Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!

  • rojane
  • 09:00 20 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA - Kesên li herêma Qerejdaxê debara xwe bi sewalvaniyê dikin gotin: "Berê me bi satilek mast, kîsek êm dikirî. Niha satila mast bûye 30 lîre, lê kîsek êm bûye 140 TL." 

Li herêma Qerejdaxê ya navçeya Sêwreg a Rihayê, welatiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, nerazîbûna xwe ya ji bo fiyetê derman û kayê anîn ziman. Welatiyan destnîşan kir ku êdî nikarin ji bin mesrefên heywanan rabin. 
 
HER TIŞT BÛYE DU QAT 
 
Nedîm Kizoglû ku 20 sal in li gundê Dehra Reş sewalvaniyê dike, anî ziman ku li gund 5 hezar dewar û pez hene. Kizoglû, diyar kir ku ji ber krîza aborî mesrefê wan du qat zêde bûye û got: "Kîsê êm ku berê me bi 50-70 lîreyî distend, niha bûye 130-140 lîre. Kîloya ceh bûye 2 lîre. Vê zivistanê em pir xisirîn. Tu qezenceke sewalvaniyê nemaye. Em dixisirin. Berê fiyetê êm, ka û ceh erzan bû. Lê du sal in pir biha bûye. Êdî em nizanin em ê çi bikin." 
 
XELAS NAKE! 
 
Kizoglû, destnîşan kir ku ji bo nexisirin divê fiyetê mesrefê dikin kêm bibe. Kizoglû, anî ziman ku heger fiyet kêm nebin, dê nikaribin sewalvaniyê bikin. Kizoglû, da zanîn ku dewlet tenê ji bo golikan alîkariya wan dike, lê belê divê ji bo heywanên din jî destekê bide wan. Kizoglû got: "Îsal tenê şîr biha bûye. Ev jî dê du mehan dewam bike. Her tişt biha bûye, lê fiyetê heywanên me wek xwe ne. Lê xwedîkirina heywanan pir zehmet bûye. Mesref zêde bûye, êdî me xelas nake." 
 
QEZENCA WÊ TUNE YE 
 
Haci Saîd Karaca jî anî ziman ku per mih xwedî dikirin, lê piştî mesref zêde bûne dest bi xwedîkirina dewaran kiriye. Karaca, bilêv kir ku xwedîkirina mihan ne zehmet e, lê tu ji havînê ve dest pê dikî û êm didî wan û got: "Ev jî zêdeyî quweta min bû. Berê satilek mast têra kîsek êm dikir. Niha satila mast bi 30 TL'yî ye, lê kîsê êm bi 140 TL'yî ye. Di van şert û mercan de xwedîkirina heywanan pir zehmet bûye. Qezenca wê tune ye, em perîşan bûne." 
 
CEH, KA, ÊM....
 
Karaca, da zanîn ku berê fiyetê kayê bi 50 qurîşî bûye, lê niha bûye lîre û nîv û kîloya ceh jî ji 60 qurîşî bûe lîre û 80 qurîş. Karaca got: "Me kîsê kapekê bi 10 lîreyan distend. Niha bûye 55 lîre. Fiyet du qat zêde bûne. Em ji serê sibehê heya êvarî êm didin heywanan. Fiyetê dermanan jî pir biha bûyye. Gava tu heywanekê dibî cem beytar, mesrefê wê ji yê mirovan zêdetir e." 
 
TIŞTEK DI DEST WAN DE NAMÎNE 
 
Karaca, bilêv kir ku mesref zêde bûne lê fiyetê heywanan erzan e û got: "Fiyetê goş biha bûye, lê bandorê li me nake. Li rojavayê welêt fiyetê çêlekekê bi 20 hezar lîreyî ye. Lê em li vir çêlekê tevî golika wê bi 4 hear lîreyî difiroşin. Heywan jî pere nake. Heqê keda me bi dest me nakeve. Êdî em nikarin heywanan xwedî bikin." 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin