Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e

  • rojane
  • 10:04 2 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE – Parêzer Kazim Bayraktar, qutkirina hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê nirxand û wiha got: “Niha tecrîdkirina Ocalan û tasfiyekirina siyaseta Kurd bi hevre tê meşandin. Tecrîdkirina Kurdan bêtir giran û taybet e. Daxwaza girtina HDP’ê jî bi vê ve girêdayî ye.”

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 22 salin bi tena serê xwe li girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ocalan 22 salin bi rêk û pêk nikare bi malbata xwe û parêzerên we re hevîtin bike. Dîsa nikare ji mafê xwe yê name, faks, telefon, televizyon û radyo sûde bigire. Gelek mafên wî yên siyasî û mafên mirovan ji destê wî tê girtin. Li gel ku CPT çend çaran hat Îmraliyê rapor amade kir û ji Tirkiyeyê xwest şert û mercên Ocalan bê guhertin jî tecrîdkirina li ser Ocalan didome. Her çend parêzerên Ocalan serî li Dadgeha Mafên Mirovan dan û bi hezaran girtî ji bo şert û mercên Ocalan ên fîzîkî, siyasî û civakî bên başkirin ketin greva birçîbûnê jî, tecrîdkirina Ocalan didome. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ocalan piştî 21 salan cara ewil di 27’ê Nîsanê de bi malbatê re axivîn. Cara duyemîn û dawî di 25’ê Adarê de bi malbatê re axivî. Lê vê carê telefon di nêvî de li ser Ocalan hat qutkirin.  Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, bi hezaran girtiyên siyasî ji 27’ê Mijdara 2020’an heta niha di greva birçûbûnê de ne. Çalakiya hezaran girtiyan a li dijî tecrîdê didome. 
 
Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Parêzer Kazim Bayraktar ku ji 12’ê Îlona 1980’an heta niha parêzeriyê dike ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Prz. Kazim Bayraktar anî ziman ku gelek armancên tecrîdkirinê hene û wiha got: “Tecrîd ji 12’ê Îlonê ve didome. Tecrîdkirina Kurdan pir cuda ye. Li aliyekî dixwaze di aliyê siyasî û bîrdozî te pûç bike, li aliyê din jî dixwaze kesan ji doz û armanca xwe poşman bike."
 
‘TECRÎDA LI SER KURDAN PIR CUDA YE’
 
Bayraktar, da zanîn ku gelek cureyên tecrîdê hene û wiha axivî: "Dema mijar dibe Kurd şert û mercen tecrîdê jî tê guhertin. Li dijî Kurdan hiqûqek neyînî tê meşandin. Tecrîd li Rojava bûye cureyekî îşkenceyê. Lê ev yek li dijî Kurdan bêtir giran e. Tecrîda li ser Kurdan û pêşengên Kurdan bêtir giran e." 
 
‘TECRÎDKIRINA OCALAN XWEDÎ WATEYÊN CUDA YE’
 
Bayraktar, diyar kir ku gelek wateyên tecrîdkirina Ocalan heye û wiha lê zede kir: “Ocalan pêşengiya siyaseta Kurd dike.  Ji ber vê yekê dixwaze pêşengiya, Ocalan qut bikin. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwaze tevgera Kurd û siyaseOaa Kurd pasif û puç bike. Lê dijberî vê yekê tecridkirina li ser Ocalan tevger û siyaseta Kurt paşve nexist. Bêtir civak politik bû. Niha tecrîdkirina Ocalan û basifkirina siyaseta Kurd bi hevre tê meşandin. Tecrîdkirina Ocalan û pasifkirina siyaseta Kurdan ji hev ne serbixwe ye. Tecrîdkirina Ocalan û daxwaza girtina HDP’ê bi hevve girêdayî ye.”
 
‘BI TECRÎDÊ XWESTIN BANDORA OCALAN BIŞKÎNIN’ 
 
Bayraktar, bi bîr xist ku bi tecrîdê xwestin bandora Ocalan a li ser siyaseta Kurd bişkînin lê di vê polîtîkayê de bi ser neketin û wiha berdewam kir: “Ji ber polîtîkayên Ocalan pêşxist dewletê xwest Ocalan pêşengiya maseyê bike. Eger heta niha hewldanên ji bo çareseriyê hebe sedema vê yekê hewldanên Ocalan in. Polîtîkaya Ocalan a ji bo çareseriyê pir zelal bû. HDP jî û îqtîdar jî vê yekê baş dizane. Îkqîdar ji bo politikaya Kurd bi temamî tasfiye bike tecrîdê berdewam dike.” 
 
‘DEVÊ HÊZÊN CIVAKÊ YÊN DEMOKRATÎK ZINDÎ BIBIN’
 
Bayraktar, destnîşan kir ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe divê hêzên demokratik û civakî têkevin nava tevgerê û wiha dirêj kir: “Dema tecrîd li ser Ocalan pêş dikeve, Kurd fam dikin ku tu polîtîkayên dewletê yên ji bo çareseriyê tüne ne. Ji ber Kurd di ferqa vê yekê dene bertek nişan didin. HDP jî bertek nişan dide. Di encamê de ji bo tecrîd bişkê divê bertek û nerazibûnên civakî pêş bikevin. Divê hêzên demokratik û civakî bertekên xwe bînin ziman. Divê hêzên hundirin têkevin nava çalakiyan. Divê Kurd, jin, ciwan, xwendekar hemû beşên bindest bi hevre têkoşînek polîtîk pêş bixin.
 
PÊŞNIYARÊN OCALAN ASTENG KIRIN
 
Ocalan di PKK 25’ê Adarê de bi rêya telefonê bi Mehmet Ocalan re axivî. Telefon di deqîqeya 4,5’an de qut bû. Bi vê telefonê xwestin fikarên der barê tenduristiyê de ji holê rakin. Dewletê xest beje vay dijî. Ocalan dê fikrên xwe yên ji bo çareseriyê anîbûna ziman. Dê pêşniyarên xwe û rexneyên xwe anîbûna ziman. Bi qutkirina telefonê destûr nedan ku Ocalan fikrên xwe bîne ziman." 
 
Bayraktar, herî dawî bal kişand ser gotina Ocalan a “Dewlet şaş dike,hûn jî “ û wiha bi dawî kir. "Ocalan bi vê gotinê xwest balê bikişîne ser xerakirina pêvajoya çareseriyê. Em ji vir fam dikin ku hindik be jî der barê derve de xwedî agahî ye. Gotina ‘Lê hûn jî’ nîşan dide ku bêtir pêdiviya Ocalan bi agahiyên ji derve hene." 
 
MA / Mehmet Ali Ertaş-Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

05/04/2021
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin