Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e

  • jin
  • 15:32 5 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku zêxtên li ser komeleya wan tundiya dewletê ya bi sîstematîk e û wiha got: “Em li dijî van êrişan êdî pir bi hêrs in. Ev hêrs wê me zêdetir bi rêxistin bike û wê gavên bi hêztir bi me bide avêtin.”
 
Komeleya Jinan a Rosayê têkildarî binçavkirin û zextên li ser komaleya xwe li baxçeyê komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên komeleyê û gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî. 
 
Kaya diyar kir ku polîsan bi ser komeleya wan û malên gelek jinan de girtine û wiha got: “Em îro jî bi êrişên ser têkoşîna jinan hişyar bûn. Ji 22’yê Gulana 2020’an û vir ve hem li ser komeleya me hem jî li ser têkoşîna jinan li Amedê êrişên ku gihîştine asta tacîza darazê tên kirin. Di van êrişan de hema bêja ji her jinên ku di têkoşîna azadiya jinan de cih digire re dosyayeke lêpirsînê vekirine.”
 
TUNDIYA DEWLETÊ YA BI SÎSTEMATÎK
 
 Kaya destnîşan kir ku Komeleya Jinan a Rosayê têkoşîna azadiyê ya jinan bi rê ve dibe û wiha berdewam kir: “Em weke Komeleya Jinan a Rosayê li dijî qirqirina jinê têkoşînekê bi rêve dibin. Me li dijî tacîz, tecawiz, di temenê biçûk de bi darê zorê zewicandinê, betalkirina Peymana Stenbolê, desteserkirina mafê nafaqê hin çalakî li dar xistin. Ev hemû di dosyayên me yên niha em jê tên darizandin de hene. Xebatên me hemû di vê çarçoveyê de ye. Gelek ji wan hevalên jin ên îro hatin binçavkirin jî ji ber van çalakiyan hatin binçavkirin. Dixwazin bi van êrişan komeleya me îllegalîze bikin. Çawa di nava civakê de tundiya bi awayekî sîstematîk li jinan tê kirin, polîtîkaya dewletê be îro jî ev êrişên li dijî têkoşîna jinê tên birêvebirin tundiya dewletê ya bi sîstematîk e. Em li dijî van êrişan êdî pir bi hêrs in. Ev hêrs wê me zêdetir bi rêxistin bike û wê gavên bi hêztir bi me bide avêtin.”
 
‘WÊ DENGÊ ME BÊTIR DERKEVE’
 
Kaya da zanîn ku wê jin li dijî van êrişan dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tu car dest ji têkoşîna xwe ya ku ji bo jinek nemire û neyê tecawizkirin bernedin. Em ê tu car dest ji daxwaza maf û edaletê bernedin. Ev hişmendiya ku îro Gulistan Dokû nedîtî, di mijara têkoşîna jinan de bi awayekî rihet dikare tevbigere. Li dijî vê neheqiyê wê gotina me û dengê me bêtir derkeve. Em tû car dest ji daxwaza xwe ya azadî, wekhevî, aştî û edaletê bernedin û ji xebatên xwe paşve nemînin.”
 
PEYMAN STENBOLÊ
 
Kaya anî ziman ku armanca serdegirtina komeleyê çalakiya wan a di 10’ê Nîsanê de li dijî biryara Peymana Stenbolê paş ve were ye û wê çalakiya xwe bi awayekî xurt pêk bînin.
 
'BERDEWAMA OPERASYONA 22'YÊ GULANÊ YE' 
 
Endama komeleyê û parêzera wê Elîf Tîrenç Îpek axivî û diyar kir ku serdegirtina komeleyê berdewama serdegirtina 22’ê Gulanê ye. Îpek da zanîn ku di serdegirtinê e parêzer û rêveberên komeleyê nehatine agahdarkirin û diyar kir ku biryara lêgerînê nîşan nedane. Îpek anî ziman ku biryara nepeniyê danîne ser dosyayê û hêceta lêpirsînê bi dest nexistine. Îpek got di encama lêgerîna du saetan de polîsan bi awayekî bêhiqûqî dest danîne ser evraqên fermî û projeyan û bêyî dozgerê lêpirsînê agahdar bikin ev yek pêk hatiye.
 
'TIŞTEKÎ SÛC TUNE YE'
 
Îpek anî ziman ku serdegirtin di çarçoveya êrişên ser têkoşîna jinan pêk hatiye û wiha got: “Wê di 8'ê nîsanê de Komeleya me bihata kontrolkirin. Derbarê vê yekê de amadekariyên me jî hebûn lê dest danîn ser hemû evraqan. Bi vî şiklî wê kontrolkirineke çawa çêbibe. Di dawiya lêgerînê de mînaka girtekê nedan me. Piştî fermana dozger me tenê dikaribû wêneyê girteka lêgerînê bigirin. Tu tiştekî ku bibe sûc, tune ye. Derbarê vê yekê de tu daxuyanî jî nehatin dayîn.”
 
 

Sernavên din

07/04/2021
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'
09:01 'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe'
09:01 Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin
09:01 Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN
08:49 Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:46 Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin
05/04/2021
20:21 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan
16:51 Bertek nîşanî binçavkirina Canozer dan: Rojnamegeriya jinan dibe armanc
16:22 OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê
16:00 CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan
15:45 Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan
15:32 Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e
15:30 Polisan li Pulurê 3 kesan binçav kirin
15:24 Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin
14:55 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
14:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin
13:58 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
13:08 Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin
12:59 MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand
12:37 Malbata Şenyaşaran: Dozger dibin hevkarê sûc
11:39 Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin