Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje

  • rojane
  • 09:01 9 Nîsan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan dan û gotin: "Heger li ser gotina xwe be û dilsoz be, bila her tiştî yek bi yek ji raya giştî re bibêje." 

Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan di 6'ê Nîsanê de, di Kongreya Yekemîn a Asayî ya Şirnexê de axivîbû û gotibû, "Roboskî li benda edaletê ye. Welatiyên me yên ku li Roboskiyê jiyana xwe ji dest dan li benda edaletê ne. Kesî ji wan lêborîn nexwest. Em naxwazin dayikên bihêsir bibînin." 
 
Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî Babacan dan û destnîşan kirin ku heger Alî Babacan dilsoz be bila rastiyê bi raya giştî re parve bike. 
 
'MA EV KOMKUJÎ WÊ BI LÊBORÎNÊ BÊ JIBÎRKIRIN?'
 
Halîme Encu ku kurê wê Serhat Encu di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku Babacan di gotina xwe de ne dilsoz e û bang li Babacan kir ku rastiyê bibêje û got: "Li ser komkujiya Roboskiyê 9 sal derbas bûn, lê hê jî kujeran hesab nedye. Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan di kongreya Şirnexê de axivî û got, pêwîste dewlet ji malbatên Roboskiyê lêborînê bixwaze. Em jî li vir ji Alî Babacan dipirsin, gelo hûn çima lêborîna xwe naxwazin? Heger ew di gotina xwe de dilsoz bûna, belbî heya niha edelet hatibûna Roboskiyê. Dema ku Alî Babacan li cem îqtîdarê cih digirt, çima wisa ne diaxivî? Çima wî ji malbatên Roboskiyê lêborîn nexwest? Çima wê demê ev tişt neanî ziman? Bila destê xwe deyne li ser wijdana xwe û tiştên ku dizane bi raya giştî re parve bike. Ev tişta ku ew îro dikin şerm e û nayê qebûlkirin. 9 sal derbas bûn, lê hê jî êşa me wekî duh e. Bila li ser zarokên me siyaseta xwe ya qirêj nedin meşandin û bila rastiyan biaxivin. Bila Davutoglî jî destê xwe deyne li ser wijdana xwe û biaxive. Bila kujerên vê buyerê vebêjin. Kesên ku ji me lêborîn nexwestin, bila ji tu kesî jî nexwazin. Ma ev komkujî wê bi lêborînê bê jibîrkirin? Bila rastiyê bêjin. Em edeletê dixwazin."
 
'BILA YEK BI YEK BIBÊJIN'
 
Xezal Encu jî ku kurê wê Cemal Encû di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî gotina Babacan da û bilêv kir ku ew ne lêborînê, ew edeletê dixwazin. Dayik Encu got: "Dema ku komkujiya Roboskiyê pêk hatî Alî Babacan jî li gel hikûmetê bû. Alî Babacan dema ku li gel hikûmetê cih digirt, çima wê demê wisa xeber nedida? Ew niha doza çi dike? Armanca wan ew e ku bi vê siyasetê rayên gelê kurd bistînin. Heger ew gotin ji dil be, wê çaxê bila li ser gotina xwe bisekine. Bila ew gotin ne tenê li Şirnexê bimîne. Heger piçekî jî di vê gotina xwe de dilsoz be, bila li her deverê Tirkiyeyê vê bîne ziman. Bila li her derê kirinên AKP'ê ji gel re vebêje. Em gelek pê kêfxweş nebûn ku ji bo 50 TL'yan zarokên me bên kuştin? Ev sala 9'ê ye malbatên Roboskiyê edeletê dixwazin. Heya em saxbin em ê bibêjin edelet. Bila li ser zarokên me siyasetê nekin. Heger di gotina xwe de dilsoz bin, bila her tiştî bibêjin. Çi qewimiye bila yek bi yek bibêjin. Dema ku wisa kirin em ê wê demê ji wan bawer bikin. Lê ew jî dizanin ku heta edelet neyê Roboskiyê naçe tu deran."
 
'BILA BI VAN GOTINAN ME NEXAPÎNIN'
 
Kadriye Encu jî ku kurê wê Hamza Encu jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku wê demê Babacan jî berpirsyarek bûye û got: "9 sal derbas bûn, hê jî dewlet deriyê me venekiriye. Carekî negotin, 'Ev 34 ciwan çawa mirin?' Kesên ku wê demê zarokên me bi navê 'terorîst' îlan kirin bila îro ji me lêborînê nexwazin. Bes nebû ku wan zarokên me qetil kirin, wan em girtin û doz li ser me vekirin. Nabêjin me zarokên wan qetilkirin pêwîste ku em xwe bidin efûkirin, lê zilma xwe zêdetir dikin. Li ser komkujiya Roboskiyê 9 sal derbas bûn, lê birîne me hê jî wek roja ewil e. Em 34 ciwanan tu caî ji bîr nakin. Kê ew ferman da bila Alî Babacan wê bibêje. Heta ku edelet neyê em ê lêborîna wan nexwazin û ne jî qebûl bikin. Mirovê ku zilmê dike bila kes baweriya xwe pê neyine. Her me dikujin, her me digirin û her me sucdar dikin. Bila bi van gotinan ne xwe û ne jî me bixapînin. Heya emrê min hebe ez ê ne tiştê ku wan aniye serê me û ne jî zilma wan ji bîr bikim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

10/04/2021
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî