RIHA - Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar 39 roj in li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya bi daxwaza “Edaletê” di roja 39’emîn de dewam kir.
Malbata Şenyaşar mîna her roj îro jî di saetên serê sibê de hat ber Edliya Rihayê û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir. Malbatê dowîzên ku dîmen û girtekên komkujiyê li ser bûn, danîn erdê û ji kesên ketin edliyeyê tiştên jiyîn vegotin.