot, 'Ez diçim wir. Ez hinekî razêm û pirtûkê bixwînim.' Nîviyê roja xwe liw ir derbas dikir." 
 
MAR 
 
Ocalan, diyar kir ku birayê wê qet ji maran hez nedikir û got: "Gava li nav erd dixebitî, tim mar dikuştin. Digot, 'Têkeve kîjan qulikê jî ez ê wî derxim û bikujim. Rahêlin keviran. Gava derket lêxin.' Bi awayekî mar derdixist û dikuşt. Tim digot, 'mar bizerar in.' Rojekê gava destnimêj digirt, mar ji bo pêvedin, nêzî wî bûn. Me ew şiyar kir. Me got, bireve. Dev ji destnimêjê berda û paş ve vekişiya. Paşê çû her du mar kuştin. Bavê min pir jê hez dikir." 
 
‘Ê ME BIŞEWITANDANA' 
 
Ocalan, roja ku birayê wî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin bibîr xist û got: "Rojeke pir xirab bû. Tam me hefteyekê xwarin nexwar. Me nikaribû bixwe. Ez çûm ketim hundirê odeyê, min derî li ser xwe girt û hefteyekê derneketim. Em pir li ber ketin. Tiştek ji dest me nedihat. Gava cara ewil çûm cem wî, çawa çav lê ketim giriyam. Ji min re got, 'Girî ne adetê me ye.' Paşê me xeber da. Ne mimkun bû ku mirov negirî. Dihat îşkencekirin. Her cara ku em ji bo hevdîtinê diçûn, xeber ji me re digotin, heqaret li me dikirin. Kevir dihavêtin me. Carekê ez, Mehmet, Havva, xalê min û zarokên li cem me, em çûn girtîgehê. Li Bûrsayê, dora otêla em lê bûn dorpêç kiribûn. Ê me bişewitandana. Paşê parêzer gotin, 'Ê we bişewitînin, derkevin.' Bi şev em derketin. Paşê em çûn Stenbolê." 
 
‘DIXWAZIM BIRAYÊ XWE BIBÎNIM' 
 
Ocalan, bal kişand ser tenduristiya birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Herî dawî hin îdia belav bûn. 2 evan xew bi çavên min neketin. Pir meraq dikim. Min pir bêriya birayê xwe kiriye. Xwezî min ew bidîta. Nexweş im, nêzî 6 sal in min ew nedîtiye. Berî bimirim, dixwazim birayê xwe bibînim. Bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Kes nikare biçe. Tu kevokekê jî têxî qefeseke biçûk ê nikare be deyax bike. Lê ew 22 sal in girtiye. Tew bi ser de jî tahdeyê dikin." 
 

Sernavên din

02/04/2021
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in