DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû

  • rojane
  • 15:24 22 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî Roja Rojnamevaniya Kurdî diyar kir ku hîmê ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan avêt pêl bi pêl mezin bû û û got: "Bi saya cangoriyên çapemeniya azad tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike." 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan, Endamên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û MED-DER'ê, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û endamên platformê û endam û rêveberên DFG’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan daxuyanî xwend. 
 
 
 
‘KELECANA ROJNAMEVANÊN KURD BI DAWÎ NEBÛ’
 
Altan bi van gotinên Mîqdad Mîdhed Bedirxan dest bi axaftina xwe kir: “Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye.”
 
 Altan da zanîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan 123 sal berê bi van gotinan dianî ziman mebesta xwe ya derxistina Rojnameya Kurdistan û got: "Dema wî rojnameya yekem çap kir, di nava kelecaneke mezin de bû. 123 sal derbas bû lê kelecana rojnamevanên Kurd bi dawî nebû.”
 
‘HÎMÊ KU BEDIRXAN AVÊT PÊL BI PÊL MEZIN BÛ’
 
Altan destnîşan kir ku rojnamevanî li her erdnîgarekê weke pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin û wiha axivî: “Em dikarin bêjin ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnamevanin. Bi taybet ger mijar rojnamegeriya Kurd be, ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov. Lêgerîna heqîqetê ya ku di 22’yê Nîsanê sala 1898’an hîmê wê ji hêla Mîqtad Mîdhet Bedirxan ve bi Rojnameya Kurdistan hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovar û rojnameyên di serdema borî de hatin çapkirin ji bo Kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya Kurd li sirgûnê be jî, bi xebatên xwe yê behempa li cîhanê bû sembol. Di pêvajoya 123 salan de rojnamegeriya Kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê Kurd, bêdengiya cîhanê bi têkoşîna rojnamegeriya kurd perçe dibû. Ji bo civaka kurd pêwistî bi rojnamageriya kurdî hebû û rojnamgeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê di hişyarbûna gelê Kurd de roleke mezin lîst.”
 
‘AKP TEHAMULA DENGÊN CUDA NAKE’
 
Altan anî ziman ku bi salên 90’î û pêde di warê dîtbarî û nivîskî de ji bo rojnamevaniya kurdî pêvajoyeke nû dest pê dikir û wiha berdewam kir: “Bi pêşengtiya Mûsa Anter û Gurbetelî Ersozan, bi rojname û kovarên ku dihatin derxistin rojnamegeriya nivîskî a bi zimanê kurdî û tirkî geş dikir. Ev yek bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek rihê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir. Li Tirkiyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû. Lê belê di dema desthilatdariya AKP’ê ku nêzî 20 salin rêveberiya Tirkiyê dikin ev rewş xirabtir bû. AKP ya ku rojnamegeran wek “terorîst” îlan dike, li dengên cûda tehammûl nake. Medyaya xwe ava kirine û bi avakirina çapemeniya alîgir, dixwazin civak bi temamî ji rastîyan dûr bêxin. Li gel ewqas pêkutiyan jî têkoşîna rojnamegeriya Kurd ev 123 salin bê navber dimeşe. Asta ku em gihîştinê, welatên cîhanê rastiyan êdî ji rojnamegeriya Kurd hîn dibe. Li gel kêmasiyan jî saziyên ragihandinê bi xebat û nûçeyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê êdî dibin çavkanî.”
 
‘GELEK ROJNAMEVANÊN KURD CANÊN XWE FEDA KIRIN’
 
Altan anî ziman ku di serkeftina rojnamevaniya kurdî de divê şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bibîr bînîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên Kurd canê xwe feda kirin. Ji Apê Mûsa, bigrin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya kurd. Lê belê wekî her serkeftinê berdêla serkeftinên çapemeniya kurd jî çêbûn. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn, carna jî bi berdêla canê xwe heqîqet ragihandin. Biryardarî û israra heqîqetê bi saya wan kesên dildarên çapemeniya azad watedar bû. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.”
 
BAL KIŞAND SER KAMPANYAYA ZIMAN
 
Pişt re Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axaftineke kurt kir. Cizîrî bal kişand ser kampanyaya îmzeyê ya ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin û wiha got: “Em di vê xebatê de medya kurdî gelek girîng dibînin. Karê em dikin çiqas girîng be kar û erka medya kurdî jî ewqas girîng e. Serkeftinê ji bo hemû çapemeniya kurd dixwazim.”
 
 

Sernavên din

24/04/2021
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye