TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir

  • rojane
  • 11:18 24 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Pişti telefona şevê din di navbera Serokê DYA Biden û Serokomarê AKP'î Erdogan de, ku gotin 'Li ser Komkujiya Ermeniyan' axivîne, TSK'ê li hin deverên Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kir. Balafirên şer deverên Metîna, Avaşîn û Zapê bombebar kirin û esker li bejayiyê derketin operasyonê. 
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), şevê din saet di 20.00'an de ji hewayî û bejayî ve li dijî herêma Metina, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyonê kirin. Piştî operasyonê di navbera hezên TSK û HPG'ê de şerê dijwar dest pê kir. 
 
Balkêş e piştî Serokê DYA'yê Joe Biden û Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan bi telefonê bi hev re axivîn, TSK'ê li dervê sînor operasyon da destpêkirin. Hat gotin ku Biden di telefonê de aniye ziman ku dê geşedanên di sala 1915'an de wekî "Komkujiya Ermeniyan" qebûl bike û ev agahî bi Erdogan re parve kiriye. Lê nehat zanîn ku Erdogan bersivek çawa daye "Vê gotina "Komkujiyê." Lê balkêş e piştî axaftina vê telefonê TSK'ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona hewayî û bejayî kir. 
 
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); TSK'ê şevê din saet di 20.00'an de ji hewayî û bejayî ve li herêma Zendura ya Metîna û qadên Derarê, Koordîne û Stûna operasyon daye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balafirên şer ên TSK'ê saet di 20.00’ê şevê de girên Derarê û Koordîne yên devera Zendûra yên Metîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ev herêm wekî xeta Qeşûra tê zanîn. Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûn de helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe dikin. Li herêmê tevgera gelek balafirên Skorsky heye, ji qereqolên derdor û sînor jî bi obus û hewanan êriş tê kirin. 
 
Êrîşên TSK'ê li herêmê belav dibin. Piştî qadên Metîna û Avaşînê vê sibehê TSK'ê li ser Qela Bêdewê, Şehîd Munzur, Dola Nêrwe û Kinyanişê yên Zapê da destpêkirin. Li qadên Metîna û Avaşînê şer berdewam dike. TSK ji bejayî û esmanî ve bombebaranê didomîne. Hat diyarkirin ku li dijî operasyona hewayî û bejayî Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bersiv didin. Çavkaniyan diyar kir ku li herêmê balafirên keşfê jî zêde digerin. 
 
BI HELÎKOPTÊRAN ESKER DANÎN HERÊMA AVAŞÎNÊ
 
Dema li herêma Metîna operasyon dan destpêkirin, li aliyê din di heman kêliyê de bi helîkoptêran esker danîn Avaşînê. Pişti TSK'ê herêma Mamreşo ya Avaşînê bombe kir, şev nîvê şevê esker şandin herêmê. Hat gotin ku hêzên HPG/YJA Starê jî bersiv dan êrişan. Tê gotin ku li herêmê şerekî dijwar dest pê kiriye. Hat gotin ku li herêma şer heye, birîndar û kuştî zêde ne. Li 3 herêman di navbera TSK’ê û HPG'ê de şer didome. 
 
BERÊ JÎ OPERASYON PÊŞ XISTIN LÊ ENCAM NEGIRT
 
Di meha sibatê de jî TSK'ê li dijî herêma Heftanîn û Xakurkê operasyona hewayî û bejayî dabû destpêkirin. Pişt re li herêma Garê operasyon li dar xistibûn. TSK'ê di operasyona herêma Garê de Biryargeha Sereke ya HPG'ê kiribû armanc. Di operasyona ku Serokomar Erdogan gotibû "Bi ser neket" de 13 esker û polîsên ku 6 sal in di destê PKK'ê de bûn, di êrîşa hewayî de hatin kuştin. 
 
Rayedarên HPG'ê diyar kirin ku TSK'ê di êrişê de gazên kimyewî bikar anîne û ji Neteweyên Yekbkûyî (NY) xwest heyetek bê avakirin û li herêmê lêkolîn bê kirin. 

Sernavên din

26/04/2021
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’