Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne

  • rojane
  • 11:08 20 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Nivîskar û lêkolîner Yuksel Genç, diyar kir ku ji sedî 90'ê gelê Kurd wekî AKP li meseleyê nanere û pirsgirêka Kurd cuda digirin dest. Genç, destnîşan kir ku piraniya gel bawer dike ku şer pirsgirêkê kûr dike û Ocalan wekî muxatabê çareseriyê dibînin. 

Îtîfaqa Cumhur a AKP û MHP’ê di polîtîkayên neçareseriyê yên meseleya Kurd de israr dikin. Têkildarî polîtîkayên îqtîdara AKP-MHP'ê ya li ser meseleya Kurd Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk û Civakî anketek amade kir. Navenda lêkolînê encama anketa xwe aşkere kir. Navendên ku bajarên Wan û Amed jî di navde li 18 bajarên Kurdan anket amade kir û li ser meseleya Kurd û nêzîkatiya hikûmetê ya meseleya Kurd lêkolîn kir. 
 
Di encama anketê de hat diyar kirin ku meseleya Kurd bi rêbazên eskerî çareser nabe. Dîsa di anketê de hat ditin ku Serokê AKP'ê Tayip Erdogan û Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî li pêş çareseriyê asteng in. Di daneyên anketê de derket holê ku ji xeynî HDP'ê partiyên din ên li meclîsê rê li pêş bêçareseriyê vedikin. Dîsa gelê herêmê di   çareseriya demokratîk û xweseriya demokratîk de bi israr in. Di lêkolîna anketê de derket holê ku gel di çareseriyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdixin pêş. 
 
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk û Civakî Yuksel Genç, encamên pêvajoya çareseriyê ya sala 2013-2015'an, pêvajoya şer ya piştî pêvajoya çareseriyê, pêvajoya bombekirin û xerakirina bajaran, îşkenceya li kolanan û tayînkirina Qeyûman ji Ajansa Me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Genç, anî ziman ku li ruxmê ku îqtîdarê got 'Me pirsgirêk çareser kir. Pirsgirêk qediya' jî bi vê xebatê derket holê ku gelê herêmê wekî AKP'ê nafikire û cuda li meeleyê dinere. Genç, anî ziman ku nêzîkatî û nerîna gel ji ya îqtîdarê cudatir e. Genç, destnîşan kir ku di anketê de derket holê ku gel wekî îqtîdarê li meseleya Kurd nanere û wiha got: "Di anketê de me xwest nerîna 'Gel çawa pirsgirêkê pênase dike? Çawa li çareseriyê dinere? Çareseriyek çawa dixwaze? Çareserî pêkan e an ne pêkan e? çareserî çiqas dem dixwaze?' derxin holê. Di encama anketê de hat dîtin ku gelê Kurd ji sedî 90 wekî îqtîdarê li meseleyê nanere. Ji îqtîdarê cudatir li meseleyê û çareeriyê dinere. 
 
QADÊN NEWROZÊ HER TIŞT DANÎ HOLÊ
 
Genç, anî ziman ku bi milyonan kesên li qadên Newrozê yên bajarên Kurdan û bajarên din daxwazên xwe anîn ziman encama anketa wan baş teyît kirin û aşkere danîn holê û wiha got: "Encama lêkolîna me li qadên Newrozê hat teyîtkirin. Daxwazên gel li Qadên Newrozê hatin dîtin." 
 
 
Genç, da zanîn ku di anketê de derket holê ku pênaseya gelê Kurd û îqtîdarê ya têkildarî meseleya Kurd ji hev cuda ne û wiha got: "Di anketê de piranî pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka ziman, nasname, netew û mafên neteweyî pênase kir. Piranî mafên wekhev dixwazin. Dîsa di xebatên anketê de daxwazên statu û xweseriyê jî piranî derketin holê." 
 
'ÇARESERIYA PARTIYÊN SIYASÎ JI BO MESELEYÊ TUNE YE' 
 
Genç, diyar kir ku yek ji encama anketê jî nîşan dide ku tu çareseriya partiyên siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurt tune û wiha lê zêde kir: "Di anketê de hat diyar kirin ku tu hewldan û xebatên îqtîdar û partiyên muxalif ên li meclîsê yên ji bo çareseriya pirsgirêkê tune ne. Di anketê de gelek kes difikirin ku partiyên nû yên wekî DEVA û Gelecek jî hêj ji bo çareseriyê tu piştgiriya wan tune ye. Partiyên siyasî, têkildarî kêjeya Kurd li gorî pêdiviyê demî nêzîk dibin. Ev hewldanên wan nayê wateya ku ji bo çareseriyê berpirsiyariyê didin ser xwe. Partiyên nû yên wekî DEVA û Gelecek ji bo çareseriyê tiştên şênber nabêjin."  
 
BEŞDARÊN ANKETÊ ÇARESERIYÊ DI MUZAKEREYAN DE DIBÎNIN
 
Genç, destnîşan kir ku beşdarên anketê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriyê di muzakere û pêvajoya çareseriyê de dibînin û wiha axivî: "Di encama anketê de piraniya beşdaran, bawer dikin ku dê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û muzakereyan çareser bibin. Gel bawer dike ku rêbazên şer û polîtîkayên tundiyê encamê bi dest naxin. Piraniya beşdaran dixwazin ku dîsa li pêvajoya çareserî û muzakereyan vegerin. Dîsa kesên ku demokratîkbûn, reform û guhertina Destûra Bingehîn dixwazin ji hene. Tu kes bawer nakin ku pirsgirêka Kurd çareser nabe. Gelek kes ji bo pirsa 'Dê ev pirsgirêk kengî çareser bibe?' bersîva di nava ‘10-11 salan de didin. Dîsa kesên dibêjin di nava ‘2-5 salan de jî pir in. Li gorî dane û berîvan çareseriya pirsgirêka Kurd pir nêzîk e. Gelek beşdar ji bo pirsa 'Dê pêvajoya muzakereyan kengî destpê bike?' jî bersîva di nava 1-2 salan de, didin. 
 
Piraniya beşdaran AKP û MHP'ê li pêş çareseriyê wekî  asteng dibînin. Bawer dikin ku polîtikayên ewlehiyê yên 5 salên dawî bêtir rê li pêş çareseriyê girt û kêşe bêtir kûr kir. Ji ber vê yekê divê partiyên siyasî yên muxalif rastiya xwe bibînin û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe." 
 
PKK'Ê WEKÎ ENCAM DIBÎNIN
 
Genç, da zanîn ku beşdarê anketê di meseleya Kurd de PKK'ê ne wekî sedem, wekî encama meseleyê dibînin û got: "Bawer dikin ku bi tunebûna PKK’ê mesele çareser nabe. Di anketê de derket holê ku PKK tune bibe û çekan dîne jî, dê dîsa ev pirsgirêk wekî hêzekê li Tirkiye hebe. Li gorî beşdaran PKK encama pirsgirêka Kurd e. Ne sedem e." 
 
BEŞDAR MUXATAB OCALAN DIBÎNIN 
 
Genç, herî dawî destnîşan kir ku di anketê de beşdar muxatabê çareseriya pirsgirêkê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibînin û wiha bi dawî kir: "Gel di anketê de Abdullah Ocalan û PKK'e wekî faktorên girîng ên çareseriyê dibînin. Piraniya gel ji bo çareseriya pirsgirêkê muhatab Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibînin û bawer dikin. 
Dîsa yên muxatab rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û Ocalan, partiyên li meclîsê û Ocalan, HDP û partiyên li meclîsê jî dibînin pir in. 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin