RIHA - Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya “Edaletê” îro jî dewam kir. Malbatê, bal kişand ser rewşa xwe û got: “Zilma li me hat kirin, dibe belgefîlm. Di demek nêz de wê bibe romanek trajîk. Mijar: Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Komkujî. Sponsor: Pergala darazê ye.”
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, çalakiya xwe ya nobetê ya bi daxwaza “Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê di roja 51’emîn dei dewam kir.
Malbata Şenyaşar di saetên serê sibe de hat ber avahiya edliyê û li ber bariyerên li pêş avahiya edliyê, dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê kaxizên li ser “Em edaletê dixwazin” û “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk hat” nivîsandibûn danî erdê û rastiya komkujiyê vegotin.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya civakî jî ev parvekirin kir: “Zilma li me hat kirin, dibe gelgefîlm. Di demek nêz de, wê bibe romanek trajîk. Mijar: Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Komkujî. Karakterê Sereke: Parlamenter Î.H. Yildiz e. Karakterê alîkar: Malbata Yildize. Sponsor: Pergala darazê ye. Êdî wan destên xwe yên bixwîn, ji ser edaletê rakin.”