Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin

  • rojane
  • 09:00 4 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Şafî Hayme ku kurê wî Mehmet Hayme heya niha li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek caran ketiye greva birçîbûnê, diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazine hiqûqî ne û divê tecrîd bi temamî bê rakirin. 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 129'an de didomin. Mehmet Hayme ku di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, telefonî bavê xwe Şafî Hayme kiriye û tiştên li girtîgehê diqewimin ragihandiye. 
 
Bav Şafî Hayme, anî ziman ku di 2'yê Nîsanê de bi telefonê bi kurê xwe re axifiye û kurê wî ragihandiye ku ew, Bayram Ekşîk, Metîn Dala û Sûat Dûman ji 1'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne. 
 
Bav Hayme, anî ziman ku kurê wî ji 27'ê Mijdara 2020'î heya niha 3 caran ketiye greva birçîbûnê û di sala 2018'an de jî 87 rojan di greva birçîbûnê de maye. Hayme, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan, rakirina tecrîda li ser Ocalan e. 
 
‘DIVÊ BI TEMAMÎ BÊ RAKIRIN' 
 
Hayme, daxuyaniyên Wezareta Dadê yên di dema çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an de ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest pê kiribû û 200 rojî dewam kiribû, bibîr xistin û got: "Di sala 2019'an de gotin tecrîd rabûe û çalakgeran jî çalakiya xwe bi dawî kiribû. Lê belê piştî çend hevdîtinan cardin hevdîtinên bi Ocalan re hatin qutkirin. Girtî dibêjin, 'em tiştekî bi vî awayî qebûl nakin.' Divê tecrîda li ser Ocalan bi temamî bê rakirin." 
 
EDALET
 
Hayme, anî ziman ku girtî dixwazin wekî her kesî Ocalan jî hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: "Edalet divê tenê ne ji bo hêlekê be, divê ji bo her kesî wekî hev be. Em xizmên girtiyan jî edaleteke yekalî qebûl nakin. Divê li gor qanûnan tevbigerin. Em li cem zarokên xwe ne. Divê praêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin û tecrîdê bê rakirin. Ev daxwazine mirovî û hiqûqî ne." 
 
Hayme, bal kişand ser tenduristiya girtiyan jî û got: "Kurê min Mehmet, di sala 2019'an de 87 rojan di grevê de mabû. Girtiyên dikevin grevê hemû nexweş dikevin. Kurê min berê jî nexweş bû. Lê piştî greva birçîbûnê nexweşînên wî zêde bûn. Nikarin xwarinên tûj bixwin. Mîdea wan nerihet bûye. Lewm em bifikar in." 
 
BANGAWAZΠ
 
Hayme, destnîşan kir ku divê gelê kurd û raya giştî hemû ji bo daxwazên girtiyan hesas bin û got: "Her hefte li Parka Koşûyolûê derbarê çalakiên greva birçîbûnê de daxuyanî tên daîn, divê her kes tevli vê daxuyaniyê bibe û xwedî li girtiyan derkeve. Bila her kes bê ku raya giştî pê bihese û daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Berê di dema grevên birçîbûnê de cenaze ji girtîgehan derketin. Ji bo careke din tiştekî wiha neqewime, divê her kes xwedî li girtiyan û daxwazên wan derkeve." 

Sernavên din

05/04/2021
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin