AMED - OHD û TUAY-DER’ê derbarê Girtîgeha Erzînganê de raporek amade kirin. Di raporê de hat gotin girtiyên nexweş nayên dermankirin û rêveberiya girtîgehê nameyên kurdî desteser dike û derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê doz hatiye vekirin.
Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên di serdema pandemiyê de li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa T de qewimîne raporek amade kir. Saziyan rapor parve kir. Li ser daxwaza xizmên girtiyan parêzer di meha adarê de çûn girtîgehê û bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn. Binpêkirinên mafan ên di raporê de balê dikişîne ser xwe.
Binpêkirinên mafan ên di raporê de wiha hatin rêzkirin:
“* Cihê bêhnvedanê di bin standartan de ye û gelek biçûk in.
* Hatiye destnîşankirin ku girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyan û pêvajoya tedawiya wan de astengî derdikevin. Ji ber nexweşînên biçûk jî girtî nayên dermankirin û rê li ber nexweşiyên cidî vedike.
* Hatiye diyarkirin ku tu hobi, kargeh û çalakiyên civakî nayên kirin.
* Kargoyên ji girtiyan re tên şandin gelek dereng didin girtiyan.
* Hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê nameyên kurdî desteser dike û serlêdan jî bêencam dimînin.
* Di hevdîtinên malbatê de pirsgirêk derdikevin û malbatên dûr in bi zehmetî diçin hevdîtinê û daxwaza sewqa wan jî tê redkirin.
* Hat diyarkirin ku derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatiye vekirin.
* Hat diyarkirin kul i girtîgehê girtiyek herî zêde dikare 5 pirtûkan li cem xwe bigire.
* Li ser hev lêgerîn li qawîşan tê kirin û di van serdegirtinan de qawîş tên serûbinkirin.”
Di encama raporê de jî hat xwestin ku girtiyên nexweş werin berdan û cezayê wan were taloqkirin. Her wiha di raporê de hat gotin divê zext û pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin.