Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye

  • rojane
  • 14:19 26 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajan, derbarê Doza Kobanê de daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de, hat diyarkirin ku ev doz bi derew û îftîrayan hatiye avakirin û dozeke  kumpasê ye.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajar  û navçeyan, derbarê Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin û îro li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê destpê kir de, daxuyanî da. 
 
 
Di daxuyaniyên hatin dayîn de, banga piştevaniyê hat kirin û hat gotin ku Doza Kobanê "Doza Kumpasê ye." 
 
ŞIRNEX 
 
Li Şirnexê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, ji bo Doza Kobanê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêxistinên HDP'ê yên navçe, Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJA û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
'HEWL DIDIN SIYASETA DEMOKRATÎK BIXITIMÎNIN'
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin. Akdag, bal kişand li ser Doza Kobanê û wiha axivî: "Ev doz dozeke siyasiye. Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide ku bi rêya Doza Kobaniyê siyaseta demokratîk bixetimîne. Li aliyê din jî hewl dide ku bi operasyonên derveyî sînor siyaseta xwe ya dagirkirinê berfireh bike. Em hemû êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd şermezar dikin. Polîtîkayên xwe yên dagirkirin û berfirehkirinê yên ku bi berxwedana Kurdan û dostên wan li Kobaniyê têkçûyî îro dixwazin li xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê biqedînin. Ev zihniyeta ku dixwaze vîna gelê Kurd teslîm bigire û ji holê rake, li her qadan êrişên xwe zêde dike û hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê bifetisîne."
 
'EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'
 
Akdag, bang li raya giştî kir û wiha got: "Em piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin, dek û dolabên Doza Kobanê bi hevdu re pûç bikin. Werin em vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bangî raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew têkoşîna xwe bilind bikin."
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya " HDP gel e, gel li vire" bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê, li ber Navenda Çand a Turkan Saylan a li Alsancakê  daxuyanî da. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, Komeleya Bektaşî ya Elewiyan, Rêxitina Bajêr a TOP, Partiya Çep a Keskan, Komeleya Piştevaniya Mor, rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û rêveberên Rêxistina Bajêr a SYKP’ê, piştgirî dan daxuyaniyê. Hevserokê HDP’ê y ê Îzmîrê Kadir Baydûr daxuyanî da û wiha got: “Ev doz dozeke bi kûmpasan hatiye vekirin. Ev doza kûmpasê, li dijî têkoşîna civak û demokrasiyê hatiye vekirin. Em ê li dijî vê dozê piştevaniyê mezin bikin. Werin em bi hev re vê dozê veguherînin doza parastina demokrasî û civakê.”
 
'Em ê li hemberî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin'
 
MÊRDÎN 
 
Yekemîn danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin, îro li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li ber deriyê avahiya xwe ya bajêr têkildarê dozê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê HDP'ê ya Mêrdînê Salîh Kuday ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  
 
"Doza Kobanê ya ku îro li Enqereyê dest pê kir, dozeke siyasî ye ku li odeyên tarî ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin û li ser civakê tê ferzkirin. Doza Kobanê ku ji serî heta dawiyê bi derew û buxtanan tijî ye, dozeke dek û dolaban e ku bi talîmatên siyasî hatiye amadekirin. Ev doza ku dixwaze civakê dîl bigire û demokrasiyê bifetisîne, nîşan dide ku zihniyeta DAIŞ'ê dewam dike. Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobaniyê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bûbin yek, dengê xwe bilind kiribin û piştevaniya hev kiribin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xera bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xera bike. Em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û dek û dolabên doza Kobanê bi hevdu re pûç bikin û vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bang raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew û kûmpasê, têkoşîna xwe mezin bikin."
 
AMED
 
Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî, derbarê dozê de li avahiya Rêxistina Yenîşehîrê civîna çapemeniyê  li dar xist. Rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan beşdarî civînê bû. Gelek nûnerên saziyên civaka sivîl piştgirî dan. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan, di civînê de axivî û wiha got: "Ligel hemû tiştî jî di dawiya vê dozê de wê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê bê darizandin. 
 
RIHA
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî, li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên sazî û dezgehên rêxistinên civaka sivîl, rêvber û endamên partiyê beşdarî civînê bû. Ocalan di civînê de axivî û dest nîşan kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin. Ocalan bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got: "Di sala 2014'an de li Kobanê zilmek mezin hebû. Li pêşberî Pirsûsê dîrokek hat nivîsandin. Partiya me ji bo vê banga demokrasiyê kir." 
 
Piştî axaftinê, Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan metna daxuyaniyê xwend. 
 
WAN
 
HDP'a Wanê jî, bi heman armancê daxuyanî da. Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Sedat Alkan, daxuyanî da û wiha got: "Werin em li dijî Doza Kobanê piştevaniyê mezin bikin, em vê kumpasê veguherînin doza parastina demokrasî û civakê."
 
MÛŞ 
 
Di daxuyaniya ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Mûşê ve hat lidarxistin de jî, Hevserok Sîbel Geneç, wiha axivî: "Doza Kobanê bi zextên siyasî hatiye vekirin. Emê li dijî van bêmafiyan têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû rêxsitinên girseyî yên demokratîk dikin ku xwedî HDP'ê derkevin. 
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrgê jî, rêxistina HDP'ê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Humeyra Armût, di daxuyaniyê de ev axaftin kir: "Em li dijî Doza Kobanê piştevaniyê mezin bikin û vê dozê bikin doza parastina civakê."
 
Piştî axaftinê, daxuyanî bi lêxistina çepekan bi dawî bû.
 
Di heman demê de li bajarên weke Dersim, Sêrt û Dîlokê jî, bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û bangên piştgirî û piştevaniyê hatin kirin. 

Sernavên din

26/04/2021
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’