AMED- Hat diyarkirin ku TSK’ê li Herêma Bakûrê Rojhilatê Lîcê, dest bi operasyona eskerî kir.
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), li herêma dikeve navbera gundên Mizak û Zengesorê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê, dest bi operasyona eskerî kir. Li gorî çavkaniyên herêmî, ji duh bi şev ve liv û tevgereke helîkoşterê heye. Hat destnîşan kirin ku dem bi dem ji herêmê dengê çekan tê û yekineyên eskerî sewqî herêmê tên kirin.
Hat diyarkirin ku operasyona eskerî ya herêmê berfireh dibe.