Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe

  • rojane
  • 09:00 10 Nîsan 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Aborîzan Aydin Ari, anî ziman ku heya pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin dê rewşa aboriyê jî baş nebe û got: "Civak bi hewldaneke ji bo çareserkirina kurdî dikare pêşerojekê ava bike." 

Her diçe rewşa aboriya Tirkiyeyê xurabtir dibe û ji taqet dikeve. Ji darazê heya rêvebiriyê, ji polîtîkaya derve heya bi mesrefên qesrê gelek tişt hîmê aboriyê ji binî ve dileqînin. 
 
Aborîzan Aydin Ari rewşa aboriya Tirkiyeyê nirxand. 
 
Ari, destnîşan kir ku aboriya Tirkiyeyê ne aboriyeke ku bi rihetş bê birêvebirin, ji lew re gelek pirsgirêkên wê hene. Ari, da zanîn ku ev pirsgirêk pirsgirêkine 150 salî ne û polîtîkayên li ser asasên endeksa mesrefkirin û zehîkirinê aboriya welêt qels kiriye. 
 
Ari got: "Modeleke aboriyê ya têra tu tiştî nake heye. Rola xwe ya kapîtalîzma cîhanê lê bar kiriye, bi zorekê bi rê ve dibe. Em behsa modeleke wiha dikin. Xwedî paşxaneyeke dîrokî ye. Ji bo birêvebirina vê aboriyê, pêdivî bi polîtîkayên li ser asasên plansaziyê heye. Lê mixabin mirov nikare behsa rêvebiriyeke wiha bike." 
 
SEROKATÎ REWŞÊ XIRABTIR KIR 
 
Ari, bilêv kir ku Pergala Hikûmeta Serokkomartiyê ku bi îdiaya rewşa aboriyê baş bibe hatiye avakirin, pirsgirêk kûrtir kirine û got: "20 sal in tişta ku AKP dike, bikaranîna çavkaniyên hazir ên welêt in. Niha çandinî jî di nav de gelek tişt tên îthalkirin. Çima? Çavkaniyên xwe qedandin. Helbet sedem feraseta aboriya kapîtalîst e. Lê belê feraseta rêvebiriya Pergala Hikûmeta Serokkomartiyê rewşa heyî xirabtir kir." 
 
‘KAPÎTALÎZMA QUMARXANEYÊ' 
 
Ari, anî ziman ku kêmkirina bandora mekanîzmayên kontrolkirin û Meclîsê û zêdebûna otorîteyê bûne sedema pirsgirêkên mezin. Ari, bal kişand ser kesîdekirina gelek qadan û got: "Suleyman Demîrel, Tûrgût Ozal jî polîtîkayên bi vî rengî kirin. Lê belê îqtidarê bi awayekî dorfireh kir. Êdî, kapîtalîzma qûmarxaneyê, kapîtalîzmeke mafyayî heye." 
 
Ari ku got "Êdî em welatekî bêrezerv in" got: "Rezervên dowîzî qediyan û êdî bi rê ve naçe. Wer xuya ye dê ev krîz hê gelek tiştan bide ber xwe. Wer xuya ye pirsgirêkên din jî ê krîzê kûrtir bikin. Hikûmet xitimiye. Dizane xitimiye. Lewma hewl dide hin tiştan bike, lê tiştên dixwaze bike ne tiştên ji bo çareserkirineke mayinde ne, tevdîrine demborî ne. Ne bawer im aborî bi ser hev de bê. Ji lew re feraseteke rêvebiriyê ya ku pirsgirêkan ji binî ev çareser bike tune ye." 
 
NÎQAŞÊN DERBARÊ GIRTINA HDP'Ê DE 
 
Ari, destnîşan kir ku pêdivî bi polîtîkayeke nû heye û got: "Rewş ev e, lê îqtidar rojevine ku rojeva sereke manîpule dike diafirşne. Biryara fesixkirina Peymana Stenbolê, bangawaziyên ji bo girtina HDP û AYM'ê, betalkirina parlementeriya parlementeran... Gava dolar zêde dibû îdianameya HDP'ê şandin AYM'ê. Gava Serokê Bankeya Navendî hat guherandin, avêtin ser mala Gergerlîoglû. Tabloe aboriyê tê manîpulekirin, lê manîpulasiyonê kûra dowîzî jî zêde kir." 
 
‘HEYA PIRSGIRÊKA KURDÎ NEYÊ ÇARESERKIRIN...' 
 
Ari, destnîşan kir ku heya ku pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin dê rewşa aboriyê jî baş nebe û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî tenê ne hikûmet, divê civak jî vîna xwe bide der. Ji lew re neçareserkirina prisgirêkê bandorê li her welatiyî dike. Lewma heger civak ji bo çareserkirina kurdî vîna xwe bide der, ê karibe pêşerojekê ava bike." 
 
MA / Nacî Kaya

Sernavên din

10/04/2021
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî