Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran

  • jin
  • 09:42 18 Nîsan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza ya Mêrsînê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku ew armanca dikin ku di çarçoveya projeya “Em tundiyê fren dikin” perwerdeya wekheviya zayendî ya civakî bidin 150 ajokaran.

 
Bi hevpariya Komeleya Piştevaniya Jinan a Gûşiya Xemrî ya Bûrsayê, li Wan, Trabzon, Edîrne û Mêrsînê, 4 komeleyên jinan ên cuda dest bi amadekariyên projeya “Em tundiyê fren dikin” kirin. 
 
Xebata vê projeyê ya li Mêrsînê, wê dibin banê Komeleya Jinan a Mîmoza de bê birêvebirin. Komeleya Jinan a Mîmoza berî 6 mehan li navçeya Akdenîzê avakirin xwe îlan kiribû. Seroka Komeleyê Çîgdem Goksoy, têkildarî amadekariyên projeyê axivî û got: “Em armanc dikin ku bi projeya ‘Em tundiyê freng dikin’ hestiyarbûnekê li dijî tundî û newekheviya zayendî ava bikin.” 
 
Goksoy, diyar kir ku di komeleya wan de parêzer, civaknas û derûnasên pispor cih digirin û wiha bilêv kir: “Em bi xebateke pispor a civakî, xebatên xwe bi rêve dibin. Bi vê em dixwazin qadên têkoşînê û pê hesînê bidin avakirin. Di heman demê de em pêkhatiya Weqfa Stargeha Jinan Banê Xemrîne. Têkiliya em bi jinên di vê weqfê de dixebitin re heye. Komeleya Piştevaniya Jinan a Gûşiya Xemrî ya Bûrsayê par dest bi xebata ‘Em tundiyê fren dikin’ kiribû. Ji me re gotin, ew dixwazin vê xebatê li gelek bajêran belav bikin. Me jî ev daxwaza wan qebûl kir. Em jî dixwazin ku rê û qadên xebatê yên jinan vekirin.” 
 
TUNDÎ ZÊDE BÛ
 
Goksoy, da zanîn ku bi pêvajoya pandemiyê re, tundiya fîzîkî, derûnî û aborî li ser jinan zêde bû û wiha pê de çû: “Di pêvajoya pandemiyê de, gelek jinan serî li komeleya me dan. Dema ku jin rastî tundiyê tên, divê li qadên lê dimin jê derkevin. Lazime ku li cihê ku tundî lê tê kirin, nemîne û ji wê derê dûr bikeve. Ev jin jî ewil berê xwe didin wesayîtên veguhezînê. Ev jî bi giştî ajokarên taskiyane. Ji bo ku ajokar jinan fêm bikin û wan bibin komeleyên rast, me pêwîstî bi vê xebatê dît. Em dixwazin vê zanebûnê ava bikin. Divê êdî profîleke zilam a wekheviya zayendî ya civakî dizane bê avakirin. Pir kêm zilam hene ku bi hestiyariya zayendî ya civakî tevdigerin. Ji bo ku em vê hestiyariyê ava bikin û berfireh bikin, em xwest em pêşengtiya vê projeyê bikin.”
 
PIR ZIMANÎ
 
Civaknas Ulfiye Ozcan a ku dê  di çarçoveya projeyê de xebatê bi rêve bibe jî, bal kişand ser aliyê perwerdê yê vê xebatê û wiha got: “Em ê derbarê wekheviya zayendî ya civakî û tundiya li jinan tê kirin de, ajokarên taksiyan perwerde bikin. Di vê mijarê de me, kitêbok û broşur amade kirin. Me broşur bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngîlîzî amadekirine û bi 4 ziman çap kirin.” 
 
HEDEF 150 AJOKARIN
 
Ozcan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê bi rêveberiyên Odeya Ajokaran re rawestgeha ziyaret bikin û wisan perwerdeyê bidin. Manîfestoyên ku me amadekirine, em ê li rawestgehan belav bikin. Hîna me dest perwerdê nekiriye, lê me amadekariyên xwe yên pêşîn temam kirine. Hedefa me ya ewil ew e ku em xwe bigihînin 150 ajokaran. Em dixwazin bi vê hestiyarbûnê ava bikin. Ji vir û şûnde jî emê xebatên xwe û têkoşîna xwe ya bi jinan re mezin bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

18/04/2021
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin
09:00 Debara wan nanê tenûrê ye
09:00 Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
17/04/2021
22:13 Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
20:29 62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:02 Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
15:14 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan
15:05 Dadgeha Bilind ceza xera kir û tenê 7.5 sal cezayê polîsê kujer erê kir
14:39 Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin
14:25 Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin
13:42 Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye
13:37 Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir
13:26 Wesayîta wan li ber qereqolê hat dîtin, lê 24 sal in winda ne!
13:20 Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin
12:51 Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin
11:50 Piştî qedexeyê Amed bêdeng bû
11:41 Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye
11:27 Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat
10:11 Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e
10:10 Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin
10:09 Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
10:09 Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc!
09:34 Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin
09:14 Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 142'emîn de didome
09:02 Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin
09:02 Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne
09:02 5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin
09:02 Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:01 Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim
09:01 Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
09:01 Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'AN
16/04/2021
20:36 289 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 HDP’ê pirsgirêkên masîvanan guhdar kir
16:52 AGÎT’ê derbarê 24 rojnamegeran de ji Tirkiyeyê agahî xwest
16:11 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin
15:43 Bi pankartan fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin
15:20 EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em ê bibin şopînerê dozê
15:13 Wekîlên HDP’ê li dijî ‘qedexeyan’ meşiyan
14:59 Zarokê ku ket qenala avê winda bû
14:44 Beştaş ji bo pêkanînên qeyûman daxwaza lêkolîna meclisê kir
14:36 SES: Kes nikare mafê îstîfaya xebatkarên tenduristiyê desteser bike
14:17 Danişîna rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:12 ‘Girtiyê nexweş Gultekîn serbest berdin’
13:41 Operasyona li Licê bi birîna daran didome
13:31 Sekretera Jinan a KESK’ê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
13:26 17 rêxistinan piştgirî dan kampanyeya Ji Ocalan Re Azadî
13:17 Li girtiyan lêgerîna tazî ferz kirin
12:47 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 39'emîn de ye
12:47 Platforma 1’ê Gulanê karker vexwendin qadan
12:34 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Fotografê Ozer ê ku Wezaretê gotibû ‘di operasyonê de hatiye kuştin’ dest kelemçekirî derket holê!
12:12 Gunay: Yên xwestin HDP’ê bigirin, li ser sûc hatin girtin
11:52 Hat îdiakirin ku zilamekî li Edeneyê xwe kuştî ye
11:43 Lêpirsîna derbarê mirina girtî de bi dozvenekirinê encam da
11:30 Jinên HDP’î bi şandeya Denmarkê re Peymana Stenbolê nirxandin
11:02 Banga îfadeyê li hin amîralên din jî hat kirin
10:47 Agahî ji aktîvîsta Îranî Şemsaî nayê girtin
10:44 Rêveberê AKP’ê yê Amedê bi kalaşnîkofê gef xwar
10:25 Mizrakli: Em ê Amedê ji dagirkirina qeyûm xelas bikin
10:25 Gokkan ji girtiyên jin ên Fîlîstînî re nameya piştevaniyê şand
10:06 Li ODTU’yê têkoşîna boyaxkirina derenceyan: Em dîsa li vir in
10:03 Zilamê tundiyê li jinekê dikir hat girtin
09:46 ‘Axaftina yek zilamî red bikin’
09:41 Ozturk: Yên ku ji yekîtiyê re bibin asteng cihê wan sergoyê dîrokê ye
09:08 Şaredariya AKP'î xana dîrokî bi betonê restore kiriye
09:00 Koma 29'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Parêzerê malbata Şenyaşar: Bi krokiyê îdia hatin pûçkirin
09:00 Fîncanci: Negirtina tevdîran binpêkirina mafê jiyanê ye
09:00 Seranserê Kuçeya Hunerê kirin beton
09:00 2 projeyên qeyûm ên bi milyonan pere hatin çêkirin nayên bikaranîn
09:00 Dixwazin berî mirinê kurê xwe yê 28 sal in girtiye bibînin
09:00 Ji ber twîta derbarê Kemal Kûrkût de fezleke amade kirin
09:00 Hindik maye berê xwe bidin zozanan
09:00 Berikên Gulsaryayê bi destê jinan tên hûnandin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'AN
15/04/2021
20:41 297 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:53 Li Girtîgeha Aragan cezayê ragihandinê dan girtiyekê
16:52 8 kesên ku afîşa 1’ê Gulanê daliqandin hatin binçavkirin
16:38 HDP'ê birîna darên li Licê bir rojeva Meclîsê
16:34 Belavkirina petate û pîvazan bergiriyên şewbê ji holê rakirin
16:26 Di doza tecawizê de derbarê bersûcên berdayî de biryar girtinê hat dayîn