WAN – Ji 4 kesên ku bi angaşta faîlê êrişa li dijî wesayîta Şaredariya Qelqeliyê ne hatibûn girtin 3 ji wan tehliyeyê bûn.
Di 14’ê gulana 2020’an de li gundê Memedalan ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê, li dijî wesayîta şaredariyê êrişeke çekdarî pêk hatibû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî vê êrişî derbarê 4 jê girtî 8 kesan de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “hilweşandina yekitî û yekparebûna dewletê” doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Bersûcên dozê yên girtî Fevzî Keleş, Nevzat Oner, Cemîl Goz û Mehmet Doner li girtîgehên ku girtî ne bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn û parêzerên wan jî lê amade bûn.
Her çar girtiyan jî angaştên derbarê xwe de red kirin û gotin ku ji ber sedemên siyasî girtî ne û daxwaza tehliyeya xwe kirin. Parêzerê Nevzat Oner Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku Taner Temîzer ê di bûyerê de birîndar bûye di îfadeyên xwe de gotiye ku ji wesayîta gewr a camên wê bifîlm êriş li wan hatiye kirin lê camên wesayîta muwekîlê wî ne bifîlm e û daxwaza tehliyebûna muwekîlê xwe kir.
Piştî parastinan dadgehê, xwest ku bê tespîtkirin camên wesayîta Oner bifîlm bûne ya na û biryar da berdewamkirina girtina Oner da û berdan her sê girtiyên din da. Dadgehê danişînê jî taloqî 13’ê tîrmehê kir.