Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin

  • rojane
  • 15:42 20 Nîsan 2021
  • |
img
ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, têkildarî doza kesên dema qedexeyên derketina yên li navçeya Cizîrê di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin ku dê danişîna wê sibê li AYM’ê bê dîtin daxuyanî da û  xwest ku AYM li gorî qanûnên navneteweyî binpêkirinên mafan mehkûm bike. 
 
Danişan doza kesên ku sala 2015’an di qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ku 79 rojan berdewam kiribûn de li jêrzemînan hatibûn qetilkirin, wê sibê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bê dîtin. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê, xwest li ber avahiya xwe têkildarî dozê daxuyanî bide. Lê ji ber ku polisan avahiya navçeyê dorpêç kir û destûr nedan daxuyanî li ber derî bê dayîn, HDP’iyan daxuyaniyê li hewşa avahiya HDP’ê dan. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navenda û navçeyên Şirnexê tevlî daxuyanî bûn. Daxuyaniya hatibû amadekirin Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç xwend.
 
TEVÎ HIŞYARIYÊN AYM'Ê QETIL KIRIN
 
Tunç, di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser pêkanînên qedexeyên Cizîrê û wiha got: “Di dema vê qedexeyê de ku 3 mehan dom kir de nêzîkê 300 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran mal xera bûn û deh hezar kes koçber bûn. Di vê pêvajoya ku bingehek wê ya qanûnî tunebû û ne li ser bingeha mafên mirovan bû, di hişê hemû niştecihên Cizîrê de şopek kûr hişt. Ber bi roja 40'emîn a qedexeyên Cizîrê de raya giştî ji hebûna bi dehan mirovên di 3 jêrzemînên cihê de asê mabûn haydar bû.Tevî biryarên hişyariyê yên AYM'ê ev kes hatin qetilkirin.”
 
'GELÊ KURD ÇOK NEDANA'
 
Di berdewama axaftina xwe de Tûnç anî ziman ku tevî hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê jî gel serê xwe netewandiye û ev tişt got: “Tişta ku di dema qedexeyan li Cizîrê de qewimî plana hikûmeta AKP'ê ya têkbirinaTtevgera Azadiyê ya Kurd bû. AKP a ku maseya çareseriyê hilweşand, bi zext, tundî û qedexeyan hewl da ku gelê kurd bêdeng bike. Lê belê gelê kurd li ber vê hikûmeta faşîst çok dananî.”
 
BANGA LI AYM'Ê 
 
Di dawiya axaftina xwe de Tûnç ev bang li AYM'ê kir: “Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Di vê çarçoveyê de, Dadgeha Destûra Bingehîn dê dosyaya li ser qedexeyên li Cizîrê hatiye amadekirin binirxîne. Divê Dadgeha Destûra Bingehîn binpêkirinên mafan ên li Cizîrê, li gorî qanûnên navneteweyî mehkûm bike. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku di bin bandora AKP'ê de nemîne. Em ji vir bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya Cizîrê. Bila sûcdar hesab bidin.”
 
'HETA KU KUJER HESAB DIDIN EM Ê TEBIKOŞÎN' 
 
Piştî Tûnç Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û ev tişt got: “Tu hêz nikare kolanên bajerên me qedexe bike û ew qetlîamên li ser civaka me hatin kirin bi me bide jibîrkirin. Wê sibê doza Cizîrê li Dadgeha Destûra Bingehîn bê nrixandin. Weke malbatên Cizîr û Şirnexê em ê dozê ji nêz ve bişopînin. Hesaba herî mezin wê îktîdara AKP-MHP’ê bide. Piştî qedexeyan gelek malbatan serî lê Dadgeha Destûra Bingehîn da û derbarê 180 serlêdanan de biryara neşopandinê hat dayîn. Lê dîrok jî şahid e û herkes dizane ku ev komkujî ji hêla rêveberiya AKP'ê û hevkarên wê ve pêk hat. Heta ku em hesab ji wan nestînîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wê lêgerîna me ya hiqûqî bidome. Heta ku kujer hesab didin em ê tebikoşin.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin