COLEMÊRG – Siyasetmedarên li navçeya Çelê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li navçeya Çêlê ya Colemêrgê, di serdegirtinên malan ên 22’yê Nîsanê de, 6 siyasetmedarên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Kerem Ayar û Tahsîn Çetîn, alîkarê serokê şaredariyê yê berê Rizgar Demîroglû, endama meclîsa şaredariyê ya berê Nîmet Akar, siyasetmedar Alî Saraç û Cuma Ertûnç piştî ku îfade dan dozgeriyê serbest hatin berda.