MANÎSA - Polîsan li Manîsayê bi ser malan de girt û 6 kesî binçavkirin.
Polîsan, di saetên serê sibê de li Manîsayê bi ser gelek navnîşanan de girt û welatiyên bi navê Dîcle Aslan, Mehmet Aslan, Memdûh Ektîren, Mûhammed Latîf Şanli, Mehmet Alî Demîr û Damla Kansiz binçav kirin. Her şeş kesên ku nehat zanîn bi kîjan hêcetê hatine binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.